DI 22 Saliya Koçkirina Seydayê Cegerxwîn de

Konê Reş

Di 22 saliya koçkirina seydayê mezin Cegerxwînê Hesarî  de, kêfxweş dibim ku van pirsan bersiv bidim.Bi rastî pirs in xweş in û di cih û dema xwe de ne, ez jî ji can û dil spasiya we dikim.

1-Rola Cegerxwîn di helbesta kurdî de çiye ?
   Bê guman Cegerxwîn rolek mezin di helbesta kurdî de lîstiye. Em bêjin ne bêjin ew bûye wek stûnek zêrîn li ser zîlana helbesta kurdî û di her çar perçan de digere. Di wî heyamê xerab de, ew heyamê ku zimanê kurdî qedexe bû û kesî newêrîbû bi gota kurd û ereb an kurd û tirk birane..Cegerxwîn helbest bi kurdî afirand û hûna û bi mêranî û dengekî bilind  helbestên xwe di nav gel de gotin û belav kirin.Ta radeyekê ku gelekan ji nexwendiyan helbestên wî ezber kirin û di civatan de gotin û dibêjin.Hêjî wek wan kesan peyda dibin mîna Salihê Silo û Hesenê Gemo..
   Mêzekin bê çendîn rola wî di wî heyamê xerab  de mezin û diyar bû. Roja îro jî, rola wî mezin û belûye û ji encamên rola wî, di festîvala helbesta kurdî de eşkere xuyaye, ev festîvala ku her sal di 22ê oktoberê de li nav me kurdên Binxetê tê li darxistn,  bi hekeftina koçkirina wî, û têde bêtirî 60 helbestvanî helbestên xwe dixwînin, ji bilî yên ku dor nagihêje wan û yên ku amadenabin. Ango roja îro di nav kurdên sûriyê de dor 200-300 kesî heye ku helbestê di hûne û dor 50 kesî dîwanên xwe çapkirine ..Di baweriya min de, ev yek vedigere ser rola Cegerxwîn di navtêdan û pêşxistina helbesta kurdî de .
   Belê, em wiha helbestvan di nav kurdên tirkiyê de nabînin, hem  ku sînorek di navbera me wan de hebû û heye û hem ku Cegerxwînek di nav wan de ne bû, Cegerxwînê wan Ehmed Arif bû, wan jî bi tirkî helbest hûnandin bêtir ji kurdî.
   Ji rexekî din ve, Cegerxwîn şagirtekî zîrek bû ji şagirtên şêx Ehmedê Cizîrî, ev şagirt bû pirek di navbera helbesta kilasîk û nû de, ango Cegerxwîn kevin û nû yê me bi heve girêdaye û di wiha girêdan de, rola wî zor mezine di pêşketin û berdewamiya afirandina helbesta kurdî de.

2-Gelo merov dikare bibêje ku helbesta kilasîk li ba Cegerxwîn bi dawî hat ?
   Na xêr, qet helbesta kilasîk bi dawî nayê, her û her wê helbesta kilasîk li rex helbesta nûjen û modern bijî..Ma gelo helbesta kilasîk li bal ereban bi dawî hat, piştî koçkirina Cewahirî û Beyatî  ?!
   Roja îro bi dehan ji xort û keçên me helbesta kilasîk di hûnin, tevî ku va 22 sal di ser koçkirina dawîn ya Cegerxwînê Hesarî re derbas dibe… li hember wan jî, gelek hene helbesta nûjen di hûnin.. ango helbesta kilasîk  piştî Cegerxwîn bi dawî nehart û bi dawî nayê.

