Li paş pencereyê

Ehmedê Huseynî
ehmedehuseyni@live.co.uk

Bi gavên te re, darên ku di çavên te de dihejin, yên ku li ser milên te, di sira bayê gulanê de, xwe li ba dikin, dihejmêrim..
Di sînga xwe de, careke din, kavilan dinijinînim û sûcdariyên xwe yeko yeko dixwînim, bi destên xwe hişê dîrokê radigirim û ferhengên dilê xwe bi ava jibîrkirinê helel dikim..

Tembînameyên bêrîkirinê bi gavên te re diafirînim û ji tirsa baranê dilê xwe dibijînim maça te.
Li paş pencereyê, ez bi bîranînên te di ser dev re dirijim..
Dara spî ya li pêşberî min ji awirên min ditirse, pelên xwe bi lezgînî diweşîne.
Pîrejina ku li gorepanê bi segê xwe re dileyize, çend caran dibawişke, sîbera xwe li pey xwe, di bêhûdeyiyê de ji bîr dike û ji ber çavên dara spî wenda dibe..
Tu, mina pinpinîkekê, baskên te bi nimebaranê şil dibin, tu mina dastanekê, peyvên te bi ronahiya vê sibehê dinimin, tu berê xwe didî koşeya xatirxwestinê û li agirê dadayî yê li paş pencereyê nanêrî!
Tu dûr diçî, mirin nêzîktir dibe…
Li paş dara spî, kêlên goristana Amûdê, di çavên min de şîn dibin, helbestên ku keziyên reşgirêdayî yên welatê min dipesinînin, li ser keviya şaneşînê, dest bi nimêja xwekuştinê û dest bi talankirina bazbendên bîra xwe dikin.
Destên xwe ber bi gavên te ve dişînim, çîroka dara spî ji perdeya qeweyî re dixwînim û dilê min ji esmanê vegotinê bi ser hinarkên te de dinuqute, bi ser zinarên laşê te de diherike û bi ser destê te de yê ku dê xatir nexwaze, wek heyveke çarde şevê dirije..
Min destê xwe avête rûbarên kenê te, min valahiya di navbera xwe û te de bi piyala cave xwe vexwar, min sira bayê vê sibehê hînî serdemên bendemanê û hînî şkestina baskan û hînî ewrên derengmayî yên xewn û xwezayan kir..
Li paş pencereyê, min darbestên hetav û elindê ji ser milên xwe ber bi gavên te ve avêtin û min qebqeba te di nermika destê xwe de kola.. Destê min wek welatekî bindest vêket û dengê çurisînê ji gewriya bendemana min de pijiqî…
Dara spî ji ber cave min wenda bû..
Pîrejina ku bi segê xwe re dileyist, ji segê xwe dipirsî: gelo wê dara spî gopalê min jî bi xwe re bir?
Keviyên şaneşînê di gorepana birîna zaroktiya xwe de xeniqîn..
Perdeya qehweyî li qirika min hate pêçan..
Destên te li ba nebûn!!
Cigareya min di nav tiliyên min bi ser tejikê ve ket,
Li paş pencereyê ez û velerzînên bendemana xwe, dişewitin,
Rûyê te yê dilovan, destên te yên ji krîstala bêrîkirinê, di neynikên êgir de, bi ser min de û bi ser bîna gulên mirina min de, digirîn.

06. 05.2010

London

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Mizgîn Kenaan

Gelek caran di xebatên akademîk de yên ku li ser berhemên wêjeya klasîk tên amadekirin, navê Aleksandre Jaba derbas dibe. Bêguman kesên têkiliya wan bi wêjeya klasîk re heye, vî kesî baş nas dikin û zanin ku wî roleke giring di parastina ziman, çand, wêje û folklora Kurdî…

Mislim Şêx Hesen

 

Di dawiyên salên pênceyî yên sedsala bîstan de, yekem partiya siyasî ya Kurdî li Sûriyê hate damezrandin bi navê Partiya Demokrat a Kurd li Sûriyê, di 14ê Hezîranê 1957an de, bi berpirsyariya Nûredîn Zaza, da ku mafên gelê Kurd li Sûriyê biparêze û dabîn bike.

Di wê pêvajoyê…

Di pêngavekî de ber bi yekgirtina helwêsta kurdî li hember astengiyên ewlehî û siyasî, îro Înê 1ê Gulanê 2026, şandek ji Yekîtiya Nivîskarên Kurdistana Sûriyê serdana Nivîsîngeha Partiya Demokrata Kurdistanê li Düsseldorf kir ji bo nîşandana helwêsta xwe li hember êrîşa dronî ya ji aliyê milîsên Îraqî yên alîgirên supaya pasdarên rêjîma Îranê…

Helbest: Nadir Qazî

Tîpguhêzî: Cansoz Dabo

Du caran du dike çend?

Hemûyan bi hev re dinivîsî: Dike çar

Lê min di bîrkariyê de pileyên kêm

Dianîn û dihatime xwarê

Ew jî tenê ji ber ku li gor min wa bû,

Du caran du dike yek, ne…