Dê û bav berpirsyarin

Boniye- Suad  Cegerxwîn
  
  Weke kû hatiye zanîn , em di civateke fewdal de  dijîn ,patriarkalismê,ji demên dûr û dirêj ve  şaxên xwe tê de fireh û kûr kirine ,ji lora civata me bi giştî bi dîtina mêra hatiye avakirin ,herdem mêrin  yên kû gavên mezin têde davêjin ,cihê bilind û giring digrin ,li gor daxwazên xwe biryara didin ,bi vî awî civata me hatiye naskirin , lê îro roj jina  hinekî  xwe dane xuyakirin  û ji aliyê aborî ve rewşa xwe çêtir kirine,  civat û malbatên Kurda   bi aliyê pêşketinê ve diçin
lê nayê wê watê ku wekhevî  û azadiya giştî bi cî hatiye,  ew jêre xebatên dûr û dirêj  divên ,jin hîn di hest û ramanên   xwe de sînorkirîne her û ha ji qata nizim têne jimartin  , herdem di malbatê de gotina bav û lawa di pêşî de ye , keç  li gor  wan diçin, ji lora jin di helwestên xwe de xemgîn û bêzar  mane .Eger em li sedemên serekî  bipirsin ,divê em vegerin ji bingehê lê temaşekin ,wê demê  emê binerin kû sedema cudatiya di nav herdû celeban de ji destpêkê ve dê û bavin, jiber kû ewin yên kû malbatê perwerde dikin  û awê jiyanê ji endamê wê re saz dikin ,ewjî  bi hesanî li gor dîtina  civata xwe çûne û xwe perwerdekirine yanî  ji  keça re dane zanîn kû divê ew tim peyrewên bav û birayê xwe bin ,li gotina wan guhdar bin û herdem xwe bi wan serbilind bibînin .Ji loma jin hînbûye kû tim alîkariyê ji mêran bixwaze û li gor wan bilive .Bi vî awî baweriya wê pê kêm dibe,zû birîndar dibe ,diltenik dibe ,zû digrî,nikare bi tena xwe destpê bike ,lê gelekî  bi saman û deyax dibe ,pir ji pêkarînên xwe  dide dora xwe  û pir  hindik ji  wan distîne ,mêr jî  xwedyê gotinê ne ,tûnd û dil hişkin  ,xwe berpirsyarê jinên malbatê dibînin   ,bêhn tengin ,dixwazin tev li wan guhdar bin ,li gor wan biçin ji ber kû ew xwe  pêşewê teva dibînin .Bi vî awî keç di ber siya mêran de kesayetiya xwe ava dike ,  baweriya wê bi pêkarînên wê kêm dibe îdî mêr dibe  Çalakê malbatê û bê sînor   tevgera  xwe dike  ,ji mafê wî ye kû xwe bi hêrs bike û yên dora xwe xemgîn bike, lê ji bo jinê  herdem bêdengî  xwestine .Ev awir bi vî awî Çûye û di civatê de cî girtiye, zû pêşve çûye  û herdû celeb bi vî rengî li gor perwerdekirina dê û bava mezin bûne  îdî em karin bi   hesanî  bêjin kû dê Û bav  di ber vê cudabûnê de berpirsyarin , tu teyorî û dîtinên  pedegojî tune ne kû ji vî awê perwerdekirinê re berevan bin ,civata me kû ji  malbatên bi van dîtinên paşverû ava dibe biryara jiyana teva dide ,bi vî awî mêr dimînin jêderê berzî û tûndiyê ,jin jî yê lawazî û bê zariyê ,û ya rastî ewe  kû  law ji destpêka çêbûna xwe  zeîfin, lê dê û bav ,civat baweriyê didin wan ku hêdî hêdî xwe tund û bi hêz bibînin ,ji lora em dibînin kû  keç  bi serê birayê xwe tim sûnd dixwin  û xwe bi wa  dibînin  , eger karekî  ji   hina re bikin ,sipasiya karê wan  ewe kû  ji wan re  dibêjin  xwedê birayê te bihêlî , li şûna kû bêjin ,destê te sax bin yan jî mala te ava .Ji bo vê yekê mêr zanin çi dixwazin ,jin jî wek perê li ber bê ne , nizanin wê li ku deynin û qedera  wan çiye ,ji xwe daxwazên wan hatine perçiqandin û pêşeroja wan ne belu ye  .Eger em bixwazin bi rastî  civateke azad û pêşketî  saz bikin ,divê em ji malbata xwe dest pêbikin ,em wek dê û bav wekhevîyê di  perwerdekirina zarokê xwe yên nêr û mê  ji destpêkê de çêkin, her yek ji wan bela li gor daxwaz û pêkarînên xwe azad  mezin  bibe .  Zarok li gor perwerdekirina di zaroktiyê de  form dibin û kesayetiya wan  li gor wê formê ave  û durust dibe ,nasnama wan xuya dibe ,  îdî erkê me ye   em wek dê û bav berpirsyariyaxw bi zanestî  bibin serî,da zarokên me di pêş erojê de me gunehkar nekin . 

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

SEÎD YÛSIF

sala1977ê de min li zanîngeha Şamê di beşê Felsefê de xwe tomar kir di wan salên xwendinê de min Ehmedê Huseynî naskir

Di wê demê de kampên zankoyê yên leşkerî hebûn em jî weke şagirtên zanîngehê bi wan neçar bûn

Xweş tê bîra min ku ez û Ehmed…

Ji encama ​êrîşeke dronî ya rêjîma Îranê li ser kampên sivîl yên penaberên Rojhelatê Kurdistanê li bajarê Silêmaniyê, pêşmergeyek bi navê Xezal Mewlan ya 19 salî bi giranî birîndar bû, tevî ragihandina agirbestê di navbera Amerîka û Israelê de ji aliyekî û rêjîma Îranê de ji aliyekî dîtir ve.

Lê bi mixabinî…

EBDILBAQȊ ELȊ

 

Bi dehȇn salan e, ku kurdȇn li Sȗriya di bin rejîmên li pey hev de, nemaze rejîma Bees, rastî kampanyayȇn şer ȗ zordestiya sîstematîk hatine ku ji înkarkirin û dûrxistinê bigire heta șerȇ siyasî ȗ aborî, jilewra damezrandina yekemîn partiya siyasî ya kurdî li Sûriyê di sala 1957’an de, bȗ…

Hişyarê Emerê Le,ilê

Buhiştî tu ji bo dilê min jînî
Nêrgiz û sînem û gul û beybûnî

Çi bêjim ez nikarim pesnê te de
Tu elendî ronî û hem mizgînî

Hemî zarav li hemberî te lalin
Tu tacî ser serê min hem evînî

Ji çavê te gelek nama dixwînim
Tu peyama evînêyî tu…