Şev û nivîsandin

  Ciwan Nebî
ciwannebi@hotmail.com

Dibe ku nivîsandin karekî qedexe be di rojê de,lewra  di şevê  de dibe qena di dawî  de şev valahiya tewrî  fireh be ji henteşiya nîgaşê re, ji xemgîniya ku bitenê şev  ji wê re dibe neynikek re. Şeva ku bi tevî pilêtên sor, yên hildana lingên helbestê hildayî  ew bar nake, ew e  yezdana nivîsandinê, tozê  ji ser karên rojê didaweşîne, ji ser şaşîtiyên wê yên ku em li wan nabûrin.  Şev bi rambûn û bêdengiya xwe asoyên xweziyan nêzîktir dike, nivîsan tijetir pirs û gihandin dike, ew hêviyek e ji dîtinên bihêztir re, ji xwendina derdora me re, hundurê me re û ew e dema çavdarî û ramiyariyê. Hevsaran ber dide ji nivîsandinek e serhişk re qena li tiştên pêwar bigere û  yên henteş bixwîne. Şev xweşik be, çiqerû be, şev çi be, di dawî de ew  seqa nivîsandinê ye.
Wilo bi hesanî dibêjim, dipirsim qena û bahozekê destpê bikim.  Li vir şevek heye, stêrikên wê weke weşiyek tirî  bi zexelî daleqandî ne. Ev stêrikên  ku ji zaroktiya xwe de ditirsim ku bi ser me de bikevin, û nuha jî bi ser helbesteke min de, ew nikarin sîkekê binivîsin, lê wilo jî wan tarî parçe kirî ye, ezê û vajî baweriyên xwe şîrove bikim: ew ne rêyekê ronî dikin, ne jî tariyê ber didin ji xewnên me re, û heyv di nîvê esmanan de bedewiya xwe distirêne, di dema ku bêdengî bi ewte ewta kûçikan qul dibe de. Ewte ewta ku xewa bajarekî ji helbestvanên xwe xeydî  danezan dike. Ev tev mirov germ dikin qena bi şev û li ser şevê binivîse. Nivîsandin û weke karekî hebûnê, ku nasnameya wî xweşikbûn e, giyan e, ew hîna    bi awayekî neyeksan li şevê  û bêhtir ji hemî lehengên helbestê dinihêre. Hene yên ku şevê weke wateyekê ji sitem  û paşveçûnê re dibînin, û yên ku wê weke dikek e şanoya romantîk û hezkirinê jî dibînin hene, qena em bigihin encamekê ku çendî şev xwendinên neyksan pêşwazî dike, cihê nakokiyekê ye, ew Monalîza xwedayî ye  ji hest û rewşa me re. Ev şeva ku cihê nivîsên me ye, ew timî henteş dibe di wan de    û em carnan wê diqewitînin, sixêfan ji wê re didin û  carnan pesinê wê didin, lê ew     bi nanûxwê der dikeve û dimîne demek ji nivîsandinê re, ji me re em yên bi roj bi balên rojane mijûl, bi jiyan û pêdiviyên laşên xwe.  Wilo û şev  bê pasword, yan pasteport weke ku diya min dibêje derbas dibe helbestên me, ne tenê, bêhtir ji wilo şev û bi hesanî nasnameyê di komara helbestan de distîne, ew dema zexel e di tenahiyê de, nexweş e,  nemaze di bendewaryê de, hingê ew bi me ve dimîne û naçe, ew birîndar e, qop e, nameş e û bi tariya xwe serê heyvê dixwe, lewra sîkên me winda dibin, û di encamê de nivîsandin, di rewşeke wilo de bi rengekî wilo dibe, lê şev di dema xweşiyê de hildifire ji leza, weke ku dereng  ma be ji sozê xwe bi evîna xwe rojê re û bi stêrikên xwe esmanan tije heyv dike, ma gelo şev kirasê esmanan yê din e û em pişpokên wî ne?! Şev wê her bimîne tiştekî ji derveyî naskirinê, lê besî şevê ye ku ew dema xewna ye_xewn bi wateye xwe yî ku ew em in di pêk nehatina xwe de_ lewra şev derfeta tewrî mezin e ji me re qena em nêzîkî xewnên xwe bibin, nêzîkî xwe bibin. Em xewnên xwe binivîsin, xwe binivîsin. Şev çi baş e yaw ji nivîsandinê re, û ji pêvî wilo serê min pê naêşe, ez yê serê xwe bi her tiştî têşînim, pirsa helbestên rojê dikim û vê şevê biyogirafiya roja xwe dixwînim, şev li derdora min e, û weke demekê  ji nivîsandinê re xwe lidar dixe,ji tolvedanê re. Tolvedana ji her tiştî, ji kiryarên rojê,   ji şevê, ji min, ji sedemên vê nivîsa ku û weke her car gunehê van rûpelan  xiste stûyê min de weke ku ez kêm guneh bim.

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Fewaz Ebdê

Ev pênc salin ku Berzanê Dilovan miriye. Ji wî çaxî ve û gora wî bûye weke deriyekî bilez hatibe girtin, deriyekî bêdeng. Her ku Alanê Sofî Silo di ber re diçû, hest dikir ku Berzan bi kaba tiliya xwe ya nîşandekê li wî deppî dixe, weke ku li bîrdanka wî…

Sersaxî

Me bi xemgînî koça dawî ya nivîskar û navdarê Kurd Mihemed Emîn Bozarsalan di jiyê 91 saliya xwe de bihîst, bi vê helkefta xemgîn, li ser navê Nûneratiya Ewropa ya Yekîtiya Nivîskarên Kurdistanê, bi dilsozî û xemgînî, sersaxiya xwe ya germ pêşkêşî malbat, dostên wî, pertûkxane û çanda kurdî dike.

Mihemed Emîn Bozaraslan (15.09.1934- 09.02.2026),
nivîskar, zimanzan,…

EBDILBAQȊ ELȊ

Kurd li Sûriya ne pêleke awarte ya penaberan an jî komeke li ser sînorên welat ku ji nişka ve ketine hundir, lê ew bûbûn -û hîn jî- beşekî resen ya tevna civakî û erdnîgarî ku bi sedsalan berî damezrandina dewleta Sûrî ya nûjen hatibû avakirin. Û ew ne mêvanên demkî…

Tewfîq Sînan

Di hemû cîhanê de kêşe, alozî û astengî di derbarê standardkirina zimanekî zelal û resen hebû û bi hezara pozberî di evî derbarî de peyda dibû, ji ber ku zimanekî zelal bi tena xwe tune ye û ew jî ji sedema ku pêkvejiyanî jîwera heyî bû û heta dema niha…