Helbest u pexşan

Ji 12 yê adarê re


Demhat Dêrikî

Bo wan rojan dema ku zayîn bi destê evîna xakê kefenan diqtîne û dilopên xwînê bi destegulên nêrgizan diyarî adarê dike

Serê vê sibehê
li kolanên melûl
li bin dilopên barana xaksor
ji êşa penaberiyê
di dibistana birînên dilê xwe de
nameyên bi xwîna te hatîn rêzkirin

dixwîn im adarê!..
Dimeşim,
bê heval,
bê hogir,
bê evîn,
bê hezkirin…dimeşim
û di navbera hevokên te de;
silava didim sêdaran,
silava didim zimanê bê wariya bê bext,
silava didim zîndanên temenxwar..
û di rê de
li ser dikên şanoya
kenên derewîn,
awirên xapînok,
peyvên xwefiroş ku di navbera memikên laşfiroşan de
piyalên noşiyê bilind dikin bersiva silavan didin!..
lê dubare li te vedigerim,
te dixwînim,
darbestên te li ser milê xwe dikim,
kenên zarokên te li lêvên xwe dikim,
sirûd û dirûşmeyên te li giyanê xwe dikim,
sibeh gulvekerên te di sibeh dilên xwe de bi cih dikim
û li bin ala te, nêrgizên ji xwînê bêhn dikim
û wî kefenî bi dengê meşa te parçe parçe dikim adarê!
Eha wê demê,
Hezkirin û evîn
ji canê min difore adara xwînê!..

Ev gotar bikêr bû?

Nêrîna te ji bo başkirina naverokê alîkar e

0% ji xwendevanan ev gotar ecibandin
(0 nirxandin)

Şîrove (0)

Şîroveya xwe binivîse

Nivîsên din

Konferansê «Kurdên Qefqasyayê»

Ebdûlazîz QasimÎro Mamosta Hejar Şamil li ser malpera xwe nûçeyek weşand li ser lidarxistina konferansekî pir girîng yên Kurdên Qefqasyayê bi înîsiyatîfeke…

”Pênûsa Nû” hejmara 108an

Hejmara 108 ya ‘’Pênûsa Nû’’, Hejmareke tijı̂ nivı̂s û berhemên cûrbecûrin. Hûn dikarin gelek berheman di warê; Gotar û Nerı̂n, Ziman, Dı̂rok,…