Di pêvajoyên xebata miletan de, li kî deverê bibin bila bibin, her şêwe xebat, pêdivî û maf e. Pir mirov ji kurd ên rojavayê Kurdistanê, ji ber sedemên siyasî û ji ber siyaseta nemirovane ya rêjîmên Sûrî, yek li dûv yên din û bi taybetî piştî desteserkirina partiya Baas, li sala 1963 li ser hokum, mecbûr bûne ji welatê xwe koçber bibin û jiyana xwe li derbederiyê, bi kul û xem û hisret, bi rêve bibin. Pilan ên li dijî vî gelî, ji dema ku Sûrî ji bin endametiya Ferensa derketî û heya roja îro, bi tundî û nemirovane ne.
Wek hercar ku amade ye, bo mana rêjîmê li ser kursiyê desthilatê, hertiştî bike qurban, bi vê peymana di gel hukumeta Elmanî jî her tişt pejirand û serî tewand, tenê daku dengê kurdan yê derve û bi taybetî piştî serîhildana 12ê avdarê û şehîdketina şêx Maşûq ê Xiznewî, kiz bike. Ji hêleke din ve jî bide diyarkirin, ku ew jî mina welatekî koçberhinêr dikare bi positive, di gel welat ên koçberwergir hevkar be, daku rêjeya koçberiya(nelegal) kêm bibe. Lê cîhan hemi dizane, ta çi pêpelûkê destê hukumeta Sûrî di karê hinartina xelkê bo Europa û USA heye, bi çend hezar perên sûrî, xelkê di rêka balefirxaneyên xwe re rêdike van welatan. Ji bilî wê, hemi raport ên rojnamevanî yên cîhanî nivîsîne û dinivîsîn, ta çi redeye destê rêjîma sûrî bi terrorist ên mîna Al Qaîde û hevaldoşk ên wan heye.
Di karê mafiyewî de, ta çi asteyê destê wan bi grûpên israrfiroşan heye. Lê tişta mirov sersurman dike, ku welat ên ji xwe re dibêjin: welat ên azad, demoqrat, parêzerên mafê mirovan û gelek nîşan û mîşanên weha bi ser singa xwe ve dikin, bi welatekî mîna Sûriya re hevpeymanan dibestin. Heta duh bû, rêjîma Sûrî kaxezek nedixist nav dest ên karmend ên biyaniyan, lê niha tenha, mirovek bi tiliyê nîşan bide, ku ew mirov ji Sûriya hatiye, dê rêya çûnê bow î xweş bikin.
Bo rêjîma Sûrî, nexem e, çimkî tu berpirsiyariya mirovayetî û exlaqî li hember hevwelatiyên xwe yên hundur û derve tune ye.
Piştgiriyeke bihêz bidin van çalakvanên, ku ev haveynê 11 rojan ketine gereva birçîbûnê, morale wan bi hêz bikin. Ji hêla din ve li rêkên qanûnî bipirsin, di rêka pisporên yasayî re, ku vê peymanê hilweşînin. Di rêka dostên miletê me re, ku bigihin behweriyekê, nekû bikevin bin zextê, ku bi cihên têkildar re bikevin guftûgoyê û pêkolên cedî bibin ku hindek perlementer Peditionan çêbikin û her yek çend mirovan bi xwe bigire. Hêzên kurdî û bi taybetî, komîta karê hevbeş ku ev kar avêtiye ser mile xwe û ta roja îro jî bi başî bi rêve dibe, navên ku ketine ber vê peymanê de bide heve, daku hijmara rastî diyar bibe. Bizava kurd ya li welêt jî, eger bikaribin bi belge wan biryar û mersûman yên li dijî jiyana kurdan ya rojane ne bigihînin mediya. Bi taybet, ev axaftina ku dibe, ku hukumeta sûrî, an jî saziyên istixbaratî karxane xwaringeh, hotel û her tiştekî din, ku nabe kesê bênasname kar bike, bi nivîskî peyda bikin û eger nebe, dikarin bi şêweyê dikare bibe belgeyeke fermî bikin û rêbikin.
Her kes pêdiviye ji ser sîbera xwe re çem bike.

Şîrove (0)