Arjen ArîLi wé rawiyé digerim. Li wé çîrokbéja ku pésîra peyvé wisa vedikir: Ew şeytanké bévilteşî, li seré bané me dimeşî, piçikén pîsî j’ qûné diweşî…
Yé ku bidîta, wé bigota kaniya çîrokan e pîra te. Navé wé Finca Xelîl bû. Jiyana wé bi xwe çîrokek bû, çîrokeke tiştişî, zivér, zivar-zîvarî…
Yekcaran qetek ji çîroka xwe jî li tevî çîroké dikir. Lé wé, hé çîrok neqedandî, ji xilîna stuyé min é li ser çonga xwe, té derdixist ku ez é zarok di kendalé xewé werbûme, ketime péxéla xewa şîrîn…
Wekî niha té bîra min: Her şev xewnén min bi wan çîrokan dixemilîn. Ji wan çîrokan fér dibûm ku mar kare xwe li zîlana derî bipéçe, dûpişk dikare bikeve sola meriv…
Ji çîroka Rovî û gur, hîn bûm ku gur pezxûr û dirinde; rovî lawirekî fenoker, bi dekûdolap û bi xap e.
Zaman jî mina rovî xapînok û bi xap e.
Xapînokaya rovî di çîrok û çîvanokan de ji nivşekî bigihe nivşekî din jî, wekî çîroka dawî; ez an jî tu, rojeke ji rojan em é çîroka zeman wisa webéjin ji neviyekî ji neviyan re:
Berxé min, zeman bi desté zaroktiya meriv digire, di neqeba naşîtî û sîpetiyé re dibihurine digihîne xortaniyé…û paşé… ez ji berxiké xwe re bibéjim… rih û poré meriv spî dike, pişté li meriv xûz dike…û béyî ku meriv li xwe biwarqile merivan dike kalekî zemanan…
Zeman pîr û kalé zemanan yeko yeko birin û di kéja zemén werkirin.
Ne ew tené, li tevî wan; çîroké xetxetoké, çîvanokén şev û roké, destanén mérxasiyé, stranén paleyé û payîzok û bélûte…
Û ziman, zimané ku dol û delavé çandé ye, zimané ku céz û genciniya hemû çîrokan e, zimané ku serkaniya hemû stiranan e…rojeké ew jî bi zeman re biqede?
Diherimînin… û pé re 5 sal 5 sal li zarokén ku kuçek di serokwezir werkirine, dibirin!
Diherimînin… û pé re seroké PADé, ji ber daxuyaniyekî davéjin zîndané!
Diherimînin…û 50 girtiyén nexweş-nesax di zîndanan de dirizîn..
Em é çawa bi encamm bikin, li beşberî yén ku nahélin em çîrokén dilşad, çîrokén bi zimané dayiké bibéjin, vebéjin û li ser kaxiza spî béje bi béje biréjin…
Weke gotina Ehmed Hûseynî bibéjim‘çîrok wala’ ye?
Çîrok çîroka hebûna me ye!
Çîrok çîroka zimané me ye!
Çavén wan birijin zarokno!
Çavén wan bipelqijin…çavén wan… wan én ku çav berdane ziman û çîroka we!

Şîrove (0)