Bi coşeke mezin, di 07.03.2009an de, dilxweşên nemir M.Şêxo ji hemû deverên Swêdê hatin Uppsala ji bo bîranîna bîstsaliya koçkirina M.Şêxo.
– Nûnerê Hukûmeta Herêma Kurdistanê li bakurê Ewropa.
– Hemû hêzên siyasî yên Rojavayê Kurdistanê ku li Swêd hene.
– PDK û YNK.
– PSK û PDK-Bakur.
– Nûnerê Hevkariya Hêzên Siyasî yên Kurdistanî li Swêd.
– Nûnerê Yekîtiya Nivîskarên Kurdistanê li Swêd.
– Berpirsiyarê Kovara Sîrwan.
– Encûmena Kurdên Sûriyê li Swêd.
– Çend komeleyên kurdî.
– Beşîr
– Armanc
– Şevger
– Lorîn Berzencî
– Hevraz Hesko
– Xoşnav Têlo
– Beha Şêxo
– Helbestvan Diya Sûlav
– Sazvan: Remzî û li ser keybordê: Rêkar Berzencî
Di nav movikên programê de her helbestên hilbijartî ji wanê ku nemir M.Şêxo stirabûn, hatine xwendin.
Katjimêr 23.00 şev bi dawî bû bi strana Ay Lê Gulê, bi dengê hemû hunermendên beşdar.
Programa şevê ji aliyê Salih kobanî ve bi rê ve çû.
Amdekerên vê şevê û bi taybet hunermend Beha Şêxo bi dilgermî spasiya her kesê ku zehmet kêşa û beşdarî şevê bûn, û herweha lêbûrînê dixwazin li ser kêmasiyên ku di şevê hatine pêş û li dervey karîna me bûn.

Şîrove (0)