Formayetî û sîmboliya rengan di derhuneriya (bergeyê) de

  Şepal Hêvo
shepalhevo@live.de
 

Harmoniya nîgaş û pîvana mijaran di wêjeyê de roleke giring e ,
her nivîskarek di ciyê ku ew xwe tê de dibîne, armanceke wî/ê,di pêvajoya
afrêneriyê de peyda dibe,bê guman ew kesên ku roj bi roj,hewil didin di her

goşeyekê de bejneke bilind biçînin.
Di vê babeta ku hîn kesî ew bi şêweyekî fermî ne wergirtiye,di her salekê
dehejmareke mezin ji pirtûkan dertê,Çîrok,Helbest,Roman,û Şano,tev jî dikevin di rêza hewildanan de,hin bi nirix,û hin jî qels,lê tiştê giring yê ku bala mirov dikşîne,bergeyên wan pirtûkan ji hêla derhunerî û neqandina rengan ve,ku ew tenê meraq e,yan jî ne pêwîstiyeke ku mirov jê sûde bigre.

Li vir dixwazim hinekî li ser sîmboliya rengan biaxifim,qena ji xwendevanan re ragihînim bê çi bobelat bi serê kincê pirtûka kurdî de hatiye:reng bi hemî cûreyn xwe ,gava mirov di hinavên wan de mijûl dibe,her rengek karwanekî ji wateyan
di kûrahiya xwe de vedişêre,ew wate çine?

Li cem miletan yên ku roleke wan di xwendina rengan de,bi şêweyekî zanistî û oldarî heye, ku ew  çawa reng dinasin û bi çi awayî wî şîrove dikin.
Reş: mîrê renga ye, ji ber ew di sîkolocîya xwe de , bi hemî rengan re pêwendiyê
vedike û ew bi xwe  di destanên kevnetor de nîşana mirin û şîniyê ye, û li cem kilasîkiyan reş rengê qidoşiyê ye.
Şîn: rengê dilovanî û geşbîniyê ye, Çînî di sitranên xwe de yên filoklorî dibêjin:Eger rengê şîn bigrî wê buhar bo me bikene, û eger hinekî zerhimî bimîne ,zanibin gunehên me pirin.
Sor:ev reng rengê harbûnê ye ,rengekî dirinde ye, di pirtûka ola Zerdeştiyan (Avesta)
de, sor rengê agir e,û agir di Avesta de , di ¹Haiti 62 de (Pîrozkirina Agir) wisa hatiye nivîsandin:4-wa agir,kurê ²Ahoramezda ,kêfxweşî û têrbûnê bide min,şadiyeke mezin ,rozîn û dewlemendiyeke mezin bide min,şarezayê û zimanekî pîroz,zimanekî nazik bide min,hiş û jîrbûnê pêşkêşî min bike,ji bo wî rewanê di ser bilindbûnê re,yê bala yê di ser êgir re.

Û li cem H.Melayê Cizîrî di dibistana Sofîyetê de,di pesnê agir de wisan dibêje:
Me ji narê diye nûra te di dil
Lew ji işqa te her ateşperesîn
wata vê malikê: me roniya te dît [mebest roniya Yezdan e] ji wî agirê di dilê me de,lewra em ji evîndariya te bûne beniyên agir ta bi dawiyê.

zer:rengê dexs û kirêtiyê ye,kesik:rengê lavekariyê ye, ta….b.d,
û reng di her qunaxekê de, nîşanekê yan jî wateyekê didin, mînak: kincên zarokan,yên xortan,yên pîran,her temenek rengekî li xwe dike ango mirov bi wan rengan tiştê di sîkolociya xwe de radighîne demê,û pêkanîna rengan di form de,
pirsgirêkeke pir hêja ye ku mirov xwe pê re biwestîne.

Şêwekarên cîhanê yên ku muhreke wan di mêjiyê afrandinê de heye çawa bi reng û form re didin û distînin?
Gelek dibistanên şêwekariyê hene,D.romentîkî,D.cîwariyê,D.nûjeniyê, D.suryaliyê,D.derbirîniyê,D.pêşerojiyê, û ta…b.d, her yek ji wan alavên wê yên taybet hene,carna reng dixistin şûna axeftinê de, ya di navbera wan kesên di tabloyê de, û carna jî ew reng ji hêla pêkanîna wî di form de,dibû perçeyek ji xemgînî û azeriya wî kesî bi xwe,vêca hin ew diqermiçandin û hestekî biyanî tê de dipejirandin, û hin in din jî ew di form de bela-wela dikirin,mîna nêçîrvanekî jêhatî,ku çawa tora xwe li ber masiyan vedide.

