Şepal Hêvoshepalhevo@live.de
Harmoniya nîgaş û pîvana mijaran di wêjeyê de roleke giring e ,
her nivîskarek di ciyê ku ew xwe tê de dibîne, armanceke wî/ê,di pêvajoya
afrêneriyê de peyda dibe,bê guman ew kesên ku roj bi roj,hewil didin di her
dehejmareke mezin ji pirtûkan dertê,Çîrok,Helbest,Roman,û Şano,tev jî dikevin di rêza hewildanan de,hin bi nirix,û hin jî qels,lê tiştê giring yê ku bala mirov dikşîne,bergeyên wan pirtûkan ji hêla derhunerî û neqandina rengan ve,ku ew tenê meraq e,yan jî ne pêwîstiyeke ku mirov jê sûde bigre.
di kûrahiya xwe de vedişêre,ew wate çine?
Reş: mîrê renga ye, ji ber ew di sîkolocîya xwe de , bi hemî rengan re pêwendiyê
vedike û ew bi xwe di destanên kevnetor de nîşana mirin û şîniyê ye, û li cem kilasîkiyan reş rengê qidoşiyê ye.
Şîn: rengê dilovanî û geşbîniyê ye, Çînî di sitranên xwe de yên filoklorî dibêjin:Eger rengê şîn bigrî wê buhar bo me bikene, û eger hinekî zerhimî bimîne ,zanibin gunehên me pirin.
Sor:ev reng rengê harbûnê ye ,rengekî dirinde ye, di pirtûka ola Zerdeştiyan (Avesta)
de, sor rengê agir e,û agir di Avesta de , di ¹Haiti 62 de (Pîrozkirina Agir) wisa hatiye nivîsandin:4-wa agir,kurê ²Ahoramezda ,kêfxweşî û têrbûnê bide min,şadiyeke mezin ,rozîn û dewlemendiyeke mezin bide min,şarezayê û zimanekî pîroz,zimanekî nazik bide min,hiş û jîrbûnê pêşkêşî min bike,ji bo wî rewanê di ser bilindbûnê re,yê bala yê di ser êgir re.
Me ji narê diye nûra te di dil
Lew ji işqa te her ateşperesîn
wata vê malikê: me roniya te dît [mebest roniya Yezdan e] ji wî agirê di dilê me de,lewra em ji evîndariya te bûne beniyên agir ta bi dawiyê.
û reng di her qunaxekê de, nîşanekê yan jî wateyekê didin, mînak: kincên zarokan,yên xortan,yên pîran,her temenek rengekî li xwe dike ango mirov bi wan rengan tiştê di sîkolociya xwe de radighîne demê,û pêkanîna rengan di form de,
pirsgirêkeke pir hêja ye ku mirov xwe pê re biwestîne.
Gelek dibistanên şêwekariyê hene,D.romentîkî,D.cîwariyê,D.nûjeniyê, D.suryaliyê,D.derbirîniyê,D.pêşerojiyê, û ta…b.d, her yek ji wan alavên wê yên taybet hene,carna reng dixistin şûna axeftinê de, ya di navbera wan kesên di tabloyê de, û carna jî ew reng ji hêla pêkanîna wî di form de,dibû perçeyek ji xemgînî û azeriya wî kesî bi xwe,vêca hin ew diqermiçandin û hestekî biyanî tê de dipejirandin, û hin in din jî ew di form de bela-wela dikirin,mîna nêçîrvanekî jêhatî,ku çawa tora xwe li ber masiyan vedide.
Di vî beşî de reng weke mirovekî tê nas kirin,xwendinên nû teqez kirine bê reng bandorê li şanik û hestên mirov dike,rengê sor rengekî doblomasî ye ,û zaniyarên
Psychologie yê dibêjin: rengê hezkirinê ye,û ev reng alîkariyê dide hestên mirov ku baweriyê bi xwe bîne,vêca dema yên doblomasî diçin welatekî din,berê sor li ber wan radixin .
Orenc:dilbijandina mirov vedike,û li xwaringehan bi piranî peyda dibe, ji bre coşekê li cem mirov çêdike,lê ew di odeyên razanê de ne babet e, çimkî ew reşbîniyê bi mirov re çêdike,ji ber ew ji rengê sor e,û sor ji rokê hatiye, vêca hestekî bi hezkirina jiyanê dide me,dema em her sibeh rokê dibînin, û ev reng Hirmon an li cem pîrekê zêde dike û jiyanê di çavên wê de geş dike.
Kesk:rengê evîniyê ye ,ji ber çi tiştê kesik tik-tika dengê jiyanê jê dertê.
Vajîbûna bergê bi nivîsandina wan mijaran re dihêle ku mirov biryarekê di mafê pirtûkê de bistîne,ji ber ew rûdêmên di wê tabloyê de, tev de dibin mertalek ji rewanê nivîsandinên me re.Hêviya Berhemên me, dema em wan li ber çav û hestên xwendevanan dihêlin, ku em kirasekî bedew jê re bizûlînin,ew jî neviyên xwaziya ne,
bila hinekî delaliyên xwe li çavên me bikin.
Bê ka çend helbest tê de raketî ne?,çend awaz tê de bişkivîne?
2- Ahoramezda:xwedayê qenciyê ye.

Şîrove (0)