bîranîna bîstsaliya koçkirina M.Şêxo li Uppsala

Bi coşeke mezin, di 07.03.2009an de, dilxweşên nemir M.Şêxo ji hemû deverên Swêdê hatin Uppsala ji bo bîranîna bîstsaliya koçkirina M.Şêxo.

Li gor programa şevê û ji ber ku gelek kes ji dûr hatibûn, katjimêr 19.00 dest bi derbazbûna mêvanan bû; qehwe, çay, şîranî û sendwîç li hêviya wan bûn, çend stiranên hilbijartî bi dengê nemir hatine guhdarkirin, û tememê katjimêr 20.00 jî di bin ala Kurdistanê û ya Swêdê de dest bi beşê duwem ji programê bû.
Beşdarên şevê deqîqeyekê rawesiyan rêz ji canê şehîdên Kurdistanê re, programa şevê, û kurtejiyana nemir M.Şêxo, û herweha gotina malbatê ji aliyê hunermend Beha Şêxo ve hatin xwendin.

Sazî û rêxistinên ko beşdar bûn:
– Nûnerê Hukûmeta Herêma Kurdistanê li bakurê Ewropa.
– Hemû hêzên siyasî yên Rojavayê Kurdistanê ku li Swêd hene.
– PDK û YNK.
– PSK û PDK-Bakur.
– Nûnerê Hevkariya Hêzên Siyasî yên Kurdistanî li Swêd.
– Nûnerê Yekîtiya Nivîskarên Kurdistanê li Swêd.
– Berpirsiyarê Kovara Sîrwan.
– Encûmena Kurdên Sûriyê li Swêd.
– Çend komeleyên kurdî.

Hunermendên ku beşdar bûn:
–       Beşîr
–       Armanc
–       Şevger
–       Lorîn Berzencî
–       Hevraz Hesko
–       Xoşnav Têlo
–       Beha Şêxo
–       Helbestvan Diya Sûlav
–       Sazvan: Remzî û li ser keybordê: Rêkar Berzencî
Di nav movikên programê de her helbestên hilbijartî ji wanê ku nemir M.Şêxo stirabûn, hatine xwendin.
Katjimêr 23.00 şev bi dawî bû bi strana Ay Lê Gulê, bi dengê hemû hunermendên beşdar.
Programa şevê ji aliyê Salih kobanî ve bi rê ve çû.

Têbînî
Amdekerên vê şevê û bi taybet hunermend Beha Şêxo bi dilgermî spasiya her kesê ku zehmet kêşa û beşdarî şevê bûn, û herweha lêbûrînê dixwazin li ser kêmasiyên ku di şevê hatine pêş û li dervey karîna me bûn.

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Fewaz Ebdê

Bihuşta sênckirî

Piştî ku çek bêdeng bûn û top û tank aram bûn, dawiya şer hat û jinûavakirinê dest pê kir, zeviyeke fireh û sênckirî, mîna ajalparêzeke xwezayî diyar bû. Li orta wê Goleke avjeniyê mezin bi şêwaza Ewropî heye, kursiyên spî, sîwanên şînê vekirî li derdorê belavbûyî ne…

Bessam Mer’ê

Gava trajiydiya miletekî tê taqîkirin û ezmûnek tije jê derdikeve holê , wêjeyek çêdibe ku birînan vediguhze pendiyarîyê û bîranînan vediguhêze pirsên vekirî yên pêşerojê.
Yaşar Kemalê Kurd, stûnek wêjeya tirkî û cîhaniye ya ne tenê li ser gund û mirovên sade nivîsiye, lê belê ew kirine neynike tevahiya gerdûnê, ku…

Firyal Hemîd

Di çilya pêşîn de û berî serêsalê, bêhna pirtiqala û goştê biraştî tê min.

Ew çaxê serjêkirina dermala bû.

ew bêhna ku mirî ji goran radikir, di pozê zarotiya min de maye.

Çima tiştên berê jî bîra min naçin?

bi dîwarê bîrdankê ve zeliqî ne û…

Zahid Alwani

Aşîreta Batwan û Dêrşoyan: Çîroka Şerê Ku Bi Jinewateke Qediya, 1890 — Roja yekê, sê bira ji aşîreta Dêrşoyan piştî nivêja fîjrê derketin bo çiyayê li bijartekî xwe da ku bixebitin; cihê wan ji gundê xwe zêde dûr bû.

Piştî nivêja asrê, bavê malê ji xwişkê xwe — keça…