Rojîn li ser TRT6ê: Ez weke «kuçikeke bernameyê» bûm

 Piştî biryara rawestandina karê xwe di kanala trikî TRT6ê de, hunermenda binavûdeng Rojîn bi dijwarî êrîşî xebatkarên TRT6ê dike. Di hevpeyvîneke taybetî de ji bo beşê kurdî yê radyoya elmanî WDR – Funkhaus Europa Rojîn got ku berpirsên TRT6ê “li ser Kurdan qet tiştekî nizanin û bi çavên dijminayetî li Kurdan dinerin”. Rojîn vekirina TRT6ê weke “gaveke dîrokî” bi nav kir, “lê divê hikumet van mirovên bi qirêj di hundirê vê kanalê de paqij bike, da ku mirovên ku bi kurdî baş dizanin û hertiştî wekî sucekî nebînin û Kurdên ku ji van îşan fêm dikin, bînin”.
Çend rojan piştî ku wê ragihand ku wê dev ji TRT6ê berdaye, Rojîn ji bo yekemîn car bersivê dide alaveke ragihandinê. Di hevpeyvîneke bi “Bernama Kurdî” re, ku li Elmanyayê tek bernameya radyoyê ya fermî ya bi zimanê kurdî ye, Rojîn diyar kir ku ew ne poşman e ku wê ji TRT6ê re kar kir. Wê TRT6 wek “tiştek baş” bi nav kir, ku divê “ew der bê paqijkirin, ku mirovên ku bi çavekî din li me nanerin, têkevin wê derê”. Rojîn eşkere kir ku dema wê dest bi karê bi TRT6ê re kir, wê dizanîbû ku wê “hinekî sansur hebe, ji ber ku TRT6 kanala dewletê ye”. Wê berdewam kir û got: “Lê min bawer nedikir ku wê sansur bi vî awayî bibe. Kesên di TRT6ê li ser Kurdan qet tiştekî nizanin, tenê dixwazin pera qezenc bikin û kar bidin kesên derûdora xwe.”

Stêra muzîka kurdî Rojîn piştrast kir ku li Tirkiyê “li her derê” sansur heye, “lê divê sansurek wilo nemîne, ku xwediyê bernameyê xwe wekî kuçikeke bernameyê nebîne”.

Bernameya “Rojîna me”, ku di hefteyê de pênc rojan dihate weşandin û ji aliyê Rojîn ve dihate pêşkêşkirin, bernameya herî naskirî bû di nav bernameyên TRT6ê de. Berpirsên TRT6ê ragihand ku ji ber Rojîn bê destur neçûbû kar, wan biryara avêtina wê ji kar daye.

Tevaya hevpeyvîna bi Rojîn re dikare îroj di Bernama Kurdî de bê guhdarkirin. Bernama Kurdî her yekşem ji seet 18:05 ta 19:00 (li gorî dema Elmanyayê) weşana xwe dike. Hevpeyvîn herweha dikare di malpera bernameyê de bê guhdarkirin:

http://www.funkhauseuropa.de/sendungen/bernama_kurdi/.

Jêder: amude.com

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Şîlan Doskî

 

Şerekê gengaz di navbera Îran û Îsraîlê de ne tenê pirsên jeopolîtîk derdixe holê. Lê ew rasterast bandorê li mîlyonan mirovan dike. Bi taybetî Kurdên li her çar aliyên Kurdistanê dijîn: Rojhilat, Başûr, Rojava û Bakur di bin metirsiyê de ne.

Şerekî bi vî rengî wê ji bo wan…

Tengezar Marînî

 

Ez ê îro nivîskarekî elman, ku wek rewşbîrekî kartêker bû di dema xwe de, bi we bidim nasîn.

Li Swêdê xelat bi navê wî heye û du nivîskarên me ên hêja ew xelat wergirtin: 1. Shêrko Bêkes. 2. Selîm Berekat.

 

Kurt Tucholsky yek ji nivîskar, rojnamevan û peyamnêrên…

Tengezar Marînî

 

Hevoka “Hizirkirina azad di demên aloziyê de” behsa pêwîstiya bingehîn a tevgerîna hem afirîner û hem jî serbixwe di demên dijwar de dike. Nîşandana vê yekê bi pirsgirêkên taybetî yên ku kes û civak di demên nezelaliyê û guhertinê de pê re rû bi rû dimînin, bi taybetî giring e….

Konê Reş

Ji hezarê salan ve

bav û kalên me,

di nav çiya, gelî, deşt û daristanan de

jiyana xwe derbas kirine..

Çiyayê Toros, Zagros û Ararat

li dor wan, ber bi asman ve bilind bûn..

Hêza xwe ji ava çemê Dicle, Ferat,

Zab û…