hevok .. Ji bo hevala hêja «xilûd»


Şêro DALÎNÎ

Qolincên di hevokên te de ..
Min hêlandikin
Kayina mijûlbûna hestên te yên hardikim
Şaxvedana biryareke di hinavên min de ..
Ji te re şîrovedikim
Dibe ku pêkenîn ..
Ji benîştê dara bejna te be .
Ma raste  .. ?
Ma raste divê ku şerê evînê bi dehên caran bikim ?!
Yan jî xwe bi dehên pirtûkan bidim xwendin
Ta ku evîneke ji hembêzeke sîpe ..
Di dilekî germ de rawestînim
Ezê .. te bi xwe re li hemî welatan  ..
Bigerînim ,
Li şûna hemî alan ..
Te ber ba bikim ..
Te bi gotin û awaz li gorî dilê xwe ..
Binivîsim ,
Li şûna hemî sirûdan her roj bixwînim .
Ez diçim û canê xwe tirafa termekî şewitî ..
Di binê berîka te de ..
Diyariyeke biçûk .. di hêlim ,
min bihêle meyeke kevnar..
min binoşe .. serxweşiya te .. ya min e .

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Konê Reş

Ji hezarê salan ve

bav û kalên me,

di nav çiya, gelî, deşt û daristanan de

jiyana xwe derbas kirine..

Çiyayê Toros, Zagros û Ararat

li dor wan, ber bi asman ve bilind bûn..

Hêza xwe ji ava çemê Dicle, Ferat,

Zab û…

Mislim Şêx Hesen

 

Di demeke siyasî ya hestiyar de ku herêm tê re derbas dibe , û ligel zêdebûna pirsgirêkên herêmî û navneteweyî , Şanda Hevbeş a Kurd li Rojava hate avakirin û ragihandin ,û ev li ser bingeha encamên Konferansa Kurd, da ku daxwazên gelê kurd ku bi dehsalan têkoşînkirin ji…

Tengezar Marînî

 

Retorîk hunera axaftin û derbirîna danebehewrkirinê ye, pêkhateyeke navendî ya lêkolînên ragihandinê û perwerdehiya siyasî ye. Di dîrokê de, retorîk li Yewnana kevn, bi bîrdozvanên giring ên wekî Arîstoteles, Platon û Sokrates derketiye holê, û di serdema Romayê de, ji hêla Cicero û Quintilian ve bêtir pêş ketiye. Di cîhana…

“JI EVÎNÊ WIRDETIR” berhevoka duwem a mamoste Xuşîd Ilêwî ji çapxanê derket.

Ev berhevok wergera helbestine bulgarî ye. Taybetmendiya wê ew e, helbestên ku pirtûk di nav herdû qapên xwe de himêz dike, tev yên helbestvanin bulgarî jin in.

Ji pêşgotina berhevokê Ku Fewaz Ebdê jêre nivîsandiye:

“Di helbestan de…