Salih Demîcer Di seretayî de wî hevdîtinek li gel serokê şepola yekbûna Lubnanî wezîrê berê Wîam Wehab li mala evê dawî li dar xist û hejmarek wezîr û berpirsiyar ji herdû aliyan tevlî wê bûn.
Ev hevdîtin ji aliyê çavdêran de bi gelek nerîn û helwestan hate şîrovekirin , hinan ew wek dergeh ji serdaneke cumbilat bo Şamê re dîtin , hinan ew wek gaveke pêwîst û destpêk ji dawiya nakokî û rikberiyê di navbera aliyên Lubnanî de dîtin û hinan jî ew ber bi aliyekî olî de birin û wek levhatineke Dirzî nirxandin.
ev nerîn li şûn ma piştî hevdîtin û kombûna wîye duyem li gel serokê partiya demoqratî a Lubnan Telal Erislan û niwênerê huzbullah Mihemmed Re’id û niwênerê tevgera emel Elî Hesen Xelîl ji bo heman armancê.
Çalakiya cumbilat a sêyem di evê derbarê de ewbû hevdîtina wî ye li gel serokê şepola niştimanî ya azad Mîşêl ‘On , ku bû demeke dirêj amadekarî jêre dibin .
serkirdeyê Dirzî di evê kombûnê de ragihand ku ev cûre levhatin zor girîng û pêwîstin ,çimkî li Lubnan kesek navêt vegere demên şer û dijberiyê û her wiha ev levhatin ne arasteyî çi kesî û çi alî ne.
Niwêner cumbilat di derbarê serdaneke wî bo Şamê de, anî ziman ku wî çi merc nînin da biçe Sûrê lê tenê hin xalên biçûk hene ku girêdayne bi bikaranîna hin bêjeyan di demên berê de ji nik herdû aliyan , û dema ew bêtin çareserkirin wê serdan pêkwere.
Hêjayotinê ye ku ev hevdîtin ew hevdîtina yekeme di navbera herdû serkirdeyê dirzî û mesîhî de ji dema vegera Mîşêl ‘On de ji Firensa sala 2005an.
Di evê derbarê de rêvebirê nûsîngeha ragihandina Welîd Cimbilat birêz Ramî elReyês di axaftineke xwe de li gel Kurdistan tv ,anî ziman ku zor pêwîstbû helwestek pête standin da hemî aliyên Lubnanî pêgiriyê pê bikin çimkî serborên van çend salên dawiyê dupat kirin ku roj bi roj rewş têk diçe û Lubnan gihîştibû qonaxeke ku têde şerekî navxweyî derkeve holê û her wiha wî got:
“ em baş dizanin ku nakokî di navbera aliyên Lubnanî de hene û em nikarin di roj û şevekê de wan nakokiyan bicîbihêlin lê tiştê em dikarin ewe nêzîkirina nerîn û helwestan bi şêweyekî ku nakokî û neyeksanî bi awakî rêk û pêk binû dernekevin kolanan”.
Ramî elreyês berdewam kir û got:
“em wekû partiya pêşverû ya sosyalîst evê çalakiyê wekû gaveke pêwîst û pîroz dinirxînin û em hêvîdarin ku hemî aliyên Lubnanî li ser evê rê û rêbazê kar bikin û gavin ji vî rengî bavêjin û hewl bidin da qonaxeke cuda ji qonaxên berê sazbikin”.
Ne veşartiye ku Cimbilat dihate nasîn bi dijberiya xwe ye diyar ji rejîma Sûrê re û ew li gel partiya Hêzên Lubnanî bi serkirdayetiya Semîr Ce’ce’ yê Mesîhî û Şepola pêşerojê bi serkirdayetiya Se’id Herîrî yê Sinnî , sê aliyên bingehînbû ji hêzên14 avdarê re û wî bi guhertina helwestên xwe ye ,ku bi awakî fermî berî damezrandina hikûmeta Lubnanî perde ji ser wan hate hilanîn , guftûgoyek berfireh di qada siyasî ya Lubnan de derxiste holê . û renge Ev gera wîye dawiyê ew wergerandineke piratîkiye ji hilbijartina cihekî nuh re ,di piroseya hevbendiyên nuh de Li Lubnan û her wiha ew amadekariyeke ji duristkirina pêwendiyên serkirdeyê Dirzî li gel rejîma Sûrê û serdana wî ye bo Şamê ku renge di demên pêş de were bicih anîn.
Beyrût







Şîrove (0)