Rezo yê Osê wek ku min nas kir

Heyder Omer

Rezo yê Osê yekek ji wan kesên zû ji nav me barkirin bû, Ku em hîna jî hewcedarên ked û pênûs û cefayên wan bûn, lê mixabin, wek ku penda kurdî dibêje; gava mirin hat nabejê evî mezin e, an biçûk e, nabêje ev xebatkar, çalak, berhemdar e, an  tenbel e, belê destên xwe digerîne, û pirê caran jî kesên kêrhatî, çalak û ji bo gel û welatê xwe sûdar in, bi ber dava wan destan dikevin.Weha jî mirinê vê carê Reoyê Osê ji nav koma çalakvanên me vebjart, û bê dilê me ew ji dest me revand.
Tevî me dizanîbû, ku mirinê ji salekê berê de, li ber deriyê mala wî kon vegirtibû, derfet dipelandin da derbas hindir bibe, û Rezo jî bi berxwedana bê hempa pêre rû bi rû bûbû, û tevî me dizanîbû jî, ku dawî dê mirin bi ser keve, lê nûçeya vê serkevtinê roja pêncşemê li 4ê avdarê bi min giran bû, wê nûçeyê ez tengijandim, û rondikên min herikandin. Pêre jî bîriya min vegerande beriya 20 salan.
Min navê Rezoyê Osê bihîstibû, lê min ew nedîtibû, yekemîn car sala 1990, em pêrgî hev hatin. Hîngê ew ji Cezîrê hatibû, li gel rewşenbîr û nivîsevanên kurd li Helebê, hevdîtin ji bo kovara Stêr pêk dihanîn. Wê hîngê min rastiya tiştên, ku min dibihîstin, dît.
Wêneyê wî yê berê, ku bi bandora bihîstinan,di serê min cih girtibû, ji rastiyê dûr nebû; Rezo beriya axiftvan be, guhdarê hêja bû, rûmeta kesê hember xwe digirt. Bi hestewerî û rêzdarî guhdarê te bû, gotina ter nedibrrî, û gava daxivî jî axiftina wî bi pêwr û mêzîn bû, bi dengekî nerm û hêdî bû, û ji metelok û pendên kurdî ne vala bû, heya ku cidabûn jî di navbera nerîn û boçûnan de hebûwa, ewî bi berkenî û awayê dostan e û hepîşeyî bersiva te dida, û bergeh di nabera xwe û te de kurt dikir. Ev nirx jî yekemîn nirxên danûstandinên rûmetdar in.
Cara duwemîn jî sala 1993ê me hevdu dît, xemxwariya çand û wêjeya kurdî em kirin hevpîşeyên kar û xebata rêdeksiyona kovara ( PIRS ), û weha heya havîna sala 1999ê em bi hev re man. Xebata bevbeş ya van 7 salan kesayetiya Rezoyê Osê li ber çavên min zelaltir kir, ku ew çiqas ji bo çand û wêjaya kurdî fedakar bû.
Cara dawî jî par bû, ku ew ji bo dermankirinê hatibû Elmayayê,lê mixabin ez bi derengî hatim agahkirin, ku ew hatiye, gava min telefonî wî kir, ew li ser riya vegerê bû, vê lomê me hevdu nedît, tenê bi qasî katekê em bi hev re peyivîn. Ewê hevpeyvînê dîsan wêneyê wî yê berê li ba min çespand, û bi ser de jî berxwedana wî ya bê hempa, li hember wê nexweşiya giran, da xuyakirin.
Rast e, Rezoyê Osê, wek tekehes, di vê jiyanê de dilopek bû, û di nexşeya êthniya Kurd, û ya cîhanê de, wek ku Ezîz Nîsîn dibêje, xaleke biçûk bû, û li ser Etlesan jî di qoziyeke teng û tarî de, mîna hemî hemwelatiyên xwe, hatibû hêştin, lê ewî rola xwe bi dilsojî û dilsozî lîst, û bi cefayên xwe ken û şahî li ser lêvên zarokên kurd weşand, û bû hevalê wî refê, ku hêviya duwaroja wêjeya kurdî geş kirî.
Rezoyê Osê yekek ji endamên nifşê duwemîn bû li jêrxetê, ku ji sala 1970yî de dest bi hînbûn û nivîsîna kurdî kiri bû, û ta roja dawî bê rawestan dest jê derneda, çel sal ji jiyana xwe bi ser gelek warên nivîsînê û babetan de parvekiribû.
Ez naxwazim babetê dirêj, û gotinan dubare bikim, lê dixwazim hema bi kurtahî bînim bîriya guhdaran, ku ew di demezrandin û rêdeksiyonên gelek kovarn de xebitiye, çîrokên aferînî nivisandine, û gelek jî ji zargotina kurdî bo zarokan dane hev û çapkirine, û gelek lêkolînên zimanewanî û wêjeyî, hem di kovar û malperan de weşnadine, û hem jî di komcivîn û vestîvalên wêjeyî de xwendine, helbest nivisandine, hinek berhemên wêjeya erebî û ya almanî bo zimanê kurdî wegerandine, bi ser de jî gelek destnivîs bi şûn xwe de hêştine.
Her weha çalakbûna wî di korsên fêrbûna zimanê kurdî de, di damezrandin û endametiya gelek sazî û komelên rewşenbîrî û wêjeyî kurdî de, di beşdariya gelek vestîval û kongirên wêjeyî de jî ji bîr nabe.
Ez naxwazim bibêjim, ku koçbûna Rezoyê Osê valahî di Pehnava tevgera wêjeyî û rewşenbîrî kurdî de peyda kir, ji ber ku rêhevalên wî hîn li rê ne, û wê li rê bimînin, lê tenê dixwazim bibêjim, stêrkeke geş ji ezmanê wêjeya me ket, divê em her hewl bidin, da ronahiya wê ji bîra nekin.
Rezo yê Osê!. Ez nabêjim oxir be, ji ber ku dizanim veger nîne, lê dixwazim bêjim, keda te dê te her tim di bîriya me de bihêle.

