VEDENGÊN NIŞÛVÊ \ SIYAMENDO

Fewaz Ebdê

Min dît

            Pezkovî

            Bi pênûseke ji qiloçên xwe

                        û ximaveke ji toza rê 

                                    namekê li hewa dinivîse.

Demê xwe di bêrîkeke asîmên de veşartibû

Daran xwe fêrdikirin

   çawa bigirîn

       bêyî ku yek pelî biweşînin

Ne Siyamend bû li wir

            lê rengvedana nigê wî bû

                        li ser zinêr pîkolî dikir

Lew;

   Çiya

            gavên wî

            bêhtir ji navê wî

                         bibîr tîne.

Xecê

  Li ser desmalkeke ji bêdengiyê

            hêsirên xwe qenewîç dike

                        û bi dengekî zîz

                        ji Pezkovî re nehwirîne

            Derdor li ber dengê wê

                        bêdeng dimînin

                        xwe dadixin da ku erdê ramîsin.

 Lê

            Pezkovî bi kêferata dawî re

                        Herdû nigên pêşê xistin

                                    û mîna perîkekî

                                                ew di zinêr werkir.

Li vir

Li ser zinaran

            Pezkovî çipp rawestiyaye:

                        Peykerek ji bêdengiyê

Di çavan de;

 Qapaniya Siyamend

            û hewara Xecê ya nîvkuştî

                                    reng vedane..

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Xizan Șîlan

ey kemana dilê melûl

bi awaza têlên te yên zîz

çiya û zozan bi gulên serkeftinê

dixemilin

miriyên goristanan

di xewa aramiyê de

vedihesin

pêlên çeman

bi xumexum zelal diherikin

heyv di şadiya xwe de

dibiriqe

îskeîska giriyê zarokên…

Dr. Mehmûd Abbas

Bi dehsalan e ku di beşeke berfireh ji gotara ramyarî û çandî ya Kurdî de, nûnerê Kurd Hesen Xeyrî Beg wek yek ji wan kesan hatiye pêşkêşkirin ku navê wan bi «welatfiroşiyê» ve hatiye girêdan. Ewqas ku hemû jiyana wî di helwestekê de hatiye kurtkirin; helwestek ku wî di yek ji hestiyartirîn û…

Bavê Zozanê

Îro 23.08 2026 li Essen ê li Almanya, kongirê Sêyemîn yê Yekîtiya Giştî ya Nivîskar û Rojnamevanên Kurd li Sûriyeyê bi beşdariyeke berfireh ji endaman di atmosfêreke erênî de û bi giyanekî berpirsiyarî hat lidarxistin.

Di kongir de endamên saziyê ji Almanya, Sûriye, Kurdistana Iraqê, Norwêc û Keneda û…

Silêman, Bavê Sîpan
Dayê tu mestire
Ji hemî Gotinan
Tacek ji lal û zêr
Li ser serê mine

Carkê tu soz bide
Min bi tenê nehêle
Durbûne te ji min
Deryayek bê pêle

Çiqas pesn bidim
Ji bo te hindike
Yek dîtin ji te …
Bûharê geş dike

Tu mestire mestir
Ji pesn û Gotinan
Bihuştê qet nabim
Kû tu li ba mine…

Tarî nabe li min
Tu yê Find û Çirea
Ez penaberim…