Gerra Cimbilat ya levhatin û aştbûnê

Salih Demîcer

 Piştî gelek nerîn û helwestên  wî  di  derbarê  pêvajo û pêşketinên siyasî li Lubnan de ,  ku wan roleke mezin di guhertina terazûya  hezên Lubnanî de list  û bûn cihê pîrozbahiyê,  li nik hin aliyan û  rexneyan li nik alîne din.   serokê partiya pêverû ya sosyalîst û frankisyona hevdîtina demuqrat  welîd cumbilat biryar da ku evan helwest û nerînên xwe   bi awakî piratîkî bi kar bîne  û bişê wek lîstikvanekî  siyasî sûdê ji wan wergire û nehête dûrxistin li ser qada siyasî ya Lubnanî.
  Di evê hewildan û çarçowê de  cumbilat dest bi gerreke levhatin û aştbûnê  kir di navbera  wî û hin aliyên ku di demên berê de wek dijber jêre dihatin nasîn.
  Di seretayî de wî hevdîtinek li gel serokê şepola  yekbûna Lubnanî   wezîrê berê Wîam Wehab  li mala evê dawî li dar xist û hejmarek wezîr û berpirsiyar ji herdû aliyan tevlî  wê bûn.
  Ev hevdîtin ji aliyê çavdêran de bi gelek nerîn û helwestan hate şîrovekirin , hinan ew wek dergeh ji serdaneke cumbilat bo Şamê re dîtin , hinan ew wek gaveke pêwîst û destpêk ji dawiya nakokî û rikberiyê di navbera aliyên Lubnanî de dîtin û hinan jî ew ber bi aliyekî olî de birin û wek levhatineke Dirzî nirxandin.
 ev nerîn li şûn ma piştî hevdîtin û kombûna wîye duyem  li gel serokê partiya demoqratî a Lubnan Telal Erislan û niwênerê huzbullah  Mihemmed Re’id û niwênerê tevgera emel Elî Hesen Xelîl  ji bo heman armancê.
   Çalakiya cumbilat a sêyem di evê derbarê de ewbû hevdîtina wî ye li gel serokê şepola niştimanî ya azad Mîşêl ‘On , ku bû demeke dirêj amadekarî jêre dibin .
  serkirdeyê Dirzî  di evê kombûnê de ragihand ku ev cûre levhatin zor girîng û pêwîstin ,çimkî  li Lubnan kesek navêt vegere demên şer û dijberiyê  û her wiha ev levhatin  ne arasteyî çi kesî û çi alî ne.
  Niwêner cumbilat di derbarê serdaneke wî bo  Şamê de, anî ziman ku wî çi merc nînin da biçe Sûrê  lê tenê hin xalên biçûk hene ku girêdayne bi bikaranîna hin bêjeyan  di demên berê de ji nik herdû aliyan , û dema ew bêtin çareserkirin wê serdan pêkwere.
 Hêjayotinê ye ku ev hevdîtin ew hevdîtina yekeme di navbera herdû serkirdeyê dirzî û mesîhî de ji dema vegera Mîşêl ‘On  de  ji Firensa sala 2005an.
 Di evê derbarê de rêvebirê nûsîngeha ragihandina Welîd Cimbilat birêz Ramî elReyês di axaftineke xwe de li gel Kurdistan tv ,anî ziman ku zor pêwîstbû helwestek pête standin da hemî aliyên Lubnanî pêgiriyê pê bikin çimkî serborên van çend salên dawiyê dupat kirin ku roj bi roj rewş têk diçe û Lubnan gihîştibû qonaxeke ku têde şerekî navxweyî derkeve holê  û her wiha wî got:
“ em baş dizanin ku nakokî di navbera aliyên Lubnanî de hene û em nikarin di roj û şevekê de wan nakokiyan bicîbihêlin lê tiştê em dikarin ewe nêzîkirina nerîn û helwestan bi şêweyekî ku nakokî û neyeksanî bi awakî rêk û pêk binû dernekevin kolanan”.
Ramî elreyês berdewam kir û got:
“em wekû partiya pêşverû ya sosyalîst evê çalakiyê wekû gaveke pêwîst û pîroz  dinirxînin û em hêvîdarin ku hemî aliyên Lubnanî li ser evê rê û rêbazê kar bikin û gavin ji vî rengî bavêjin û hewl bidin da qonaxeke cuda  ji qonaxên berê sazbikin”.
  Ne veşartiye ku Cimbilat dihate nasîn bi dijberiya xwe ye diyar ji rejîma Sûrê re û ew li gel partiya Hêzên Lubnanî bi serkirdayetiya Semîr Ce’ce’  yê Mesîhî û Şepola pêşerojê bi serkirdayetiya Se’id Herîrî yê Sinnî , sê aliyên bingehînbû ji hêzên14 avdarê re û wî  bi guhertina helwestên xwe ye ,ku bi awakî fermî berî damezrandina hikûmeta Lubnanî  perde ji ser wan hate hilanîn , guftûgoyek berfireh di qada siyasî ya Lubnan de derxiste holê . û renge Ev gera wîye dawiyê ew wergerandineke piratîkiye ji hilbijartina cihekî nuh re ,di piroseya hevbendiyên nuh de Li Lubnan û her wiha ew amadekariyeke ji duristkirina pêwendiyên serkirdeyê Dirzî li gel rejîma Sûrê û serdana wî ye bo Şamê ku renge di demên pêş de were bicih anîn.
Beyrût

16-1-2010

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

EBDILBAQȊ ELȊ

berȋ 68 salan şert, rewș û kawdanên siyasî yên derdorȇ ȗ yȇn ku gelê Kurd li Sûriya wȇ serdemȇ tȇ de jiyan di kir hiștin ku hestȇ netewȋ yȇ kurdȋ li sȗriya were vejandin, hizir ȗ bȋreweriya netewȋ di hiș ȗ ramanȇ gelȇ kurd de bilind bibe, ji ber ronȋ…

Tengezar Marînî

” Darizandin” a Kafka, ku di sala 1913an de hatiye weşandin, pirr caran wekî çîrokeke komplex û xumamî tê dîtin, ku xwêner bi gelek pirsên bêbersiv û cîh ji bo şîrovekirinê dihêle. Ev vebêjî ji ber têgihîştinên xwe yên kûr ên derûnî û nîşandana çirûskane ya têkiliyên hêzê, hestên sûcdariyê û tirsa hebûnê tê…

Rêber Hebûn

Reşzeytûn

Taybetmendiya evînê wek mijareke helbestî li cem jina helbestvan heye, yek ji wan taybetiyên diyar : tenikbûna derbirînê, ev yeka me dibe li ber kûrbûna ezmûna jiyanê û rastiya pesindana helwestên wijdanî, di çarçoveya vê pirtûkê de em dibînn ku helbestvan bêhtir azad e, çengên hestên xwe dirêj…

Qado Şêrîn

 

Dema bêrya helbestê dikim, diçim kilasîkan dixwînim.

Helbet nehemû kilasîk tên xwendin, wek dema me ya aniha. Berê jî gelek helbestvan hebûn, wek aniha, lê hindik mezin bûn û man û hey man, nimûne gelek in, lê gelek jî hema ku mirin winda bûn. Aniha jî gelek xwe dikin…