Helbest u Vidyo

Şîna lîzevanê bi nav û deng: Heysem Kiço

Ezîz Xemcivîn

Dîsan dilê min
nale nalê dike;
vê êvarê çeleng û Çikçikanê
Yana Cîhad ji nav me bar dike..!!

Li bavê Felek dibe mêvan,
li ber tembûra wî 
goga xwe bilind û dûr davêje,
stêran şiyar dike…!!
Ji nişka ve 
dengê stranekê tê
“nalînek tê guhê min,
lê winda û nehan e…
agir berda dilê min,
tev bû pêt û duxan e”

Lîzgeh li ber te ye
bi lingê polayî
ji mîrata basê
wê gogê bivirîne..!!

Bela bavê Felek ne xeyide,
bêje bilbilê xemgîn bêje

“feryad û sed ax û eman” bêje
heyfa evî emrê ciwan” bêje…!!

Mêvanê te şêrîn e.
Mêvanê te zava ye 
govenda wî xweş bigerîne… !!
heger tu karibî 
dengê xwe bigihîne ” Lava “
dizanim wê gelekî 
li hêviya bavê xwe bimîne…!!?

Ey Qamişloka wêran
geh tu xemgîn î, 
geh  tu xemgîn î, 
û geh tu xemgîn î… !!?
ma tu ne westiyayî..??
evqas em barê te giran dikin,
birînên te pir bûne 
stêrê Yana Cîhad jî tev li wan dimîne… !!

Dayê ne tu tenê xemgîn î 
bi hezaran dayikên xemgîn
agirê dilê xwe 
weke temaşeya Sînema Amûdê
li gel te bibîr anîne  … !!

Qamişlokê
gava darbesta zavê te hat,
bi gulan xemilî bû; 
gula herî xuyanî 
Bavê Lava bi xwe bû… !!

Dengê stranê û reşbeleka malik wêran  
ji Dêra Zorê heya bi dilê te 
asman û zemîn 
ji ber hejiyan…!!

Koça dawî bû deqê lîzevanan
ew mûma bi ronî 
mixabin zû vemirî… !!?    

25/10/02

Dubey

Ev gotar bikêr bû?

Nêrîna te ji bo başkirina naverokê alîkar e

0% ji xwendevanan ev gotar ecibandin
(0 nirxandin)

Şîrove (0)

Şîroveya xwe binivîse

Nivîsên din

Konferansê «Kurdên Qefqasyayê»

Ebdûlazîz QasimÎro Mamosta Hejar Şamil li ser malpera xwe nûçeyek weşand li ser lidarxistina konferansekî pir girîng yên Kurdên Qefqasyayê bi înîsiyatîfeke…

”Pênûsa Nû” hejmara 108an

Hejmara 108 ya ‘’Pênûsa Nû’’, Hejmareke tijı̂ nivı̂s û berhemên cûrbecûrin. Hûn dikarin gelek berheman di warê; Gotar û Nerı̂n, Ziman, Dı̂rok,…