TRT 6, an jî şaş, nexem e

Tengezarê Marînî

Di vê demdirêjiya 80 salan de,  di ferhenga tirkiya fermî de û civakî de, ne kurd  û ne jî kurdî  hebû. Kurdî, ne ziman bû, zimanekî wek yê qereçiyan bû (lêbuhurînê ji qereçiyan dixwazim). Li ber çavên civaka tirkan ji xwe her kurd û zimanê wan nebû.

Niha bi vekirina vê kanalê TRT6, dibêjin me derew dikir, em nerast bûn. Ya giring ewe ye, kanal bi zimanê kurdî ye, û wê rêya danûstendinê li ber vî zimanê qedexekirî veke. Ev gav pir dereng hat, lê hatina wê baştir ji nehatinê ye. Ji bilî ko mafekî xwezayî ye, ew encama tekoşîn û xebata gelê kurd e.
Ev destketin nedihat, eger têkoşîna miletê kurd pirsa kurd negihandibaye vê qûnaxa ko rêjîma turkî jê tirsiya û dest bi vê gavê kir. Ma kî ehmeq e behwer bike, ko ji bo xatirê reşika çavên kurdan ev kanal hatiye vekirin! Ji xwe eger hinek weha hebin, bila rêya xwe bi nexweşxaneyên derûnî bixin.
Pirs ne ew e, gereke kurd têde kar bikin, an nekin, pirs ewe ye, ka çawa dê kurd kar bikin, ko ev kanal bikeve xizmeta ziman, çand û pirsa gelê kurd de. Çi divêt bête kirin, bo wê hindê, dako kurd, bi vekirina TRT6 sûdmend bibin, an jî bi kêmasî ziyan li çand û kultûra wan nebe.
Rast e, ko di destûra bingehîn de navê kurdan nîne û nasnameya wan nayête pejirandin, rast e herroj navek li zimanê kurdî dibe mîna navê dawî zimanê nayête fehemkirin, an jî naskirin. Rast e nasnameya kurdî nayête pejirandin. Dibe jî ko sibe an jî dusibe  ev kanal bête girtin. Pirs û kêşe hemî ne di vir de ye, lê belê, ka çawa, wê xebata bête kirin, ko pexşana vê kenal bi kurdî dê berdewam bibe û bidome û digel wê jî xebat bête kirin, ko bikeve navên xalên destûra bigehîn û ew xalên mîna nasname û hemî mafên çandî, civakî û siyasî yê gelê kurd, bikevin çarçoveya destûr û yasa dewletê de û wek kurd nasname bête nasî.
Bêguman eger xebat û tekoşîn ya astiyan e berdewam li ser wan xalan û bi taybetî, li ser naskirina nasnameyê bi fermî, hinga dê dergehê perwerdekirinê bi zimanê kurdî di xwendegehan de, têkevê  wê çarçewa yasayî û êdî em dikarin hinga bibêjin, ko zimanê kurdî ji mirinê rizgar bû û destpêka avakirina kesayetiya kur bi kurdî dest pêkir.
Ya giring jî, mirovên zimanbaşaxêv û kurdzan jî çavdêriya zimanê kanalê bikin, dê tiştekî hêja be.

Di dawî de, pêdivî ye. Mirov bi çavekî reşbînî lê nenêre û hinekî analîze û şirovekirinên xwe ya dawî ji demê re bihêlin. Her çi qasî sûd jê nebe jî, dê ev mediya dîtinî ya kurdan ko îro heye, dê dexsê jê bibin û bi hêvî ko êdî  profisiyonalîte cihê xwe di wan de jî bigre. Her çi nebe, di hêla deng, dîkor û roniyê de, dê sûde jê hebe.

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Mizgîn Kenaan

Gelek caran di xebatên akademîk de yên ku li ser berhemên wêjeya klasîk tên amadekirin, navê Aleksandre Jaba derbas dibe. Bêguman kesên têkiliya wan bi wêjeya klasîk re heye, vî kesî baş nas dikin û zanin ku wî roleke giring di parastina ziman, çand, wêje û folklora Kurdî…

Mislim Şêx Hesen

 

Di dawiyên salên pênceyî yên sedsala bîstan de, yekem partiya siyasî ya Kurdî li Sûriyê hate damezrandin bi navê Partiya Demokrat a Kurd li Sûriyê, di 14ê Hezîranê 1957an de, bi berpirsyariya Nûredîn Zaza, da ku mafên gelê Kurd li Sûriyê biparêze û dabîn bike.

Di wê pêvajoyê…

Di pêngavekî de ber bi yekgirtina helwêsta kurdî li hember astengiyên ewlehî û siyasî, îro Înê 1ê Gulanê 2026, şandek ji Yekîtiya Nivîskarên Kurdistana Sûriyê serdana Nivîsîngeha Partiya Demokrata Kurdistanê li Düsseldorf kir ji bo nîşandana helwêsta xwe li hember êrîşa dronî ya ji aliyê milîsên Îraqî yên alîgirên supaya pasdarên rêjîma Îranê…

Helbest: Nadir Qazî

Tîpguhêzî: Cansoz Dabo

Du caran du dike çend?

Hemûyan bi hev re dinivîsî: Dike çar

Lê min di bîrkariyê de pileyên kêm

Dianîn û dihatime xwarê

Ew jî tenê ji ber ku li gor min wa bû,

Du caran du dike yek, ne…