Kurte gotinek derbarê nivîsên Dildar Îsamîl

  Mesûd Xelef

Di serî de û her çende ku min ne dixwest vê kurtenivîsê pêşkêşî xwendevanan bikim, lê, ez bawerim ku erkê her yekî ji me ye dema kêmasî û şaşiya bibîne, hinekî ji kesê beramber e bide nîşandan.
Ji aliyekî dî ve, ez weku kes kekê Dildar nas nakim lê hinek nivîsên wî li vir û dera han min xwendin, bi rastî tê nagihim keko ji van nivîsên te, wate, em hinekî li xwe vegerin û em bizanin ka em çi dinvîsin, carê, em nas bikin ka nivîs çiye û çawa dihê nivîsandin
dîsan em hinek pirsan ji xwe bikin, ka em ji bo çi dinvîsin, di hemû nivîsên keke Dildar de, tevlîheviyeke mezin heye, ji dariştina hevokan bigire û hetanî bi ristina gotinan û hilbijartina mijaran, li vêderê tiştek heye, ew jî ewe ku êdî dem, ne ew dema berê ye ku heme çi bihê ber devê em binvîsin, divê hinekî kûrbûn û têgihştin hebe, ji ber ku ji aliyekî ve em helbestê dinvîsin û ji aliyekî dî ve em dibine siyasetmedar û ji aliyekî dî ve em dibine rojnamevan, divê em weku milletê kurd xwe ji vê tevlîheviyê rizgar bikin. Heman tişt ji bo kekê Dildar, ye ku êdî di nava gotinên xwe de, ew bi xwe jî nema zane ku çi dibêje, çi di gotarên wî yên kurt de yên ku min xwendin û çi di helbestên wî de ku ew bi xwe navê helbestê ji bo wan girane, anku mirov navekî dî li wan bike.
Naxwazim di vê kurtenivsê de şîroveyan an ku nirxadinên rexineyî di derbarê hinek nivîsên wî de darêjim û berbiçav bikim, lê her xwendevanek dikare li nivîsên wî temaşe bike û bixwîne di malerên me yên kurdî.
Heger hat û keke Dildar bersiva vê kurte nivîsê jî da, ez weku kes çi bersivan nadim ji bo wî, lê tenê di vê kurte nivîsa xwe de jêre dibêjim ku hinekî li nivîs û helbestên xwe vegerê daku bizane kêmasî û şaşî û tevlîhevî di kû de ne.

Raste îro roj em weku kurd ji aliyê rojnamevaniya elektironî de azadin û bi hezaran malper me hene û her yek ji me dikare malperekî xwe ya taybet veke û çi hez bike têde binvîse, lê aya ev dibe çare ku em di astê rojnemavanî û wêjeyî û hemû qadên rewşenbîriyê de berûpêş ve biçin. Ne her kesê du gotin nivîsîn û belav kirin nivîskare û her nivîskarê du gotin nivîsîn û belav kirin rewşenbîre. Li xwe vegeriyan baştirîn çareye ku em xwe nas bikin. Divê sîstemê hizirkirinê bihê avakirin berî ku em xwe bavêjine nava sîstemên nivîsandinê.

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Mizgîn Kenaan

Gelek caran di xebatên akademîk de yên ku li ser berhemên wêjeya klasîk tên amadekirin, navê Aleksandre Jaba derbas dibe. Bêguman kesên têkiliya wan bi wêjeya klasîk re heye, vî kesî baş nas dikin û zanin ku wî roleke giring di parastina ziman, çand, wêje û folklora Kurdî…

Mislim Şêx Hesen

 

Di dawiyên salên pênceyî yên sedsala bîstan de, yekem partiya siyasî ya Kurdî li Sûriyê hate damezrandin bi navê Partiya Demokrat a Kurd li Sûriyê, di 14ê Hezîranê 1957an de, bi berpirsyariya Nûredîn Zaza, da ku mafên gelê Kurd li Sûriyê biparêze û dabîn bike.

Di wê pêvajoyê…

Di pêngavekî de ber bi yekgirtina helwêsta kurdî li hember astengiyên ewlehî û siyasî, îro Înê 1ê Gulanê 2026, şandek ji Yekîtiya Nivîskarên Kurdistana Sûriyê serdana Nivîsîngeha Partiya Demokrata Kurdistanê li Düsseldorf kir ji bo nîşandana helwêsta xwe li hember êrîşa dronî ya ji aliyê milîsên Îraqî yên alîgirên supaya pasdarên rêjîma Îranê…

Helbest: Nadir Qazî

Tîpguhêzî: Cansoz Dabo

Du caran du dike çend?

Hemûyan bi hev re dinivîsî: Dike çar

Lê min di bîrkariyê de pileyên kêm

Dianîn û dihatime xwarê

Ew jî tenê ji ber ku li gor min wa bû,

Du caran du dike yek, ne…