Zilamok !

Konê Reş

Ezbenî!

Zilamok li vir in.. Di pişt mala min re derbas dibin… Di navbera Orkêş, Waşokanî, Şemsîhided û Şebat Enlîl de dibihurin… Elfabêya sexte bidarvedikin.. Derewa dikin… Erê derewa dikin… Gotinên şêrîn bi ser te de dibarîn in.. Melaqiyî û şelafiyan dikin.. Belê ezbenî ew wilo fêr bûne.. Zilamokên nû ne.. Di temtêla zilamên çak û rind de ne.. Bi gotinên xwe mirovan razî dikin û li gor her mirovekî, kirasekî ji bo wî, li xwe dikin.. Dêmê wan zer e û bi te re digurnijin, silavê li te dikin û bi bê dengî li te guhdarî dikin.. Dema tu pişta xwe didî wan, berê tîrên xwe li pişta te rast dikin.. û wiha xwîn ji te diherike.. û ew, bi herikandina xwîna te şad û kêfxweş dibin…
   Ne xeme ezbenî, bela ew genîtiya xwe, sextebaziya xwe û megrûdiya xwe, ji xwe re kom bikin.. Avahiyan li vir û deraha ava bikin.. Her tişt bi dawî ye.. Erê her tişt bi dawî ye. Çendî qunax dirêj be, dawî jêre heye…Û di dawiyê de rêkên nû  destpêdikin.. Hingî her tişt belû û eşkere dibe û tiştek ji pîş, kar û finasên wan namîne, ji bil xerabî û wêraniyê pêve. Bi tenê wê navê wan, wek nemroyan li ser kaxetên zer bimîne.. Erê wê navê wan, mina nemroyan di dosiyên kevin de bimîne.. Lê zilamên rast û durist, yên ku xwe di ber mafê gelê xwe de diwestînin, mafê gelê xwe diparêzin, ew her di bîranîna welatê xwe de, gelê xwe de wek çira û xetîrên veketî dimînin..
   Ax.. Welato.. Welatê bi êşê strayî.. Welatê min yê ku bi xincer û kêrên zilamok û melaqan birîndar e.. Gelo ez li ser te bigirîm, an ji ber te bigirîm?! Giliyê xwe bi te bikim, an li te  bikim..?!
   Ezbenî! Zilamok pir in, hev nas dikin.. Mîna kaxetên gemorî di sikak û kolanên bajarê min de belavin.. Kirasê vir, xapandin û derewan li xwe dikin… Lê a rast her eşkere dibe û her yek bi navê xwe tê nas kirin.. Ev derewîn e, ev keysbaz e, ev sexteçiye.. Û ev zilam e zilam, zilamekî paqij e.. Raste zilam kêmin, lê ewin yên ku mirovan, welatan û şaristaniyan ava dikin.. Zilamên ku ne li ser şopa mîr Celadet Bedirxan, Apê Mûsa Anter, Dr. Nûreddîn Zaza.. bilivin, ew zilamokin, mane wan gotiye;(…An mebêjin em kurd in..).
  Belê Ezbenî zilamok divire dermas dibin.. Di navbera sextebaziyê û derewan de dikulkulin.. Zikreşî û çavnebarî ji dêmê wan diniqut e.. Tevî ku kirasê berxikan li xwe dikin da ku neyên diyar kirin… lê her ew belû û eşkere ne..
   Erê zilamok li vir in, di vire derbas dibin… Dibe ku li wir bin jî, li ser maseya te bin jî, di mala te de bin, di nav kaxet û maxetên te de bin.. Lê tu jî weke min e, te navê ku tu bawer bikî… Û tu çavê xwe û guhê xwe digirî da ku ev rewş te pîr neke..?!
   Lê sed heyf û mixabinî ku ev e rewşa me… Zilamok, sexte û durû di nav tiliyên me re derbas dibin.. Di bin palgeha me de radizên.. Gelaciya min û te dikin… Ew ne zilamin, zilamokin, di kesmê zilaman de ne.. Cil û bergên zilaman li xwe dikin û di malên xwe de, bi zimanê min û te xeber didin.. Lê ne ewin yên ku dîrok wan bi bîr bîne.. Ew wek tûmê Kelemperê li ber ba dixindirin, ba wan li ber xwe dibe.. Ew ne zilam in, jinaviskin. Belê, zilam di vê heyamê me de kêm in.
   Erê ezbenî, Zilamok di navtara me a biçûk de pirr in.. Em tev wan nas dikin.. Lê her ew wek toza di nav tîrêjên rokê de derbas dibin û hin bi hin xwe li erdê digirin, pêlav jî di ser wan re derbas dibin..  Wiha jî roj dibuhirin.

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Di pêngavekî de ber bi yekgirtina helwêsta kurdî li hember astengiyên ewlehî û siyasî, îro Înê 1ê Gulanê 2026, şandek ji Yekîtiya Nivîskarên Kurdistana Sûriyê serdana Nivîsîngeha Partiya Demokrata Kurdistanê li Düsseldorf kir ji bo nîşandana helwêsta xwe li hember êrîşa dronî ya ji aliyê milîsên Îraqî yên alîgirên supaya pasdarên rêjîma Îranê…

Helbest: Nadir Qazî

Tîpguhêzî: Cansoz Dabo

Du caran du dike çend?

Hemûyan bi hev re dinivîsî: Dike çar

Lê min di bîrkariyê de pileyên kêm

Dianîn û dihatime xwarê

Ew jî tenê ji ber ku li gor min wa bû,

Du caran du dike yek, ne…

Dildar Aştî
Li rê bûm
Peyv zîpik bûn
Li laşê di tayê de dipengizîn…
Min şopa tajangên sert
Li nav qolincên oxirê di şopand
Bi êşê hestiyar dibûm…
Ê din hebûn
Bi dîlanê mijûl bûn
Bi halanê…
Min qûnaxa di navbera dijberan
de dipîvand…
Li ser pêlên Leylanê
Min pirsa xwe bi saw dişand…
Ka çendî,
Ez nêzîkî agirê rastiyê me ?!..
Çendî dûrî,
Çirava xiniziyê me ?!..

Li wêderê
Şewatê bê mihrevanî
Deşta min…

Ehmed Tahir

Dil ji min bir,şêrîn yarê
Dême sorê,reng hinarê
Pora zêrîn,çen bi xalê
Xecxecoka di buharê
Şêrîn yarê
Reng buharê
Dil ji min bir
Di vê salê

Sibhan rebê ev gul dayî
Rû ji rengê sipî sayî
Agir di dil wê dadayî
Şalê herîr mil badayî
Çem û kanî
Gula xanî
Dil ji min bir
Hêlîn danî

Find û çira di vê malê
Gul û nêrgiz pir delalê
Mi dil daye…