Kurdino, em çi dikin?

Cankurd

Kurdino, heywax!
Berî her gotinekê, nûçeya nebaş: Merivekî min ê pîremêr çûbû gundê xwe li derdorên Erdê Romê  “Erzeromê” li bakurê Kurdistanê, vegeriya Almaniya û hat serlêdana me. Min jê pirs kir:”-Çi hebû? Çi tune bû?” Seriyê xwe hejand, bi devê xwe kire niçniç û got:”- Berê ez diçûm gundê xwe, giş hevsîyên min bi min re bi Kurdî dipeyivîn, lê niha tew kesek ji pîran pêve bi Kurdî napeyive…
Ez têgiham ku ew pir hosan bûye ji rewşa paşketina zimanê Kurdî li welatê dayîk û bavan, lê gava ew û kur û xanima xwe li trombêlê suwar bûne, ku vegerin herin mala xwe li bajêrekî dî, min dît ku ji nişka ve bû qebeqeba wan bi Tûrkî…Lew re ez dinalim û dibêjim: Heywax, Kurdino, em çi dikin!...
Gava pîrejinek diçe bazarê, ku hêgên xwe bifiroşe, teviya rojê li wir dimîne, zikbirçî û tî vedigere mala xwe û pişt re hêgên di sepetê de dijimêre, ên celiqî davêje û ên şikestî dide aliyekî, û dibîne ku wan hêg kêmtir in ji berê, û bihayê ewên firotine jî têra xwarina rojê nekiriye, êdî ew poşman dibe û bidizîka dibêje:”-Bi Xwedê, min zirar kir, ez nema diçim bazarê û paş evqas rehtî careke dî destvala venagerim.”  
Gava em di nav van gengeşeyên parlamenta Türkiyê de carekê li paş xwe binêrin, emê binasin, ku ji peymana (Sévres) sala 1920 ta destpêkirina van gengeşiyan, hîn çi rûn hîn bi ser dewê me neketiye, tevî evqas ked û cefa, tevî evqas xûnrijîn û malherifîn û ziyanên gelek mezin…Hêgên di sepeta me de kêmtirbûne, û me bihayê ên firotî jî  tew nestandiye…
Bêguman rewşa zimanê kurdî, rewşa êl û malbatên kurdî, rewşa me ya aborî wekî neteweyekê, hîngê pir ji niha baştir û çêtir bû…Em li ser hev bûn, yek dest û yek dar bûn, bi hêz bûn û gelê me bi Kurdî dipeyivî, melayên me bi Kurdî zarokên me fêrdikirin û Turk dihatin li ber gelê me digeriyan, û xwe jêre piştxûz dikirin, çi ji bo piştvaniya leşkerî û çi ji bo hevkariya ramiyarî…
Hîngê bavikê Turkan binzor bûbû, ku bo siyasetmedarên me (Autonomî) pêşniyaz bike, tevî ku wî dixwest me bixapîne jî, me ji mafê (Serxwebûnê), ku di wa peymana nêvneteweyî de bo me hatibû biryarkirin, bêpar bike, hema ev pêşniyaziya (Autonomî) nîşana hêzdarbûna gelê me bû û nîşanajarbûna Turkan bû li ber me Kurdan…
Gava yek gotinên bavikê Turkan wê demê, û pişt re biryarên ku di peymana (Lozan)ê de, sala 1923ê, bide ber gotinên diho yên herdu mezinên Turkan, Baykal û Bağçeli, wê bizane çendîn hêgên me Kurdan di sepeta me de kêm bûne û çendîn evana terqinî û tinaziyan bi gelê me û bi mafê wî yê rêbazî dikin.
Baykal û Bağçeli ji gelê me dixwazin, ew xwe wekî parçeyekî ji gelê Turk bibîne û xwe wilo di hembêza wan xalmaman de piçûk, bê hêz, bê deng û bê nav bibîne…Ewana gava gota “Biratiyê!” dikin, mebesta wan “Biratiya Turkan bi Turkan” re ye, ji ber ku ewana neteweyeke dî li Türkiyê ji ya xwe pê ve nabînin…Yek netew, yek al û yek nişt dibêjin. Ma eve pejirandina rastiya Türkiyê ye, Ma eve “Demokratî?”…Na.
Mixabin, hinek Kurd jî, hezdikin van gengeşiyan wekî “Serketineke dûrokî” bifiroşin me nezanan, pejirandina peyivê bi Kurdî û bi destxistina hinek mafên çandeyî di Türkiyeke “Demokrat!” de, bikine mestirîn destkeftiyên gelê me…
Başe, başe…! Evqas xûn û malwêranî, êş û zarîn û zêwiriya milyonan mirovên Kurdistanê di 100 salên dawî de, tenha û giş ji bo vê yekê bûn? Ma bo serbazên Turkan dayîk diltenik hene, bo evqas lawû keçên kurd, ku di zindanan de, di berqefên zinaran de, û di bin zincîrên tangên turkî de hatîne kuştin, bê dayîk û xûşk in?
Ez dibêm: Pêwîste ev gengeşiya lawaz di parlamenta turkî de bibe destpêka rêyeke dirêjtir û firehtir, rêyeke teviya gelê me, ji bo azadiya xwe ya neteweyî, di bin alaya kurdî de, da hemî qurbaniyên me yên dûrokî berbad nebin…Da gelê me wekî pezekî nebin ser gora Ataturk ê xûnrêj û gelkuj, da alaya turkî ya di xûna gelê me de sor bûye, li ba  pişt û nijdên me nebe tiştekî pîroz, û da peyva “Kurdistan”, a ku Baykal nikane lêvbike, herdem di sirod û lawjanên zarokên me de wekî gulekê geş bimîne…  