Reng di Psychologie de:
Di vî beşî de reng weke mirovekî tê nas kirin,xwendinên nû teqez kirine bê reng bandorê li şanik û hestên mirov dike,rengê sor rengekî doblomasî ye ,û zaniyarên
Psychologie yê dibêjin: rengê hezkirinê ye,û ev reng alîkariyê dide hestên mirov ku baweriyê bi xwe bîne,vêca dema yên doblomasî diçin welatekî din,berê sor li ber wan radixin .
Orenc:dilbijandina mirov vedike,û li xwaringehan bi piranî peyda dibe, ji bre coşekê li cem mirov çêdike,lê ew di odeyên razanê de ne babet e, çimkî ew reşbîniyê bi mirov re çêdike,ji ber ew ji rengê sor e,û sor ji rokê hatiye, vêca hestekî bi hezkirina jiyanê dide me,dema em her sibeh rokê dibînin, û ev reng Hirmon an li cem pîrekê zêde dike û jiyanê di çavên wê de geş dike.
Kesk:rengê evîniyê ye ,ji ber çi tiştê kesik tik-tika dengê jiyanê jê dertê.

Eger form û reng di bergeyê de ne babet bin, û ew xêzên hestiyarî yên ku rewanê navûnîşana pirtûkê geş dikin,ne pêwîst bin,naxwe çima em wan bikartînin?
Vajîbûna bergê bi nivîsandina wan mijaran re dihêle ku mirov biryarekê di mafê pirtûkê de bistîne,ji ber ew rûdêmên  di wê tabloyê de, tev de dibin mertalek ji rewanê nivîsandinên me re.Hêviya Berhemên me, dema em wan li ber çav û hestên xwendevanan dihêlin, ku em kirasekî bedew jê re bizûlînin,ew jî neviyên xwaziya ne,
bila hinekî delaliyên xwe li çavên me bikin.

Sedemên ku hiştin ev xal werin daxuyanî kirin,dûrbûna şêwekaran ji êşa kesê nivîskar, û daketina wî bi Kopîkirina wêneyan ve,û eger min got:bila gellekî li min negre,îro roj gazind jê dibin,ew mirêka her berhemekê ye,ew nîşana her hevokekê ye.ku mirov li pêşiya tabloyekê raweste û çavên xwe di kolanên rengan de bigerîne,
Bê ka çend helbest tê de raketî ne?,çend awaz tê de bişkivîne?

1- Haiti:gurzek ji narîn û nimêjên oldarî ne.
2- Ahoramezda:xwedayê qenciyê ye.

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Ehmed Tahir

Yarê ne xuya ye lo

Dilê min dêşê

Cih û war ziwa ye lo

Serê min dêşê

Milet jar û geda ye lo

Di zor û kêşê

Her yek ji hev cuda ye lo

Bê qad û bêşê

Rêber ne…

Dildar Sheko

Berî bi çend salan li Zanîngeha Rojava (di bîhnvedana havînê de) min dersa -Romana Cîhanî- dida. Bi gelemperî li ser zagon, pêdivî û şêweyê darijtin û amadekirina Romanê em radiwestiyan.

Nimûne:

1- Zagon; di darijtina Romanê de divêt yê nivîskar bê layen be da bikare rastiya serdema Rûdanê ji hemî aliyan ve…

EBDILBAQȊ ELȊ

Gelo çima desthilata dogmatîk gendel dibe?.

Çima kargêriya polîtîkî û aborî ya her desthilata ku rêbazeke bîrdozî digire têk diçe?.

bê gûman ev ne pirsin raporte ne,lêbelê ew pirsên bingehîn in ku me dixin pêşiya rastiya nexşeya siyasî û rastiya siyasî ya gel,û neteweyên ku bi kiryarên bîrdozî…

Adil Xelîl

Ji dûr hatin.

Bajarekî nenas, koçberin, dîsa xerîbin.

Her tişt wan diqewitîne,

Careke din wan bi dûr dixîne.

Mijek sitûr li wan rasthat

Ta bi qotê serê xwe

Di navde çûn

Mijek sitûr ew dorpêç kirin.

Çi mêrin, lehengin!

Bi hêvîyan…