Helîm Yûsiv beşdarî mezintirîn konfransa wêjeyê ya cîhanê dibe

  Di çarçoveya çalakiyên çandî de, yên ku îsal li Stenbola ku weke paytexta çandê ya Ewrupayê hatiye hilbijartin, wê „Perlemana nivîskarên Ewrupayê“ di navbera rojên 25-27.11. 2010 de, mezintirîn çalakiya wêjeyî ya cîhanê lidarbixîne.

Di vê çalakiyê de, ji derdora 27 welatên Ewrupayê, bi dehan nivîskarên wêjeyê berê xwe didin Stenbolê û bi beşdariya dora 100 nivîskarên ku li ser sê komisyonan hatine belavkirin, wê pirsgirêkên wêjeyê li Ewrupa û cîhanê bêne gotûbêjkirin
Ji nivîskarên beşdar xelatgirê Nobelê yê sala 2001ê, V. S. Naipaul wê di roja yekem de biaxive û bi dehan nivîskarên navdar ji hemû welatên Ewrupayê di vê çalakiya navneteweyî de cih bigrin.

Ji nav nivîskarên kurd, wê ji Almanyayê Helîm Yûsiv, herwisa ji Fransayê jî nivîskarê zimanê firensî û esilkurd Seyhmus Dagtekin beşdarî vê çalakiyê bibin.

Li gorî agahiyên ku di malpera parlemana nivîskarên Ewrupayê de hatine dayîn, ev ramana civandina hejmareke mezin ji nivîskarên wêjeyê ji Ewrupayê û anîna wana cem hev di mezintirîn civateke wêjeyî de li cîhanê, yek ji encamên hevdîtina her du xelatgirên Nobelê Jose Saramago û Orhan Pamuk e, ku di 18. Gulana 2007 de li Stenbolê, encam dabû. Ev konfrans jî gaveke ber bi pêkanîna wê ramanê ve.

Agahiyên berfirehtir di malpera European Writers Parliament (EWC) de hene:

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Mehmûd Badilî

Di demek herêmî û navneteweyî ya gelekî aloz de, General Mazlûm Ebdî du erkên bingehîn destnîşan dike ku wekî bernameyeke siyasî qonaxî xuya dikin, lê di bingehê de ev herdu erk encama sedsaliyekê ji xwestekên gelê Kurd li Sûriyê ne:

Yekem, bi cihkirina rêkeftineke destûrî bi hikûmeta Sûriyê ya…

Mislim Şêx Hesen – Kobanî

Ziman ne tenê amûrek ragihandinê ye di jiyana mirovan de, ew di heman demê de stûnek bingehîn e ku nasnameya kesane û neteweyî li ser wê ava dibe. Di çarçoveya lêkolînên zanistî yên civaknasî û zimannasiyê de, ziman wekî pergalekî sembolîk û semantîk tê nirxandin ku rê…

Hozan Yûsiv
 

Ev gotar bi taybetî balê dikişîne ser statuya zimanê kurdî li Sûriyê di ronahiya geşedanên siyasî yên dawî de.

Pirsek heye ku pir caran di nîqaşan de derdikeve pêş:

“Heke Kurd zimanê xwe dixwazin, çima bi erebî dinivîsin û têkiliyê dikin?”

Di nihêrîna pêşîn de, ev weku pirsgirêkek zimannasî…

Riyad el-Salih el-Husên

Weger ji Erebî

Bessam Mer’ê

 

Me her tișt heye;

Milyonek nan ji bo milyonek birsî

Milyonek ramûsan

Ji bo Milyonek evîndar

Milyonek xanî

Ji bo Milyonek derbederan

Milyonek pertûk

Ji bo Milyonek şagirt

Milyonek nivîn

Ji bo Milyonek…