Xelefê Zêbarî

Hêvîdar Zana
hevidar_zana@hotmail.com

Ez nizanim hûn li radyoya “Dengê Emerîka” guhdarî dikin yan na?
Bi rastî piştî zêdebûna kenalên televizyonên asmanî û tora înternetê, ez jî weke berê guhê xwe nadim radyoyê, lê dîsa jî car caran û ew jî bi riya înternetê guhdariya dengê mamosta Xelefê Zêbarî û xanima kubar Fexriya Doskî dikim.
Bi taybetî mamosta Xelefê Zêbarî li cem min pir bi qedr e. Bêyî ku em hev bibînin û bêyî ku xwe bi min re biwestîne, wî ji min re bi salan mamostatiya şêweya pêşkêşkirin û axaftinê kiriye.

Dema ku min di sala 1993 an de dest bi xebata radyoyê kir, ez pir gênc û bê ezmûn bûm. Min nizanîbû mirov çawa dikare nûçeyên kurdî pêşkêş bike.
Divê ew weke gotarekê werin xwendin, yan weke helbestekê, bi kîjan melodiyê? Di nava hevokê de deng li ku were bilindkirin û li ku dakeve? Mirov çawa dikare xemgînî û kêfxweşiyê bi riya deng bigihîne guhdaran?
Temamiya van pirsan li cem min bê bersiv bûn. Lê ji ber ku min dikarîbû ez tekstên bi kurdî baş û bê rawestan bixwînim û min dikarîbû nivîsarên ku bi tirkî têne amadekirin, yekser wergerînim kurdî, karê amadekirin û pêşkêşkirina programê beşê kurdî avêtin ser milê min. Ez di nava 24 seetan de bûm bêjera radyoyê.
Bêguman, min bi gelek zimanan li nûçeyan guhdarî kiribû û min hewl dida ku ez jî weke wan bixwînim, lê çênedibû. Min bi fonetîka zimanekî din, bi dengên ku pir dûrî dengên kurdî ne dixwend û ez aciz dibûm. Herçiqasî guhdaran bixwe tu gazin nedikirin û kêfa wan gelekî ji pêşkêşkirina min re dihat, lê ez ne razî bûm.
Rojekê biraderekî ji min re behsa radyoya Dengê Emerîka kir û şîretek li min kir “ji xwe re li Xelefê Zêbarî guhdar bike, kurdiya rastî ew e”.
Min guhdar kir û êdî ji min re bû karekî rojane.


Ji çepê ve: Xelefê Zêbarî, Hêvîdar Zana (2008 Washington)

Ew dengê gurr û zelal û devoka behdînî ya kubar li ber guhê min dibû weke helbestekê. Ez ji guhdarkirinê têr nedibûm.
Min, Xelefê Zêbarî di serê xwe de çêdikir û ji xwe re digot “ew ji sedî sed mirovekî pir bilind û qelew e, ma ne wisa be, wê ev deng çawa jê derkeve?”.
Piştî gelek salan û piştî ku êdî min dest bi rojnamevaniya televizyonî kir, rojekê li ser riya studyo telefona min lêxist. Ew dengê ku min di radyo de guhdarî dikir ji telefona min dihat, “Hêvîdarxan ev demê te xweş, ez Xelefê Zêbarî me”.
Dibe ku hûn bawer nekin, lê bi rastî min êdî riya ber lingên xwe nedît. Kêfxweşiya min heta çend rojan jî li ser çavê min diyar bû. Mamosta Xelefê Zêbarî telefonî min kiribû û bi ser de jî pesnê pêşkêşkirina min dabû. Em dirêj axivîn û bi hêviya hevdîtinê me xatir ji hev xwest. Dawiya sala 2008 an, dema ku ez di nava tîma KurdistanTv de ji bo şopandina serdana Serokê Kurdistanê ya Amerîkayê gihîştim Washington DC min yekser ji Desko Şêrwanî (Berpirsyarê Pêwendiyên Civakî li KRG) pirsa mamostayê xwe kir. Lê berî ez telefona wî bikim, dîsa ew li min geriya.
Roja dawî ya bernameya Serokê Kurdistanê bû. Civîneke berfereh ji bo kurdên li Washington û wîlayetên dorûberê wê hatibû amadekirin. Desko Şêrwanî amadekarê civînê bû û ji min re got ku wê Xelefê Zêbarî jî were civînê. Lê ezê çawa nas bikim?
Ez yekser çûm cem gêncekî ji yên ewlekariyê û min jê re got ku dema xebatkarên radyoya Dengê Emerîkayê hatin, divê ew min agahdar bike. Wî got, “Ez zavayê Xelef im, hema ku hat ezê xeberê bidim te”.
Çavê min li mêrekî navsere, bejn bilind û qelew digere. Di serê min de Xelefê Zêbarî wisa ye. Dema ku ew dengê nas ji pişt ve hat ber guhê min û ez lê zîvirîm, min dît ku ji bo dengekî wiha gurr û zelal ne şert e ku mirov girs û bilind be, ew deng dikare ji gewriya mirovekî hûrik jî derkeve. Me weke mamosta û şagirteke ku bi salan bi hev re kar kiribin silav da hev û piştî kurtedemekê jî xatir ji hev xwest.
Dema me têrê nekir ku em li wir çîrokên xwe ji hev re bibêjin, lê vaye min li vir got û hêvî dikim ku hîna salên dûrûdirêj bikaribim li dengê mamosta Xelefê Zêbarî guhdar bikim.  

Jêder: Avestakur            

 

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Tengezar Marînî

 

Ez ê îro nivîskarekî elman, ku wek rewşbîrekî kartêker bû di dema xwe de, bi we bidim nasîn.

Li Swêdê xelat bi navê wî heye û du nivîskarên me ên hêja ew xelat wergirtin: 1. Shêrko Bêkes. 2. Selîm Berekat.

 

Kurt Tucholsky yek ji nivîskar, rojnamevan û peyamnêrên…

Tengezar Marînî

 

Hevoka “Hizirkirina azad di demên aloziyê de” behsa pêwîstiya bingehîn a tevgerîna hem afirîner û hem jî serbixwe di demên dijwar de dike. Nîşandana vê yekê bi pirsgirêkên taybetî yên ku kes û civak di demên nezelaliyê û guhertinê de pê re rû bi rû dimînin, bi taybetî giring e….

Konê Reş

Ji hezarê salan ve

bav û kalên me,

di nav çiya, gelî, deşt û daristanan de

jiyana xwe derbas kirine..

Çiyayê Toros, Zagros û Ararat

li dor wan, ber bi asman ve bilind bûn..

Hêza xwe ji ava çemê Dicle, Ferat,

Zab û…

Mislim Şêx Hesen

 

Di demeke siyasî ya hestiyar de ku herêm tê re derbas dibe , û ligel zêdebûna pirsgirêkên herêmî û navneteweyî , Şanda Hevbeş a Kurd li Rojava hate avakirin û ragihandin ,û ev li ser bingeha encamên Konferansa Kurd, da ku daxwazên gelê kurd ku bi dehsalan têkoşînkirin ji…