Rastiya çi Xemgînê Remo ?

Arşev Oskan

Berî çend rojan nameyek ji Xemgînê Remo ji malpera Avestakurd re hat, ku tê de nameyek nivîsiye û ew name gazin ji min kiriye ku çima min navê wî bibîr naniye, li gel ku ew nivîs dûrî piransîbên nivîsandina gotarê bû. Min texmîn kir ku ew name tenê wek gazinekê ye, lê dîsa min xwest derfetê bibînim, da ku nameyê jêre binivîsim yan jî telefonê jêre vekim û hin xalên ku ew tênegihiştiye zelal bikim. Min dît ku qaşo ”hevalê min” ew name wek nivîs di malpera Welatê Me de hatiye weşandin. Ez bêçar mam ku lê vegerînim û hin rastiyan zelal bikim.
 Lê xem nake dîsa ez ê bi kurtasî lê vegerînim, bêyî ku ez wî birîn bikim û ji şêweyê edeba nivîsê derkevim. Belkî pêdiviya lêvegera li wî ne giring bû, ji ber ku hemû kesên bi nivîsandina kurdî mijûl û agehdar in, bi çîroka govara Zevî dizanin. Di vî derbarî de min rapor û çîroka derçûn û damezirandina govarê Zevî di sala 2007an de, di hin malperan de weşandibû. Tê de keda herkesî nehatiye wendakirin, min hesabê van tiştan kiribûn ku yek rabe û piştî mirina min çîrokan derxînin, tevî ku keda Xemgîn di hijmara yekem de jî tune bû. Ne ji aliyê diravî û ne jî ji aliyê karên li ser komputeran de, lê dîsa min navê wî bibîr anîbû wek hevalkî ku di destpêkê de me bi hev re biryar dabû. Hin çîrokên din jî hene ku pêdivî hebe mirov kare wan jî destnîşan bike, lê ji bo ku ne ew û ne jî Isayê pismamê min yê ku telefonî wî kiriye bên êşandin niha ne giring e. gerek mirov tasa xwe ya vala li ya hevalê xwe yî tije nexe.
Gotina Xemgîn rast e, a ku dibêje mirov xwe neke xwediyê keda hevalê xwe, lê ew va xwe dike hevparê min yê 10 hijmaran û navê wî tenê wek nav di hijmara yekem de hebû. Birayê delal te xwe bi vê weşandina nivîsa xwe ya tije şaşiyên rastnivîsînê pir êşand, ji ber ku kesî nizanîbû ka heta çi radeyê te beşdarî di hijmara yekem de kiribû. Ew jî ne ked û ne jî pere bûn. Di vê babetê de Mihemedê Seyid Husên ji min re got; navê min ji komîtê derxe ji ber ku ez bi pereyan beşdar nabim û nikarim li ser PC an jî bixebitim, ûjdanê min diêşe, lê min nepejirand û min navê wî ji komîtê hata roja dawî dernexist. Xemgîn ew herdu jî nekirin û niha jî dixwaze xwe bike xwedanê keda min û govarê:

Fermo li nivîsa min ya berî sê salan binêrin ka min keda wî wenda kiriye an min ew bilind kiriye. Lê bibûre Xemgên nikarim li herderê navê te li rex navê xwe binivîsim, ji ber ku her mijar û taybetiya wê heye. Min di koşeya xwe de qala biryara xwe kiriye ne ya te. Dema ku hin pirsa te ji min bikin ezê bêjim ka te çi kiriye û va min got jî.

24.03.2010   

http://www.pen-kurd.org/kurdi/arsheve-oskan/10e-sebate-rojbuyina-zevi.html

http://www.pen-kurd.org/kurdi/arsheve-oskan/10e-sebate-rojbuyina-zevi-2.html

http://www.avestakurd.net/author_article_detail.php?article_id=500

http://www.tirej.net/index224Xelat-pirozbe.htm

http://www.efrin.net/efrin03/zevi/index.htm

http://www.amude.net/kurdi/nuce-seminar-zevi.html

http://www.rizgari.com/modules.php?name=Content&pa=showpage&pid=1144

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Dildar Aştî
Li rê bûm
Peyv zîpik bûn
Li laşê di tayê de dipengizîn…
Min şopa tajangên sert
Li nav qolincên oxirê di şopand
Bi êşê hestiyar dibûm…
Ê din hebûn
Bi dîlanê mijûl bûn
Bi halanê…
Min qûnaxa di navbera dijberan
de dipîvand…
Li ser pêlên Leylanê
Min pirsa xwe bi saw dişand…
Ka çendî,
Ez nêzîkî agirê rastiyê me ?!..
Çendî dûrî,
Çirava xiniziyê me ?!..

Li wêderê
Şewatê bê mihrevanî
Deşta min…

Ehmed Tahir

Dil ji min bir,şêrîn yarê
Dême sorê,reng hinarê
Pora zêrîn,çen bi xalê
Xecxecoka di buharê
Şêrîn yarê
Reng buharê
Dil ji min bir
Di vê salê

Sibhan rebê ev gul dayî
Rû ji rengê sipî sayî
Agir di dil wê dadayî
Şalê herîr mil badayî
Çem û kanî
Gula xanî
Dil ji min bir
Hêlîn danî

Find û çira di vê malê
Gul û nêrgiz pir delalê
Mi dil daye…

FEWAZ EBDÊ

Evîna me ya kevne-nû

Gelek xewnên xweş û şêrîn

bi xwe re anîn

Xewna pêşî

li Qamişlokê pişkuvî

ji xewa li ser ban û

<p...

Hozan Yûsiv

Her sal di 22ê Nîsanê de, gelê Kurd salvegera destpêkirina xebata rojnamegeriya xwe ya neteweyî bi bîr dihîne. Ew rojnameya ku di sala 1898an de li Qahîreyê bi destê Mîr Miqdad Midhet Bedirxan bi navê “Kurdistan” hate weşandin. Ew weşan ne tenê çalakiyeke medyayî ya asayî bû, lê belê jidayîkbûna…