Dîmenin ji dîroka gundê Tilşehîrê

Luqman yûsif

Ji gundên herî kevnar di herêma binxetê de ,gundê Tilşehîrê ye.
   Tilşehîr bi bîst kîlometran ji bajarê Qamişlo dûre .Ew di keve hêla rojhilatî bajêr de .
   Ew bi çarsed metrî bi ser derya dikeve .Herdû gundên bi navên Tilcîhan û qenterê ewê ji çiyayê Bagokê bi dûrdikin

   Gundên li hawîrdorî Tilşehîrê evin :
   Li başûr gundê Beyandûr. Li rojhilat gundê Xwêtlaye.Li bakur gundê Tilcîhanê ye.Li rojava gundênTilbeşkê û Dekşûrî ne .
    Du çem di axa gund re diherikin ,yek bi navê Tilşehîrê ye û yê dî bi navê xwêtla ye.
   Berî Qamişlo ava bibe Tilşehîr bi qeza Nisêbînê ve ( li Serxetê) girêdayî bû .
   Li gor hatye gotin,navê gund ji sê çavkehniyan hatiye  berbihevekirin: Tişîhir (bi zaravê koçerî devera bi xêr û bêr).Tilşehir ( bi tirkî ,girê bajêr) Tilşeîr ( bi erebî girê bi ceh ).Ji vê şîrovê tê xwyakirin ku Tişîhir ya herî nêzîke ji  rastiyê re .
   Li gor dîtin û helwesta şanda sûrî ya arşyolojîk tê diyar kirin ku temenê girê gund ji 8 hizar sal ta 12000 an deye . Ewan bi xwe jî dîtnên xwe avakirine li ser parçeyên antîke yên ku di lêkolîn û vedana gir de hatine dîtin û li gor evan dîtnan temenê gir bi vî rengî ew vedgere 5700salî B.Z û di dîrokê tê naskirin bi dema Hesûna Albakir.
ـ Di hizarê çaremîn de >>>>Dema Orok
ـ Di hizarê sêyemîn de >>>Dema Nînewa
ـ Di hizarê dwemîn de>>Dema Xabûr û Mîtan
ـ Di hizarê yekemîn de >Demên Roman,Bîzans,û paş re Ebbasî(Eyûbî)-Osmanî.
    Berya ku Elê kurê  Emer,kurê Remo ,kurê Evdê ,kurê Hacî kurê silêman   ( Eşîra Hacî silêmanan bi navê bapîrên Elê hatiye bi nav kirin) gundê Tilşehîrê ji destê Xelef axa (mezinê sinceqê di wê demê de ) li dor sala 1816an de werbigre,ev gund ji gundên herêmê yên avabû û ji her çar olan : Xiristyan,Ezîdî , Cihû û Misilman tê de hebûn.
   Piştî hatina Elê ji bo gundê Tilşehîrê ,ewî dest danî ser axa gund bi tevahî û paş re bû peytexta eşîra Hacî silêmanan .Ev eşîra ku di dema îro de xwedanê 13 gundaye ( li Serxet û Binxetê). U bavikên ji vê eşîrê di van gundan tevan de li Haciê Silêmên digihin hev û gundên wan jî evin: Tilşehîr,Beyandûr,Dekşûrî,Tilbeşk,Omerîk, Doda , Hilwa , Hasûd , Xirbedîb , şelûmî, Girdêmê Helîmê û Qesirbelek( li Serxetê).
   Li gor dîtinên dîroknasan hebûna Hacî silêmanan li Tilşihîrê gihiştiye 225salan ,ji ber ew dibînin ku her 3 bavik(nifiş) dibin sed sal û ji bavikê roja me ya îro ta bi Elê dibin 6 bavik û bi vî rengî tê xwyakirin ku eşîra Hacî Slêmanan ji eşîrên kurdayî kevnare di herêma Binxetê de ,û li gel Hacîsilêmanan di gundê Tilşehîrê de şaxin ji eşîrne dî hebûn û heya dema neha jî dimînin; mîna: Bûtika,Abasa,Seyida,Comera,û Mihaciran.
   Piştî stêra Hecî Hemza (ji neviyên Elê) vemirî .Eliyê Evdê û herdû birayên wî Ewad û Usif û pismamê xwe Usifê Silêman û zarwên wî serkêşa Tilşehîrê kirine.
   Di dema desthilata osmaniyan de di sala1909 an de dibistanek bi tirkiya kevin(eskî turkçe) hatiye afirandin û hijmarekê ji gundiyan tê de xwendine û dîplome jê wergirtine; û yek ji wan kesan Salihê Ehmed bû.
   Di dema desthilata firensî de dibistan di sala 1936 an de bi zimanê erbî di xaniyê surgent Pîto de hatiye vekirin û mamostayê pêşî lê dest bi fêrkirina zarokan kiriye navê wî Mustefa zemberekçî bû .
   Di sala 1939an de dibistana fermî hatiye avakirin (dibistana axî) .
   Di sala 1951ê de Melle Ehmedê Namî dibistaneke xwendina bi zmanê kurdî vekirye û keçeke kurd bi navê Hediye şêxo zarok tê de fêrî zmanê dayikê dikirin .Paş re di sala 1962an de, dibistana ta îro di domîne hatiye avakirin û bi sedan xwendina xwe ya serete lê bi dawî kirine .Paş re gelekan ji wan xwendina xwe berdewam kirine û gelek dîplomên bilind mîna doktora ji rexên wan ve hatine wergirtin û gelek ji wan bûne bijîjk,endeziyar, parêzer û mamoste…

