Îro (06.03.2011), çil roj di ser koçkirina zimanzan û helbestvan mele Nûriyê Hesarî (Pirêşan) re derbas bûn. Bi vê helkeftinê, di vê rojê de, danê sibehê, wek wefadarî û rêzgirtin ji kar û xebarên wî re, beşek ji rewşenbîr û hezkirên peyva Kurdî, di gel çend neferan ji malbata wî, bi dest wan gul û kulîlkên rengîn çûn serdana gora wî, li bajarê Qamişlo, goristana Qidûrbeg.
Şêxê min! Destên te êdî maçî nakim, ez bese
Kavil û wêran te hiştin, ev sera û medrese..
Hêjaye gotinê ku mele Nûriyê Hesarî(Pirêşan), di sala 1934 an de li Kurdistana bakur, gundê Hesarê çêbûye, piraniya jiyana xwe di nav Kurdên Binxetê de derbas kiriye, ji sala 1988 an ve bayê falic lê xistibû; zimanê wî nedigeriya û nivbawî bibû.. Ji berî 40 rojî ve li Qamişlo, di mala xwe koça dawî kiriye.
Yezdanê mezin wê bi dilovaniya xwe şad bike. Bela serê rewşenbîriya Kurdî sax be.

Şîrove (0)