Ji mezinan re çîrok

Arjen Arî

Li wé rawiyé digerim. Li wé çîrokbéja ku pésîra peyvé wisa vedikir: Ew şeytanké bévilteşî, li seré bané me dimeşî, piçikén pîsî j’ qûné diweşî…
Her peyva wé mina şekirekî qul-qulî, şîrîn, stiranî bû. Û xweşvebéjeke wisa bû; piştî her vegotiné ekla çîroka ku digot di biné zimané min de dihişt û diqedand. Lewma, her évar mina kitéké bipirnisîn xwe nézî xwediyé xwe bike, bi qunxişké berûpé diçûm, û min sere xwe yé ji paş de mina şûnikekî, li ser çonga wé bi heminî diediland.
Evqas çîrok ji kû dabûn hev, û çawa jiber kiribû?
Yé ku bidîta, wé bigota kaniya çîrokan e pîra te. Navé wé Finca Xelîl bû. Jiyana wé bi xwe çîrokek bû, çîrokeke tiştişî, zivér, zivar-zîvarî…
Yekcaran qetek ji çîroka xwe jî li tevî çîroké dikir. Lé wé, hé çîrok neqedandî, ji xilîna stuyé min é li ser çonga xwe, té derdixist ku ez é zarok di kendalé xewé werbûme, ketime péxéla xewa şîrîn…
Wekî niha té bîra min: Her şev xewnén min bi wan çîrokan dixemilîn. Ji wan çîrokan fér dibûm ku mar kare xwe li zîlana derî bipéçe, dûpişk dikare bikeve sola meriv…
Ji çîroka Rovî û gur, hîn bûm ku gur pezxûr û dirinde; rovî lawirekî fenoker, bi dekûdolap û  bi xap e.
Zaman jî mina rovî xapînok û bi xap e.
Xapînokaya rovî di çîrok û çîvanokan de ji nivşekî bigihe nivşekî din jî,  wekî çîroka dawî; ez an jî tu, rojeke ji rojan em é çîroka zeman wisa webéjin ji neviyekî ji neviyan re:
Berxé min, zeman bi desté zaroktiya meriv digire, di neqeba naşîtî û sîpetiyé re dibihurine digihîne xortaniyé…û paşé… ez ji berxiké xwe re bibéjim… rih û poré meriv spî dike, pişté li meriv xûz dike…û béyî ku meriv li xwe biwarqile merivan dike kalekî zemanan…
Zeman pîr û kalé zemanan yeko yeko birin û di kéja zemén werkirin.
Ne ew tené, li tevî wan; çîroké xetxetoké, çîvanokén şev û roké, destanén mérxasiyé, stranén paleyé û payîzok û bélûte…
Û ziman, zimané ku dol û delavé çandé ye, zimané ku céz û genciniya hemû çîrokan e, zimané ku serkaniya hemû stiranan e…rojeké ew jî bi zeman re biqede?

Îro roja çîroké ye.

Di vé rojé de me got, ‘Çîrokén me yén dawî jî gelî biréz û ezîzan; yek; ‘Zarokén 300 sal li teméné wan hetî birîn e’, ya duduvé; ‘Rûyé zilmé’ ye, ya siyé jî ‘Destén kelepçekirî’ ye’.

Me got, Dest dikarin werin kelepçekirin, gelî ezîzan…lé ziman?!

Bo ku em çîroka xwe nebéjin an divé zimané me béthilkirin ji qurm de, an jî divé bét jékirin…

Zimané me bét jékirin jî; em é seré neynûké tiliyén xwe bikin xame, di xwîna xwe zimané xwe dabikin û em é dîsa çîroka xwe binivîsin…

Lé em naxwazin çîrokén bi éş û elem, çîrokén zilmé, çîrokén koçberiyé, yén kuştinén qesasnediyar li ser vé axa pahr bi pahr ji zarokén xwe re bibéjin û xwe û wan bi wan çîrokan di xew ve bibin:

Em dixwazin çîrokén béje bi béje keskesor, hevok bi hevok qazoqer; navé yeké ‘Welat’, yé yeké ‘Azadî’, yé yeka din ‘Aştî û Biratî’, yé yeké ‘Wekhevî û li gel hev jiyîn’…bibéjin, vebéjin û bi zarokén xwe re bémitale, ji tirs û sawé dûr… seré xwe deynin ser balgihé… û tékevin xewé’.

Lé ew, li tevî jiyané xewa şîrîn jî diherimînin li me.
Diherimînin… û pé re 5 sal 5 sal li zarokén ku kuçek di serokwezir werkirine, dibirin!
Diherimînin… û pé re seroké PADé, ji ber daxuyaniyekî davéjin zîndané!
Diherimînin…û 50 girtiyén nexweş-nesax di zîndanan de dirizîn..

Em é vé ‘çîroké’ çawa biencam bikin?
Em é çawa bi encamm bikin, li beşberî yén ku nahélin em çîrokén dilşad, çîrokén bi zimané dayiké bibéjin, vebéjin û li ser kaxiza spî béje bi béje biréjin…

Çi bibéjim…
Weke gotina Ehmed Hûseynî bibéjim‘çîrok wala’ ye?

Çîrok ‘vala’ be jî, çîrok çîroka me ye!
Çîrok çîroka hebûna me ye!
Çîrok çîroka zimané me ye!
Çavén wan birijin zarokno!
Çavén wan bipelqijin…çavén wan… wan én ku çav berdane ziman û çîroka we!

25.02.2010

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Bessam Mer’ê

Gava trajiydiya miletekî tê taqîkirin û ezmûnek tije jê derdikeve holê , wêjeyek çêdibe ku birînan vediguhze pendiyarîyê û bîranînan vediguhêze pirsên vekirî yên pêşerojê.
Yaşar Kemalê Kurd, stûnek wêjeya tirkî û cîhaniye ya ne tenê li ser gund û mirovên sade nivîsiye, lê belê ew kirine neynike tevahiya gerdûnê, ku…

Firyal Hemîd

Di çilya pêşîn de û berî serêsalê, bêhna pirtiqala û goştê biraştî tê min.

Ew çaxê serjêkirina dermala bû.

ew bêhna ku mirî ji goran radikir, di pozê zarotiya min de maye.

Çima tiştên berê jî bîra min naçin?

bi dîwarê bîrdankê ve zeliqî ne û…

Zahid Alwani

Aşîreta Batwan û Dêrşoyan: Çîroka Şerê Ku Bi Jinewateke Qediya, 1890 — Roja yekê, sê bira ji aşîreta Dêrşoyan piştî nivêja fîjrê derketin bo çiyayê li bijartekî xwe da ku bixebitin; cihê wan ji gundê xwe zêde dûr bû.

Piştî nivêja asrê, bavê malê ji xwişkê xwe — keça…

Xizan Şîlan

şev û rojên min

bi nalîn û keservedanên kûr

dibihurin

hinavên şewitî

bûye cîhê gund û bajarên

hilweşiyayî

henasa gewriya fetisî

ji bayê havînên nerm

werdigirim

rengê keskesora derûniya min

çilmisî

li ser axa şaristaniyê

koçberî û derbederî…