Prastina ziman!

Ahîn Zozanî
ahin.zozani@yahoo.com

Weke her xwendevanekî/e kurd min malperên kurdî dişopandin, çavên min li hevpeyivîna serokwezîrê Kurdistanê birêz Nêçîrvan Barzanî ket (Li Kurdistanê gendelî heye û divê nemîne).
Ez li ser nivîsa hevpeyivînê rawestiyam, dûv re min xwest li dengê wî guhdar bikim, mixabin dema ko min guhdar kir, gelek gotinên erebî di hevpeyivîna wî de hebûn.
Dibe ev bû sedema ko rahêjim pênûsa dilbikul da ko çend hevokan ji êşa windabûna zimanê kurdî bi destê me tevdan ji serokên me heta bi zarokên biçûk.
Mebesta min ji vê nivîsê ne ko rexneya kek Nêçîrvan tenê dikim, lê piraniya berpirs û rêberên partiyan li herçar perçên Kurdistanê di gotarên xwe de zimanê turkî an erebî an farisî bikar tînin.
Ka wê çi gazina me hebe, ji Kurdên derbider û perîşan ko li gelek welatên cîhanê belav bûne û ketine bin bandora gelek zimanan û di bin bandora wan zimanan de jî mane.
Tev ko ez dibînim Kurdên ko li welatên derveyî Kurdistanê dijîn zimanê xwe ji yên ko li hundir dijîn bêtir diparêzin.
Ez hêvî dikim ne tenê nivîsa min ya ko li ser ziman, belê hemî nivîsên wisan ko li ser mijara ziman in, ji hêla berpirsan û xwendevanan ve bêne xwendin û ev pirsgirêka windabûna ziman ji aliyê me tevdan çareser bibe.
Dema serokwezîrê Kurdistanê li ser gendelî, jinkujî û gelek mijarên civakî diraweste, hêvî dikim ko hewildana çareserkirina pirsa ziman jî bike.
Bi teybetî nêzîkbûna zaravan û ji nifşê nuh re zimanekî standard amade bibe.
Ez dibînim çareserkirina yekem ko hemû zarav bi yek cûreyê tîpan bêne nivîsandin.
Da ko em tu astengiyan di xwendina berhemên hev de nebînin.
Dema ko gotinên beyanî dikevin nav nivîs û axaftina me de, eger erebî, turkî an farisî bin,
wê çawa Kurdên perçeyên din ji Kurdistanê ji wan gotinan tê bigihên?

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Dildar Aştî
Li rê bûm
Peyv zîpik bûn
Li laşê di tayê de dipengizîn…
Min şopa tajangên sert
Li nav qolincên oxirê di şopand
Bi êşê hestiyar dibûm…
Ê din hebûn
Bi dîlanê mijûl bûn
Bi halanê…
Min qûnaxa di navbera dijberan
de dipîvand…
Li ser pêlên Leylanê
Min pirsa xwe bi saw dişand…
Ka çendî,
Ez nêzîkî agirê rastiyê me ?!..
Çendî dûrî,
Çirava xiniziyê me ?!..

Li wêderê
Şewatê bê mihrevanî
Deşta min…

Ehmed Tahir

Dil ji min bir,şêrîn yarê
Dême sorê,reng hinarê
Pora zêrîn,çen bi xalê
Xecxecoka di buharê
Şêrîn yarê
Reng buharê
Dil ji min bir
Di vê salê

Sibhan rebê ev gul dayî
Rû ji rengê sipî sayî
Agir di dil wê dadayî
Şalê herîr mil badayî
Çem û kanî
Gula xanî
Dil ji min bir
Hêlîn danî

Find û çira di vê malê
Gul û nêrgiz pir delalê
Mi dil daye…

FEWAZ EBDÊ

Evîna me ya kevne-nû

Gelek xewnên xweş û şêrîn

bi xwe re anîn

Xewna pêşî

li Qamişlokê pişkuvî

ji xewa li ser ban û

<p...

Hozan Yûsiv

Her sal di 22ê Nîsanê de, gelê Kurd salvegera destpêkirina xebata rojnamegeriya xwe ya neteweyî bi bîr dihîne. Ew rojnameya ku di sala 1898an de li Qahîreyê bi destê Mîr Miqdad Midhet Bedirxan bi navê “Kurdistan” hate weşandin. Ew weşan ne tenê çalakiyeke medyayî ya asayî bû, lê belê jidayîkbûna…