Elmanya, 10. 04. 2010

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Di pêngavekî de ber bi yekgirtina helwêsta kurdî li hember astengiyên ewlehî û siyasî, îro Înê 1ê Gulanê 2026, şandek ji Yekîtiya Nivîskarên Kurdistana Sûriyê serdana Nivîsîngeha Partiya Demokrata Kurdistanê li Düsseldorf kir ji bo nîşandana helwêsta xwe li hember êrîşa dronî ya ji aliyê milîsên Îraqî yên alîgirên supaya pasdarên rêjîma Îranê…

Helbest: Nadir Qazî

Tîpguhêzî: Cansoz Dabo

Du caran du dike çend?

Hemûyan bi hev re dinivîsî: Dike çar

Lê min di bîrkariyê de pileyên kêm

Dianîn û dihatime xwarê

Ew jî tenê ji ber ku li gor min wa bû,

Du caran du dike yek, ne…

Dildar Aştî
Li rê bûm
Peyv zîpik bûn
Li laşê di tayê de dipengizîn…
Min şopa tajangên sert
Li nav qolincên oxirê di şopand
Bi êşê hestiyar dibûm…
Ê din hebûn
Bi dîlanê mijûl bûn
Bi halanê…
Min qûnaxa di navbera dijberan
de dipîvand…
Li ser pêlên Leylanê
Min pirsa xwe bi saw dişand…
Ka çendî,
Ez nêzîkî agirê rastiyê me ?!..
Çendî dûrî,
Çirava xiniziyê me ?!..

Li wêderê
Şewatê bê mihrevanî
Deşta min…

Ehmed Tahir

Dil ji min bir,şêrîn yarê
Dême sorê,reng hinarê
Pora zêrîn,çen bi xalê
Xecxecoka di buharê
Şêrîn yarê
Reng buharê
Dil ji min bir
Di vê salê

Sibhan rebê ev gul dayî
Rû ji rengê sipî sayî
Agir di dil wê dadayî
Şalê herîr mil badayî
Çem û kanî
Gula xanî
Dil ji min bir
Hêlîn danî

Find û çira di vê malê
Gul û nêrgiz pir delalê
Mi dil daye…