 

   Li vir hêjaye gotinê ku bi dehan zarok ji gundên  derdorî Tilşehîrê dihatin dibistana gund, ji ber dibistan di wê demê de li gundên wan ne hatibûne avakirin.
   Ji bilî dibistanan hatina şêx û kesên hiş vekirî di wê demê de ji bo gundê Tilşehîrê rolek pir giring lîstine û bandorek mezin li hişê xortên gund kirine, rê ya wan ronî kirine û ew ji bilî wan cida kirine mîna: şêx Birahîmê Tinatî(Tilşehîrî) (1885-1956), Melle Ehmedê Namî(1906-1975), şêxê nemir Evdurehmanê Garisî(1869-1932)hozanê gelê kurd Cigerxwîn(1903-1984) , şêx Mihemed şefîq û ji bilî wan .
   U bi saya evan kesan xelkê gundê Tilşehîrê dane ser rêya pêşketinê û koletiya ji şêx û axayên kevinperest re li paş xwe hiştine.
   Ji ber evan sedeman rêxistinên welat parêz rêya xwe lê vekirin û cihên xwe tê de çêkirin û ber ê gelek welatparêzên wê demê kete gundê Tilşehîrê de mîna: Cemîlê Seyda ,Tewfo Axa,Celadet Bedirxan,Miqdad beg,û Qudûr- beg …..
   Tê bîranîn ku xelkê gundê Tilşehîrê di şerê Beyandûr de li dijî firensiyan  desthilandine û di wî şerî de mêrek ji eşîra Hacî silêmanan bi navê Xelîlê- Ehmê hate kuştin û bira yê wî Evdo hate birîndarkirin û di encamê de firensa qijle li ser girê Tilşehîrê avakir.
   Di dawî de hêjaye gotinê ku di sala 1937an de şandek ji eşîra Hacîsilêmanan bi serokatiya Eliyê Evdê li ser daxwaza Haco li bin konê Eliyê Isa li gundê Bezûna civînek li darxistine ji bo xwestina mafên kurdan ji firensiyan,û li ser eşîra Hacîsilêmaniyan û li gor kesên zana di vî warî de mîna rehmetiyê Eliyê Bozo dibêjin ku ew şaxek ,yanjî bavikekin ji Harûnan,ew ji hêtmê ne û di rehên xwe de dighine Bedirxaniyan . 

L.yusif@hotmail.com

 

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Ehmed Tahir

Yarê ne xuya ye lo

Dilê min dêşê

Cih û war ziwa ye lo

Serê min dêşê

Milet jar û geda ye lo

Di zor û kêşê

Her yek ji hev cuda ye lo

Bê qad û bêşê

Rêber ne…

Dildar Sheko

Berî bi çend salan li Zanîngeha Rojava (di bîhnvedana havînê de) min dersa -Romana Cîhanî- dida. Bi gelemperî li ser zagon, pêdivî û şêweyê darijtin û amadekirina Romanê em radiwestiyan.

Nimûne:

1- Zagon; di darijtina Romanê de divêt yê nivîskar bê layen be da bikare rastiya serdema Rûdanê ji hemî aliyan ve…

EBDILBAQȊ ELȊ

Gelo çima desthilata dogmatîk gendel dibe?.

Çima kargêriya polîtîkî û aborî ya her desthilata ku rêbazeke bîrdozî digire têk diçe?.

bê gûman ev ne pirsin raporte ne,lêbelê ew pirsên bingehîn in ku me dixin pêşiya rastiya nexşeya siyasî û rastiya siyasî ya gel,û neteweyên ku bi kiryarên bîrdozî…

Adil Xelîl

Ji dûr hatin.

Bajarekî nenas, koçberin, dîsa xerîbin.

Her tişt wan diqewitîne,

Careke din wan bi dûr dixîne.

Mijek sitûr li wan rasthat

Ta bi qotê serê xwe

Di navde çûn

Mijek sitûr ew dorpêç kirin.

Çi mêrin, lehengin!

Bi hêvîyan…