Karê regezperistî dijî gelê kurd berdewam e

Selah Beyro  

  Xelekên pêrabûnên regezperestîyê dijî miletê kurd bi bilindî berdewam dibin,û şêweyekî muhrayetî bi metirsîn distînin,sînorên alîyên ramyarî û çandeyî û kêşên azadî û derbirînê derbas kirine,ta gehiştine rexekî bihtir bi tirs li ser jiyana mirofan ,ew jî rexê abûrîye yên ku şerê mirovên kurd pê tête kirin li ser jiyan û gepa nanê wî, mîna estiratîcîkikê kar bidestên komarê di şopînin
diyare ku ev kar dane dest hinek ji komîtên taybet bi kiryarên regezperestîyê, sipartin a wanî rojane peydakirin û derhênana bihtirîn çêkirina corê pirojên regezperistîyê ne,ji bo bihtirîn perçiqandina û hejar kirin miletê kurd , û bin pêkirina mafên wî ye,li paşerojê, û tahfdana wî ber bi teneberî û bi cî hiştina parçê piçûk ji kurdistana mezin, ew deverên ku bi sedê salan bav û kalên wî lê bi cî dibûn, li ser vê pêvajotinê ew rexê ku ev sînor derbas kirin li rahatin û hemî penemayên xwe yên niştîmanî û mirovayetî de, di xwazin giranîya kîna dilê xwe û çewisandina dijî miletê kurd li sûriya diyrdikin.
 Bê goman ev barûdoxa bûna wê ne ji îroveye, destpêka rewşa awarte ji zinara erbî destpêkir ta gehişte bi erebkirina herêmê li salên heftîyan ji çerxê bûrî,û derçûna fermana(56)a,yê girêdayî bi rewşa çandinîyê ve,û fermana.49.a,ya bi ramanekî bi qirêj û kevneperist hatî hûnan din, ku bendora wî ne kêmî enfal û cînosayî dê ye,gelê kurd li sûriyê ketîye  jiyana man û ne mane de,şerê wî bi rêk û pêk û rêxistinî ji rexê rijêmê ve tê kirin û fermana.432.a.ya pê gih ji fermana.49.a     re,wan ntiştê pê hatî destnîşan û pesend dike û îro dest kişandina/500/d. maoste yên kurdî demdemî (mûeqet)ji karê  fêrkirinê li dibistanên herêma HISIÇA(AL CIZÎRE)bi behane hatina/500/d. mamosteyên serkeftî di ezmûna pêşbezîna mamosteyan de ji herêma LAZIQIYÊ û herêmên din yên komarê bi girêbesta/5/ salan bi şalyarê (wezaret)perwerde û fêrkirinê re,ev jî gaveke dine ji gavên dijî mafên mirovane ku vê derveta pêşbezînê na dine mamosteyên kurd yên derçiwî ji kurdên li herêma hisiça(AL CIZÎRE)mebesta jê birçîkirina gele ,hatin awn mamosteyên ji derveyî herêmê bê awate,û dibe egerê birîna serê /500/ d. xêzanên kurd yên li herêma hisiça, ev karê awarte û ne rewa fîlbazîyeke ramyarîye dibe girêjbûn di navbera gel û rijêmê de li paşerojê, û bi yek carê derftê kar li ber /500/d, xêzanên kurd digire.
 Bê goman ev pîtolî wê bi be hestyarîya bi komkirina êş û azarên ku miletê kurd ji destê rijêma kevneperist dîtî,ji destpêka desthilat darîya rijêma bese ta roja îro. pê divîye bizava kurdî sûrî sûde ji wan kiryarên çewt wergirê,û estê kar û xebata xwe bilind bikê, ji bo yek rêzîya xwe ,û bi be gurbûn û hişyar kirina hestê netewî li ba bizava kurdî ,bo rê li ber berdewamîya van pê rabûnên regezperist  yên dijî miletê kurd têne kirin bigre.
    21/12/2008.Z
      QAMIŞLO

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

EBDILBAQȊ ELȊ

Di nav tevlihevȋ, alozî û qeyranên ku herêm di nav de ye, “medyaya Qeyranê” wekî amûreke bingehȋn ȗ sereke ya birêvebirina raya giştî derdikeve pêş. Ev celebê medyayê di demên teng de tê ezmȗnkirin; çimkî dema ku karesatek an pirsgirêkek çêdibe, mirov hevsengiya xwe winda dikin û li her agahiyekê…

Li bajarê Düsseldorfê li Almanyayê, konferansa damezrîner a Hevgirtina Civaka Sivîl ya Kurdî bi dawî bû, piştî rojekê ji nîqaş û gotûbêjên berpirsiyar ên ku nûnerên dehane rêxistin, civak û saziyên sivîl ên Kurdî li hev anîn, bi tevlêbûna nûnerên hin partiyên Kurdistanî û her wiha bi amadebûna kesayetiyên civakî, çandî û akademîk…

Qado Şêrîn

Ehmedê Huseynî helbest guhert, helbesta wî watedar û bihêz û xweşik bû, kesek nikare wê inkar bike. Ew e yê ku helbesta nûjen gihande asta helbesta kilasîk.
Ji ber ku Ehmed lawê civaka kurd e ku hîn peyetiya kesayet û siyaset û idyelojya berz û blind û sereke ye, xwezî li Swêdê maba, pesnê Ocalan…

Hişyarê Emerê Le`lê

Periya dil ciwanek bê hemberî
Te ez kirme nav pizotên agirî

Bêriya te her di dilde dikelê
Hest û canê min li ser te dan girî

Xewna te ez jê şiyar nabim ticar
Te xeyalên asoyên min tev birî

Dil bi deştêve bi…