Agirê sînema Amûdê hê geş e!

Besam mistefa

     Zêdetir ji 40 salan di ser agirê sînema Amûdê de bihurî, sedan zarokên Kurd ko paşeroja wan ji wan hate dizîn.. hate kuştin, hate perçiqandin li kêleka girê Şermolayê di bin axa ku ji asîmanê tawanbaran paqijtir û pîroztir e, dirêjkirî ne.
Dilên dayikên wan ev 40 sal e mîna ku bi agirê sê dojehan be, têne sotin:kezeb şewitîn,laş bûne ardûman,û bihn bi ser Amûdê ket,bihna kizirandin û kîna bêhempa!Şermolayê ji hingê ve bêdeng li laşên piçûk temaşe dike û ji xwe re dibêje,çi dil bûn yên ku karibûn van dilên piçûk di nav agir de bisojin ?!….

     Wê rojê di salên 60-î de ji sedsala bihurî, sedan zarokan berê xwe dane sînema bajêr ya tenha da ku li filmekî li ser şoreşa Cezayirê temaşe bikin.Nizanîbûn ku çi li benda wan e…wê çawa bizanibin û mêjiyê zaroktiyê pilan û kirêtiya mezinan bibîr nabe?!wê çawa bizanbin ku welatê ew çûbûn piştgiriya şoreşa wê bikin piştî 15 salan pilaneke din ya giran û wêranker li birayên wan yên li aliyê din yê sînor girêbidin û hêj nizanin ku sînor yan welat çi ne?!zarok bûn, bi ken û girinjînan berev sînemê ve diçûn da ku tiştekî nû bibînin û dema vegerin malên xwe çîrokê ji bav û dayikên xwe re biseridînin……

     Wê rojê,bajarê Amûdê çîroka xwe ya mezin ji erd û asîmanan re digot:li Kurdan qewimî,mîna ku Kurd ji êş û şewatan re hatibin afirandin…sînema sêwî,ya teng û ne amade ji pêşkêşkirina mirinê pêve bû ejdeha û agirê xwe virde wirde belavkir û dest bi nêçîrkirina zarokên Kurdan kir, weke dêwekî sêserî laşên nerm û piçûk daqurtandin,parçeyên laşên şewitî li wan deveran belawela bûn û yên ku xwe ji agir rizgar dikir û digiha derve,rastî “bîra qederê”dihat û dibû para ava kûr.Dengê zarokên xapandî bi ser Amûdê ket,xirecir bilind bû,xelkên bajêr vecinqîn:”Xwedayê min ,Kurdên te ne ev ,Xwedayê min!”.Bavê Mihemed yê ku bajêr pê hate naskirin piştî şewatê berev sînemê ve çû.jêre gotin:qey zarokên te jî li wir hene?li wan vegerand :”zarokên kurdan tev yên min in “û çû pêşî polîsên ku dergeh li zarokan digirtin û qerebalix pirtir dikirin bi tena xwe ji wir dûrkirin û xwe berda nav agir,çend zarok ji agir rizagrkirin û jinşkêve agir girte laşê wî….û ew di nav pencên xwe de quvaşt û ji hestiyan pêve tiştek nehişt.agirê geş dused ta sêdesd zarokî nêçîr kir ji bilî birîndaran.

     Wê rojê,bihna kizirandina laşê zarokên Amûda bavê Mihemmed li seranserê bakur belav bû,dûman jî heta çend rojan asîmanê deverê reş û xemgîn dikir,jixwe agirukjên bajarê ku dor 30 kîlomitrî ji Qamişlokê dûr e tunebûn wê çaxê û heta ku laşên ter û nerm nebûne hestî ew negihiştin!wê rojê,rondik hema hema ji çavan dihatine xwarê,dayikan pora serên xwe anîne xwarê li ser kezebên ku bi berekta ideoljiya faşîstên efleq û beesê masûlke masûlke û parçe parçe hatine sotin û kuştin.Wê rojê,Xwedê ji jor li afirînerên xwe dimeyzand:Ma min wisa ji we re gotibû!

     Wê rojê,girê Şeromla yê ku dîroka Amûdê bi ax û bêdengiyê dinivîse xwe negirt û heta jê hat hewilda ku xwe bighîne Amûdê û zarokên wê ji agirê bêbext xilas bike,lê zarok bixwe hatine nik wê û li kêleka wê xwe  heta hetayê  dirêj kirin:Êdî ji jiyana mezinên kirêt û  pilanger xilas bûn,û niha dikarin bê tirs,bê agir û şewatan xewnên xwe bi teşiyên hêviyê bihûnin.  

 

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Mizgîn Kenaan

Gelek caran di xebatên akademîk de yên ku li ser berhemên wêjeya klasîk tên amadekirin, navê Aleksandre Jaba derbas dibe. Bêguman kesên têkiliya wan bi wêjeya klasîk re heye, vî kesî baş nas dikin û zanin ku wî roleke giring di parastina ziman, çand, wêje û folklora Kurdî…

Mislim Şêx Hesen

 

Di dawiyên salên pênceyî yên sedsala bîstan de, yekem partiya siyasî ya Kurdî li Sûriyê hate damezrandin bi navê Partiya Demokrat a Kurd li Sûriyê, di 14ê Hezîranê 1957an de, bi berpirsyariya Nûredîn Zaza, da ku mafên gelê Kurd li Sûriyê biparêze û dabîn bike.

Di wê pêvajoyê…

Di pêngavekî de ber bi yekgirtina helwêsta kurdî li hember astengiyên ewlehî û siyasî, îro Înê 1ê Gulanê 2026, şandek ji Yekîtiya Nivîskarên Kurdistana Sûriyê serdana Nivîsîngeha Partiya Demokrata Kurdistanê li Düsseldorf kir ji bo nîşandana helwêsta xwe li hember êrîşa dronî ya ji aliyê milîsên Îraqî yên alîgirên supaya pasdarên rêjîma Îranê…

Helbest: Nadir Qazî

Tîpguhêzî: Cansoz Dabo

Du caran du dike çend?

Hemûyan bi hev re dinivîsî: Dike çar

Lê min di bîrkariyê de pileyên kêm

Dianîn û dihatime xwarê

Ew jî tenê ji ber ku li gor min wa bû,

Du caran du dike yek, ne…