Dost û hevalên dilsoz…Belkî ji qedera gelê Kurd e, ku boneyên wî yên herî gewre û rojên wî yên bi êş û şewat jî di mehe Adarê de ne.
Mîna ku em dizanin, mamoste Rezo ji destpêka jiyana xwe de di nava pirsên gelê xwe de bû, ew bi hemî rê û şêweyan, çi yên rêzanî û çi yên rewşenbîrî, bi erk ustubariyên xwe yên neteweyî radibû, wî tevhiya jiyana xwe terxandi bû gelê xwe, û di wî warî de mînak û pêşeng bû.
Lê tiştê herî balkêş ew bû, ku zimanê Kurdî li ba mamoste Rezo cihekî zor bilind digirt. Parastin, pêşdebirin û bikaranîna wî xembariya wî ya yekê bû. Gava ziman û çanda zimanê Kurdî dihat meydanê, cihê xwehezî û ezîtiyê li ba kek Rezo nedima û qîretê di dilê wî de hildida. Loma jî çi dema ku ew ji bo kar û çalakiyên zimên û çanda Kurdî dihat agahdarkirin, wî hesabên biçûk binpê dikirin, û bê erêna bi hemî kanînên xwe jê re amade dibû.
Ji ber wê jî, û digel ku kek Rezo bi bêtirî zimanekî biyanî baş dizanî û kanî pê binivîsanda jî, lê biryara bikaranîna zimanê dayîkê li ba wî bêveger bû, û hemî cureyên nivîsarên xwe bi Kurdî dikirin, û herwiha bi dehan lêkolîn, çêrok û gotaên xwe, bi kurdiya xwe ya zelal nivîsandin.
Xebata wî ya di kovara “PIRS” de jî di çarçewa dilsozî, hezkirin û pêbendiya bi zimanê Kurdî re bû. Bi rastî jî eger ne bi saya xemxarî û dilsoziya kek Rezo û kesên mîna wî bûya, wekî ku çawa gelek kovarên me yên Kurdî li Sûryê rawestîne, niha kovara “Pirs” jî dê rawestiya ba.
Kek Rezo… Ustubariya me ye ku digel hemî asteng û kêmkasiyan, emê şopa te bajon, û bi alikariya dost, heval û rewşenbîrên dilsoz, û li pêş her tiştî jî wek pêbendiyeke sinciyane bi zimanê me yê şêrîn re, emê derhanîna kovara xwe berdewam bikin, û dara ku Rezoyê Osê bi xuya eniya xwe av dida, biparêzin û nehêlin pelên wê biweşin.
Belê hevalino… Erê em niha birayê xwe Rezoyê Osê bi bîr tînin, lê bê guman ew li ba me û li ba tevahiya gelê Kurd nebûye bîranîn û dê nebe jî, ji ber ku mirovên mîna wî namirin, û her dem di hiş û dilê gelê xwe de zindî dimînin.
Desteya rêvebirina kovara PIRS

Şîrove (0)