Mihemed Şêxo dengê azadiyê.

Nizar Yosif

Çima hertim Mihemed Şêxo? Her sal pîrozkirina bîranîna wî, çendî nivîs li  ser têne nivîsandin,lêkolîn li ser jiyana wî têne kirin, ahing ji bo wî têne lidarxistin û festîval bi navê wî têne çêkirin ,,,,,,,,,,,,, ! Çi şans û siûda vî kesî heye. Ma gelo tu hunermendên stranbêj ji bilî vî hunermendî nîn in? 

Bê guman hene,û her yek taybetmendiyên wî jî hene,lê pir xweserî hemî caran û her deman bi her kesî re peyda nabin û di yekî de nacivin, û ne her hunermend dişê hêlîna xwe di dilê guhdaran de ava bike, û lîsê germ di nava civatê de bi cî bîne.
Lê yê ku evqas bandor bi hunerê netewî yê resen, bi awayekî reyalîst, bi şêwazeke melûl bi xelkê re daxife. Êş û derdên wan bi wêneyên dewlemend datîne li ber çavan, wê hingê paşhest bê hemdî xudanê xwe wî berûpê dibe û di heman demê de pê ve girê dide û xwestek û hest bi dijwarî wî di pejirînin û bi ser de dişêlin. Wekî ku ev xelk bi meremên xwe ve li bendî vê kesayetiyê rawestiyayî ne. Dengê rewa, nerm û geş guhên guhdaran dixwerîne û bi wê stûrbûnê têr dike, di her peyvê de bi harmonî tîne zimên, hestan dilivîne û janên ku rayên wan hişkkirî derman dike û dikewîne. Dengê fort bi hêrsên germ ji gewriyê diherike, mîna sûlaveke ber fireh bi pîvaneke giran ji geliyekî bilind berjêr dibare, ew avrêj dibe xumam û hêlim pê bej û kendalan rewa dide û tihna axê dişkîne. Ew derd û kulên hezarên salan ku bi ser hev de kombûne, wesa diyar e, ku doza vî welatî embarên êş û janên sitembariya xwe tev kom  kirine û danîne ser nêvpolên wî, û bar û piştiyê piştê di tevaya jiyana xwe de hildigire. Ew kiriye sazmanê xwe yê hinerî û nûnerê bê hempa ji bona çareserkirina pirsgirêkan bi peyv û deng û sazê. Evqas girêdan û rûmet jê re ji zanistî û hostayiya wî di avakirina wêneyên hunerî bi harmoniyên awazan ve, ji dîmenên warên kalan tînê der, bi dengê ter ê  ji serkaniyên meyê xweştir, bi hêvênê hestên xwe distirîne û bi êtûna bindestiya xwe dipêje û dide guhên birçî,,,,. Lewma Mihemed Şêxo jî wek hunermendekî berpirsyar û bawermend vê yekê dibîne erkê xwe, ji bonê bizaveke mezin bê sînor dike. Tu çax û deman vî mirovî huner ne afirandiye ji bûyî berjewendiyên xwe yên kesayetî û bi mefayên aborî nêzîk ne biye.
Bi bizavên xwe bûye hîmeke bijartî yê vê çandê. Deriyê malên helbesvanan quta û rûpelên pirtûkên wan bi xwendin li hev dan, heta ku di nava berhemên wan de mijarekî bihêz,  ku li bejna vê dozê were, bibîne û hildibijêre û pê re bilorînê. Bi alav û armancên hinerê serwext bû. Ev tiştên he di nava verêjên wî de vedibiriqin, ji nifşan re bûne destanên hunerî û cihên navlêdan û pesnan.
Zehmetkêşê moralbihêz xembariya welatê parkirî di bejna xwe de wêne kir, jê re bû hêza pêşketinê, ku pê li ber xwe da.
Ji pistûriyê reviya li bersivdanê geriya, di bin gefên dijmin û xêrnexwazan de ne tewiya û bi baweriyên dijwar çû û hat. Di her astengiyê de ne hejiya li ser armancê xwe ma. Bê guman bûye parêzvanê hinerê saxlem. Civak û welat di dilê xwe de çandine, li gorî wê pîvanê xwe kiriye bindarê wan, û gel jî vî hinerî bi vî dengî layîqî xwe dibîne, jê re rêzê digire û hembêz dike, jê têr nabe û herdemê biçiyê wî ye. Tu carî ewî rola xwe ya rêberî di hunerê de ji bîr ne kiriye, di pêşengî û zelaliya pêşerojê de ji gel û civakê re çalak û xwedî kêr maye. 
Bi nefsa piçûk bejna xwe ya bilind li her qadê ji axa pîroz re digihîne erdê, lê bilindiya dengê wî ji evrazên Qedîl û Agirî bilindtir deng vedidin.
Babê Felek, hunermendê xumal, vebiriqandina wî ji birûskên axa Medya ye, ji bo vê yekê hinerê xumal ji hunermendê xumal tê xwestin. Bi xumalî û xweseriyên xwe li ser gel lehîst, di nava hestên wan de kola, mîna taveke geş ji nêvpolên çiya derketî, dilyayê li mirov û waran dibarîne.
Biwêj û şîrovekirina wî bi dawî nayên û yê tune be. Weke min di destpêkê de dayî xuyakirin, armanc,dîtin û bînayiyên wî yên netewî ve girêdayî ne. Mihemed Şêxo wateya doza welatekî sitembar e, hemî  xweşî û nexweşiyên wî welatî di kesayetiya xwe ya yekane de çandine û civandine, lewma ewê hertim nuh û cihê pirsê be.

09.03.2011

Elmanya 

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Mizgîn Kenaan

Gelek caran di xebatên akademîk de yên ku li ser berhemên wêjeya klasîk tên amadekirin, navê Aleksandre Jaba derbas dibe. Bêguman kesên têkiliya wan bi wêjeya klasîk re heye, vî kesî baş nas dikin û zanin ku wî roleke giring di parastina ziman, çand, wêje û folklora Kurdî…

Mislim Şêx Hesen

 

Di dawiyên salên pênceyî yên sedsala bîstan de, yekem partiya siyasî ya Kurdî li Sûriyê hate damezrandin bi navê Partiya Demokrat a Kurd li Sûriyê, di 14ê Hezîranê 1957an de, bi berpirsyariya Nûredîn Zaza, da ku mafên gelê Kurd li Sûriyê biparêze û dabîn bike.

Di wê pêvajoyê…

Di pêngavekî de ber bi yekgirtina helwêsta kurdî li hember astengiyên ewlehî û siyasî, îro Înê 1ê Gulanê 2026, şandek ji Yekîtiya Nivîskarên Kurdistana Sûriyê serdana Nivîsîngeha Partiya Demokrata Kurdistanê li Düsseldorf kir ji bo nîşandana helwêsta xwe li hember êrîşa dronî ya ji aliyê milîsên Îraqî yên alîgirên supaya pasdarên rêjîma Îranê…

Helbest: Nadir Qazî

Tîpguhêzî: Cansoz Dabo

Du caran du dike çend?

Hemûyan bi hev re dinivîsî: Dike çar

Lê min di bîrkariyê de pileyên kêm

Dianîn û dihatime xwarê

Ew jî tenê ji ber ku li gor min wa bû,

Du caran du dike yek, ne…