hevok .. Ji bo hevala hêja «xilûd»


Şêro DALÎNÎ

Qolincên di hevokên te de ..
Min hêlandikin
Kayina mijûlbûna hestên te yên hardikim
Şaxvedana biryareke di hinavên min de ..
Ji te re şîrovedikim
Dibe ku pêkenîn ..
Ji benîştê dara bejna te be .
Ma raste  .. ?
Ma raste divê ku şerê evînê bi dehên caran bikim ?!
Yan jî xwe bi dehên pirtûkan bidim xwendin
Ta ku evîneke ji hembêzeke sîpe ..
Di dilekî germ de rawestînim
Ezê .. te bi xwe re li hemî welatan  ..
Bigerînim ,
Li şûna hemî alan ..
Te ber ba bikim ..
Te bi gotin û awaz li gorî dilê xwe ..
Binivîsim ,
Li şûna hemî sirûdan her roj bixwînim .
Ez diçim û canê xwe tirafa termekî şewitî ..
Di binê berîka te de ..
Diyariyeke biçûk .. di hêlim ,
min bihêle meyeke kevnar..
min binoşe .. serxweşiya te .. ya min e .

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Tengezar Marînî

 

Retorîk hunera axaftin û derbirîna danebehewrkirinê ye, pêkhateyeke navendî ya lêkolînên ragihandinê û perwerdehiya siyasî ye. Di dîrokê de, retorîk li Yewnana kevn, bi bîrdozvanên giring ên wekî Arîstoteles, Platon û Sokrates derketiye holê, û di serdema Romayê de, ji hêla Cicero û Quintilian ve bêtir pêş ketiye. Di cîhana…

“JI EVÎNÊ WIRDETIR” berhevoka duwem a mamoste Xuşîd Ilêwî ji çapxanê derket.

Ev berhevok wergera helbestine bulgarî ye. Taybetmendiya wê ew e, helbestên ku pirtûk di nav herdû qapên xwe de himêz dike, tev yên helbestvanin bulgarî jin in.

Ji pêşgotina berhevokê Ku Fewaz Ebdê jêre nivîsandiye:

“Di helbestan de…

Konê Reş

 

Berî çend rojan mamoste Vanês Mîranî ji min xwest ku gotinekê li dor navê (Pêşmerge) binivîsim.. Piştî ku ez pêlekê ponijîm, hat bîra min ku, min baş li dor naskirina xwe ji navê pêşmerge re di pirtûka xwe ya ku amade ye ji çapê re bi navê: (Serpêhatiya Min:…

EBDILBAQȊ ELȊ

ger em jiyaneke bê ziman bînin ber çavên xwe, gelo ku ziman neba wȇ jiyan ҫawa birȇve biҫiwa?, wȇ ҫawa șaristanȋ hatiba avakirin?, şaristaniya ku îro cîhan têde dijî wê bi ҫi awayȋ ba, li kîjan astê ba ȗ di kîjan astê de ba?, ez bawerim wê ti şaristanî…