KONFRANSA ZIMANÊ KURDÎ LI AMEDÊ

 Konferansa Parastina Kurdî û Perwerdeya bi Kurdî ku di çarçoveya 4emîn Rojên Wêjeyê li Diyarbekirê de hate lidarxistin, rojên 18-19ê mehê pêk hat û roja 20ê mehê jî encamnameya xwe bi daxuyaniyeke çapemeniyê ragihand raya giştî.

Kak Osman Baydemir serokê şaredariya Amedê peyvek di despêkê de ji mêvanan re got, û wî jî ew yek da xuyakirin ku vejîna zimanê Kurdî ne dijî ti zimanên dîtire. Em îro li vî cihî kom bûne ku em bikarin li ser wan riyan rawestin yên ku dikevin bin xidmeta parastina zimanê me de.
Bi dû vê yekê de konfrans dest bi karê xwe kir ku dîwana serokatiyê hate destnîşankirin û ji van endaman pêkhat:
1. Samî Tan
2. Berzo Mehmûd
3. Ezîzê Cewo
4. Nicemedîn Cebarî

Piştî ku dîwana serokatiya Konfrans rûnişt, nivîser û zimanzanên beşdar û komîteyên tevgera zimanê Kurdî dest bi xwendina lêkolîn û gotaran kirin. Wilo jî du roja berdewam kir. Li dawî hin encam hatine danîn. Em encamnameya konferansê ji bo aktîvîstên zimanê kurdî li vir diweşînin. Ev jî deqa wê ye:

