Konê ReşDi 27ê Cotmeha 2008an de, parlamentoya Kurdistanê bi piraniya dengan Projeqanûna Pirrjinî ji bo zilamê kurd pejirand û neha ev projeqanûn li ber destê Serokê Herêma Kurdistanê birêz Mesûd Barzanî de ye.
Ez jî kefxweş dibim wek nivîskarekî kurd ku nerîna xwe di pejirandina perlementoyê kurdistanê a derbarî Projeqanûna Pirrjiniyê de bînim ziman û bi hêvîme ku serok Mesûd Barzanî li ser îmze neke, ji ber ku berpirsyariyeke dîrokî ye..
Wek ku diyare tev olên ku hatine û tev rêxistinên ku hene, ji bo xweşî, geşî û jiyanek çak ji mirovahiyê re hatine pê.. Her olekê xebat di ber xweşiya olperestên xwe de kiriye û dike, û her rêxistinek têkoşînê di ber jiyaneke rind bo civata xwe dike.. Û wek ku em tev dizanin; jin nîvê civata me ye, ji mafê vê jinê ye jî ku di xweşî û şadiyê de jiyana xwe derbas bike.. û em tev dizanin ku jiyana jinê, qet bi hewiyê re xweş nabe û di kulturê me de gelek çîrokên bi xem û êş li dor hewiyê û nexweşiyên zarokan, malbat û civatê hene..
Dujinî, sêjinî an çarjinî, di vî çerxê pêşketî de, gunhkariyeke mezin e, gunehkariyeke sê qolîye di heqê jinê, zarokan û civatê de. Eger jiyana mirovê zilam, ji rex nêrbûna wî ve, bi anîna du jinan a sê jinan an çar jinan xweş bibe, li gor ku dine islamê izin daye, lê ji sê cihên din ve nexweşiyên malbatî û civatî pir dibin; Jiyana malê dibe dûjeh, ya zarokên vê jinê û wê jinê, li binguhê hev dikeve û dawî bingehê civatê ne bi rengekî tekûz tê ava kirin. Ango civateke seqet û hîledarî ava dibe.. Û em kurd hewcedariya me bi civateke saxlem û ji nexweşiyan dûr be, heye: Ta ku em karibin welatê xwe bi rengekî şaristanî ava bikin û welatiyên xwe di şadî û bextiyariyê de derbas bikin.
Du kevok lûsê xwe datînin, mê û nêr e, me sehnekiriye ku kevokek nêr bi du kevokên mê re hêlîna xwe çêkiriye…
Ev biryara ku perlementoyê hikûmeta Kurdistanê pejirandiye ne di cihê xwe de ye, ponijandinek dûr û dirêj jêre dive û dawî gaveke çewt e ne şaristaniye. Em ji serokê herêma Kurdistanê rêzdar Mesûd Barzanî hêvî dikin ku vî projeyê ne pejirîn e.
Erê em bi yekjiniyê re ne, lê ne (Zewaca Kasolîkî)jî.
* – Spas bo mamoste Zana Sebrî yê ku em agahdarî vê biryarê kirin û hişt ku em nerînên xwe derbarî pirjiniyê bînin ziman.
Qamişlo, 21/12/2008

Şîrove (0)