3-Çima û ji bo çi ewqas nav û deg bi Cegerxwîn ket ? Di nav kurdan de, ku Cegerxwîn ne di wê demê de bihata jiyanê,ma dê ew nav û dengî pêketa ? Û çima Cegerxwîn nebû helbestvanekî cîhanî ?
   Navdêrî û dengvedana navê Cegerxwîn di kurdistanê bi tevayî de, vedigere berî her tiştî hûnandina wî ji helbestan re û girêdayîbûna wî bi nexweşî û kêşeya gelê wî ve, di wî heyamê ku nezanîn û cehaletê konê xwe di ser welatê me re vegirtibû, di pey wan re mêraniya wî..Erê, Cegerxwîn mêr bû. li tiştekî ne pirsî ne li mal ne li zarokan, kul û xemên wî gelê wî bû, tevî ku çend salên dirêj ji temenê xwe bi dûv zanîna olî de, li her çar perçeyê kurdistanê geriya û bû melayekî 12 ilmî, bi rîh, cibe û şaşik…Paşê,  wî rih qusand, cibe dirand û şaşik avêt di wî heyamê paşketî de ku kesî newêrîbû limêj nekiriba..Ne tenê wiha, wî kuncên Fransîzan yên kurt li xwe kirin û xwe berda kolanên Amûdê û bang li xelkê kir û got:Kurdino, merdino pir xweşe serxwebûn..Hingê xelkê ji hev re gotin: Mezekin, Melle Şêxmûs dîn bûye, Xwedê neyne serê kesî…
   Di wî heyamî de gelek melayên hevalên wî hebûn wan jî pîş bi hûnandina helbestê dikir, û dibe ku helbestên gelekan ji wan ji helbestên Cegerxwîn bedewtir û spehîtir bûn, lê hem mêraniya Cegerxwîn û hem berdewamiya Cegerxwîn li bal wan nebû, û mixabin  gelekan ji wan şerê wî jî dikir û belav dikirin ku, Cegerxwîn kafire…
Ji rexekî din ve wek ku kurdan gotiye :Heçî berê gula zerê..   Cegerxwîn berî tevayî hogirên xwe ji nifşê Hawarê, bê rawestan di 60 salî de bi dûv gotina kurdî de geriya, piraniya heval û hogirên wî, ew rêk nebirin serî, hin ji wan bi siyasetê daketin û hin li malên xwe rûniştin û hina ji tirsan ve herhemên xwe şewitandin, bi tenê Cegerxwîn xwe ji rêbaza ku dabû ser ne hat xwarê, û bi mêranî li ser liviya..
Şek têde nîne ku Cegerxwîn ne di wî heyamî de ba wiha nav û deng pê nediket, derfetin zêrîn jêre hatin,ji gelek rexan ve, wî jî bizanîbûn ew derfet bi kar aînin û sûde ji wan girt, yek ji wan derketina kovara Hawarê û alîkariya Mîr Celadet Bedirxan bû, berhemên wî yên sereta di Hawarê de belav bûn û Mir Celadet dîwana wî ya yekem di nav weşanên Hawarê de çap û belav kir…
   Necîhanîbûna Cegerxwîn, vedigere wergerandinê, kesî helbestên wî wernegerandin ser zimanên cîhanî wek ingilîzî û espanî û fransî ku xelkên dinyê û alemê bi xwînin û dawî ku karibin wî bi nav bikin wek helbestvanekî cîhanî, û ta roja iro jî em gelekî paşketîne di warê wergerê de.

Konê Reş
Qamişlo
 
 

   

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Di pêngavekî de ber bi yekgirtina helwêsta kurdî li hember astengiyên ewlehî û siyasî, îro Înê 1ê Gulanê 2026, şandek ji Yekîtiya Nivîskarên Kurdistana Sûriyê serdana Nivîsîngeha Partiya Demokrata Kurdistanê li Düsseldorf kir ji bo nîşandana helwêsta xwe li hember êrîşa dronî ya ji aliyê milîsên Îraqî yên alîgirên supaya pasdarên rêjîma Îranê…

Helbest: Nadir Qazî

Tîpguhêzî: Cansoz Dabo

Du caran du dike çend?

Hemûyan bi hev re dinivîsî: Dike çar

Lê min di bîrkariyê de pileyên kêm

Dianîn û dihatime xwarê

Ew jî tenê ji ber ku li gor min wa bû,

Du caran du dike yek, ne…

Dildar Aştî
Li rê bûm
Peyv zîpik bûn
Li laşê di tayê de dipengizîn…
Min şopa tajangên sert
Li nav qolincên oxirê di şopand
Bi êşê hestiyar dibûm…
Ê din hebûn
Bi dîlanê mijûl bûn
Bi halanê…
Min qûnaxa di navbera dijberan
de dipîvand…
Li ser pêlên Leylanê
Min pirsa xwe bi saw dişand…
Ka çendî,
Ez nêzîkî agirê rastiyê me ?!..
Çendî dûrî,
Çirava xiniziyê me ?!..

Li wêderê
Şewatê bê mihrevanî
Deşta min…

Ehmed Tahir

Dil ji min bir,şêrîn yarê
Dême sorê,reng hinarê
Pora zêrîn,çen bi xalê
Xecxecoka di buharê
Şêrîn yarê
Reng buharê
Dil ji min bir
Di vê salê

Sibhan rebê ev gul dayî
Rû ji rengê sipî sayî
Agir di dil wê dadayî
Şalê herîr mil badayî
Çem û kanî
Gula xanî
Dil ji min bir
Hêlîn danî

Find û çira di vê malê
Gul û nêrgiz pir delalê
Mi dil daye…