Edra

 Helîm Yûsiv 
 
Edra, navê girtîgehekê li paytexta Sûriyê, Şamê ye. Di vê girtîgehê de, ji sê sedî zêdetir girtiyên siyasî yên kurd hene. Ji wan li derdora sed û heftê girtî ji 30.10.09’an de ketine gireva birçîbûnê.
Heta vir, her tişt normal xuyanî dike. Lê tiştê ne normal û dikare tenê li welatekî mîna Sûriyê bê dîtin ew e ku, ji roja ku ev girtî ketine gireva birçîbûnê hetanî vê kêlîka ku ez tê de van gotinan dinîvisînim, ne his, ne pêjin û ne deng ji wan nehatiye.
Ne dikarin malbatên xwe bibînin, ne dikarin parêzerên xwe bibînin, ne jî destûr heye ku kesek ji derveyî wan çar dîwarên hişk tiştekî li ser wan zanibe.
Li welêt, di hundir sînorên vî welatê ecêb ku navê wî Sûriyêye, mexlûqek nikare serî rake û bêje: Çima?, li derve jî ji bilî çend rêxistinên belengaz yên mafên mirovan û çend parlementer û kesayetiyên bê hêz yên dostê kurdan di nav siyaseta Ewropayê de, dengê kurdên derve û protestoyên wan naçe tu deverê û kesek guh nade vê tirajediyê.
Berevajî wê, li Almanyayê, peymana ku Wezareta Karên Hundir bi hikumeta Sûriyê re, ji bo vegerandina penaperên kurd yên li Almanyayê mafê manê bidest nexistine, ku di 14. 07. 2008’an de hatibû îmzekirin, hêdî hêdî dikeve piratîkê û yek ji vir, yek ji wir van penaberên ji dojeha feqîrtî û hovîtiyê reviyane, vedigerînin “dojeha ku jê hatine”.
Li Sûriyê sînorên tirsê berfirehbûne û dinya hemû xistine hundirê xwe.
Ev hevok ne hevokeke “mecaz” yan jî “fantaziyeke” û ne jî derbirîneke “surreyalîste”.
Di vê mînaka jêrîn de jî dê wateya vê hevokê bêhtir eşkere bibe.
Di nav xirecira siyaseta kurdan û parçebûna wan a di nav zêdeyî sêzdeh partiyên biçûk de ku hemû bi awayekî beravêtî ji zik hev derketine û ji navê partiyan bêhtir bi navê kesan têne naskirin, careke din, bi germayiyeke mezin, behsa “rola rewşenbîran” hate holê.
Tev ku, ji hêla termolojiyê de, ez ji têgeha “rewşenbîr” û erzankirina vê têgehê ne rihetim, lê dîsa jî min ramana pêkanîna rojeke gireva birçîbûnê ya sembolîk ji bo piştgiriya girtiyên Edrayê, pir di cih de dît.
Wisa jî li bajarê Achena Almanyayê, di 14. 11. 09’an de ev gireva birçîbûnê ku hejmarek ji nivîskar, helbestvan û rojnamevanên “Rojavayî” amade bûn, pêkhat. Wisa xuya dike wê li çend bajarên din berdewam bike.
Ji kesên beşdar bêhtir, sedemên nebeşdarbûna çend kesan bala min kişand.
Ji wan sedeman, hinek kes, ji bo zirar û tadayî negihêje malbatên wan li welêt, li Ewropayê ew newêrin tev li karên wiha bibin.
Hinek ji wan, ji ber çûn û hatina Sûriyê, newêrin xwe nêzîkî karên wilo siyasî bikin û helwesta xwe ya protestoyî û dijber nîşan bidin.
Vê tirsa ku ev dost û hevpîşe û hemkarên me tê de dijîn, careke din firehbûna sînorên tirsê anîbûn bîra min.
Kurtaya gotinê ew e ku carinan dewletek, rêjîmek, sîstemeke siyasî, dikare ne tenê welatekî, belê hemû dinyayê ji bo “rewşenbîrekî” bike girtîgeh.
Girtiyekî yan girtiyeke kurd li “Edra”yê, bêtirs li ber xwe dide û di nav destên celadan de, dikare têkeve gireva birçîbûnê.
“Rewşenbîrekî” kurd li Ewropayê, tev ku bi hezarên kîlometran dûrî destên celadane, ditirse ku, ji bo rojekê be jî, têkeve gireva birçîbûnê.
Bê guman, piraniya rewşenbîrên kurd bi wêrekî xwedî li erkên xwe yên neteweyî û însanî derdikevin û baweriya min ew e ku wê her xwedî lê derkevin jî, lê mînakek bi tenê jî hebe ku ji piştgiriya girtiyekî siyasî bitirse, ew yek dîsa jî pir e.
Silav li berxwedana girtiyên Edrayê, ku careke din “tirs”a me anîn bîra me.

…………….

Jêder:diyarname

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Mizgîn Kenaan

Gelek caran di xebatên akademîk de yên ku li ser berhemên wêjeya klasîk tên amadekirin, navê Aleksandre Jaba derbas dibe. Bêguman kesên têkiliya wan bi wêjeya klasîk re heye, vî kesî baş nas dikin û zanin ku wî roleke giring di parastina ziman, çand, wêje û folklora Kurdî…

Mislim Şêx Hesen

 

Di dawiyên salên pênceyî yên sedsala bîstan de, yekem partiya siyasî ya Kurdî li Sûriyê hate damezrandin bi navê Partiya Demokrat a Kurd li Sûriyê, di 14ê Hezîranê 1957an de, bi berpirsyariya Nûredîn Zaza, da ku mafên gelê Kurd li Sûriyê biparêze û dabîn bike.

Di wê pêvajoyê…

Di pêngavekî de ber bi yekgirtina helwêsta kurdî li hember astengiyên ewlehî û siyasî, îro Înê 1ê Gulanê 2026, şandek ji Yekîtiya Nivîskarên Kurdistana Sûriyê serdana Nivîsîngeha Partiya Demokrata Kurdistanê li Düsseldorf kir ji bo nîşandana helwêsta xwe li hember êrîşa dronî ya ji aliyê milîsên Îraqî yên alîgirên supaya pasdarên rêjîma Îranê…

Helbest: Nadir Qazî

Tîpguhêzî: Cansoz Dabo

Du caran du dike çend?

Hemûyan bi hev re dinivîsî: Dike çar

Lê min di bîrkariyê de pileyên kêm

Dianîn û dihatime xwarê

Ew jî tenê ji ber ku li gor min wa bû,

Du caran du dike yek, ne…