Encamnameya Konferansa Parastin û Perwerdehiya Zimanê Kurdî
Konferansa Parastin û Perwerdeya Zimanê Kurdî ku  di çarçoveya 4’mîn Rojên Wêjeyê li Diyarbekirê de di navbera 18 û 19’ê sermawezê de bi beşdariya 150 delegeyan li Salona Konferansê ya Şaredariya Bağları pêk hat. Konferans ji hêla Şaredariya Bajarê Mezin a Diyarbekirê û bi piştgiriya saziyên ku xebata parastin û pêşvebirina zimanê kurdî dikin ve hate lidarxistin. Di konferansê de li ser rewşa zimanê kurdî, li ser pişaftin û xwepişaftinê, li ser parastin û perwerdehiya zimanê kurdî nîqaşên kûr hatin kirin. Di encamê de beşdarên konferansê gihîştin van biryaran.
·  Di konferansê de hate destnîşankirin ku bikaranîna polîtîkayên pişaftinê sûcekî mirovahiyê ye. Lewre ev polîtîka ji hêla beşdarên konferansê ve hatin şermezarkirirn.
·   Beşdarên konferansê bal kişand ser çavnebariya li hemberî zimanê kurdî û ji ber bikaranîn û handana zimanê kurdî pest û pêkutiyên li ser şaredariyên DTP’yî şermezar kir.
·   Delagasyona konferansê, pêşniyar li Hikûmeta Herêma Kurdistana Federal kir ku li herêma Parêzgeha Duhokê û derdora wê ku zaravayê kurmancî lê tê bikaranîn, perwerdehî bi zaravayê kurmancî be.
·  Beşdarên konferansê diyar kir ku mafê ziman û çandê li gorî pîvanên navneteweyî jî mafên herî rewa û demokratîk in. Li ser vê bingehê beşdarên konferansê bang li  kurdên Tirkiye, Suriye û Îranê kir ku mafên xwe yên çand û ziman xwedî derkevin.
·  Beşdaran destnîşan kir ku ji bo pêşketina ziman mercên aştî û aramiyê pêwîst in. Ji bo vê yekê jî  konferanse me xwest ku li Tirkiyeyê ji bo pêkanîna mercên aştiyane her kes barê ku dikeve ser milên xwe pêk bîne.
·  Beşdarên Konferansa Parastin û Perwerdehiya Kurdî astengkirirna televîzyon û weşanên kurdî yên mîna Roj tv, MMC û Komala Tv. wekî binpêkirina mafên mirovan û astengkirina li hemberî zimanê kurdî dibînin û vê yekê şermezar dikin.
·  Delegasyona konferansê xwest ku di warê fêrkirin û perwerdehiyê de alîkariyeke taybet ji kurdên  Ermenistan, Başûrê Rojavayê welêt bê kirin. Her wiha alîkariyê dirêjî hemû kurdên di heman rewşê de ne jî bibe.
·  Beşdarên konferansê bang li saziyên sivîl û demokratîk ên li hemû herêmên ku kurd lê dijîn kir ku têkiliyên xwe yên civakî, çandî, hunerî û aborî xurt bikin da ku zarava û devokên kurdî ber bi hev ve werin û nêzîkî hev bibin.
·  Di konferansê de girîngî û pêwîstiya Tevgera Ziman ji bo parastin û pêşvebirirna Zimanê kurdî hate destnîşankirirn û bang li hemû gelê kurd hate kirin ku bi hemû îmkanên xwe beşdarî xebatên Tevgera Ziman bibin.
·  Konferansa me bal kişand ser girîngiya jin û ciwanan a di parastin û pêşvebirina zimanê kurdî de û xwest ku jin û ciwan di parastin û pêşvebirina zimanê kurdî de peywireke taybet bigirin ser milên xwe.
·  Konferansa me gihîşt vê encamê ku teknolojî heta niha ji bo pişaftina zimanê kurdî hatiye bikaranîn. Beşdaran xwest ku gelê kurd di parastin û pêşvebirina zimanê kurdî de bi awayekî xurt ji teknolojiyê sûdê wergire.
·  Konferansa me rojanebûna Rojnameya A. Welat wekî gaveke dîrokî bi nav kir û xwest ku gelê kurd bi her awayî li wê û  hemû weşanên bi kurdî xwedî derkeve.
·  Her wekî di konferansa par de jî biryar hatibû girtin, konferansa me pêşniyar li Hikûmeta Herêma Kurdistana Federal kir da ku gav bi gav ber bi serdestkirirna tîpên latînî ve biçe.
·  Konferansa Parastin û Perwerdehiya Kurdî bang li rewşenbîr û akademîsyenên kurd kir ku bi zimanê kurdî berheman bidin û li ser zimanê kurdî xebatên zanistî bikin.
·  Beşdarên konferansê bang li dewletên ku kurd hemwelatiyên wan in kir ku hebûna zimanê kurdî nas bikin û ji bo parastin û pêşvebirina zimanê kurdî butçeyeke taybet veqetînin.
·  Her çiqas li ber zimanê kurdî hinek astengî hebin jî,  yên ku zimanê kurdî biparêzin kes û saziyên kurdan in. Tiştê girîng  ev e ku kurd û kesên ku xwe kurd dihesibînin, beriya her tiştî di jiyana rojane de, di danûstandinên bi her awayî de zimanê xwe bi kar bînin. Di vî warî kêmasiyeke mezin heye, berî her tiştî divê ev kêmasî ji holê rabe.

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Fewaz EBDÊ

Xak

rehên xwe li ber ronahiyê vedike

rokê weke piyaleke meyê di 21ê Adarê de vedixwe

Çiya

xeftanekî ji bê davêje ser mile xwe

radibe ser tilîkan û çirayên xwe li quntaran vêdixîne

li asîman reng vedidin

<p...

Dr. Mahmud Abbas

Cejna Newrozê nêzî sê hezar sal berê hatiye avakirin û di dîrokê de weke têgeheke piralî derketiye holê û di nasnameya manewî û çandî ya gelên herêmê de cih digire.

Cejna Newrozê ne tenê cejneke derbasbûyî ye, lê rêûresmek e ku di nav sembolan de ye,…

Fewaz EBDÊ

Şeva qirkirinê

Şeva wêranê

Şevek ji şevên Remezanê

Şevek ji Adara kulên kurdî

Osmanê Ebdo malbat li dora xwe kom kiribû

Xewna zeviyeke genimî berfereh ji wan re digot

Şeva wêranê

Çivîkan baskên xwe ji sibe re amade dikirin û

Keçika…

Fewaz EBDÊ

Helebce!

Ey bajarê ji destê qederê şemitî û

li ser milê ba di xew ve çû

Di bêdengiya gerdûnê de birîn vebû

Şiyar bû, xwe bi girî pêçayî dît!

Ji bilî siya kêlên jibîrkirî li wir tunebû û

ne nalîn…