 

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Silêman Bavê Sîpan

Ez Kurdim, li her derê
Nabê tiştek min biguherê

Ev zimanê min Kurdî ye
Min ji dayika xwe girtiye

Ne bi tirs û ne bi şerm
Serbilind im ez her dem

Kurdim ez, ji kok û reh
Kurd dimînim li her cih

Kurdî bo min,ne zimane
Ew dîrok e, ew jiyan e

Ew dengê bav û kalan e
Ew stranên…

Ezîz Xemcivîn

Kî li benda te bû
Kî li kolana dildariyê bendewara gulekê ji destê te bû?
Dildareka bêdeng im,
yarê min!

Evîndara bayê hênik û axa warekî me,
ne baskşikestî me,
ne bineka ketî me,
çima li şaneşîna evînê tu min nabînî,
yarê min?!

Roja evînê bi hêviyên neyar nayê girtin…
Sozên li hev badayî,
bi hêsanî…

Fewaz Ebdê

-1-

Ezbenî!
Herdû çavên te ji zaroktiyê re bexçene
Kenê te hêlana asîmên e.

-2-

Her ku li te dinerim ezbenîLanguage Resources
Zarokekî li paş sîberên salaln dibînim
Bi destê xweyî biçûk
evînê qenewîç dike.

-3-

Tu mîna zarokekî ji rîhanan hez dikî
û mîna ku hê nû te
temen vedîtibî
çîrokan dibêjî.

-4-

Çaxê tu di nav neviyên xwe de rûdinê
Temen kirasê xwe di ser xwe…

Dildar Aştî

Te rojekê
Kevirekî kelemî
ji rêçekê hilnekir
Te rojekê
Şûşeyekî şikestî
Ji ber lingên mendalekî ranekir

Te gulek tî
Di bexçeyê evînê de av neda
Te goleke meyayî
Li ramanê tev neda!..
Te berxeke windayî
Negihandiye nav kerî
Te pîreke rêwindayî
Negihandiye ber derî

Di şeveke bi tirs de
Çi nameya evînê te neguhest
Mafê peyveke tenê
Di civata padîşah de te nexwest
Te rojekê
Simbilekî ziviyê
Ji şewatê neparast
Ne li keviya rêyekê
Ne li…