Bersiva gong «Hûrdizî»

  Segvan Xelîl

Di derbarê hûrdizyê û gengeşiya di paş perdeyê re ko têt dêran, bêyî ko sur li perdeyêxîne û evan rûgewzan biçrisîne, rexne yan bergiriyê bik in di şopa sayî û ronî de.
Di dest pêkê de, ezê destûrê ji mamostê Ezîz Xemcivîn bixwazim û rêka nerîna min şayîk bike .

Hûrdizî heybereke zengîn e ko mere di nav destan de biçelqîne, nivişk û dew û toraq xwe ji hev bidne alî , deşt û gulîstanên pênûsan berçav bibin.
Mijara gotara  ko we di hûrdiziyê de, parxwanên çend cwanmêrn rikrikandiye, dibe cihê lêpirsînê.
1-Gelo çima heybera gotarê gong e?.
2-çima Kevin û nû diçelqîne, gelo kîn têt de ye, yan bi rastî jî hûn bi pêkêrî hûrdizan re tên?.
3-eger gotara we hûrdizan nîşan neke û ev hûrdiz bi perde bidomînin û hêrîşên çewit di sînga niviskar yan rexnevan de bi çikîn in, ev çelqandin ezyet e  yan sînor e?.
Di derbarê hûrdizan de, min dixwest ev şirovekên ji nivisa birayê Xemcivîn re tên xwe bi navê rastîn bidne xuya kirin, tevî min çend caran ji birayê Xemcivîn navê evan kesan ji min re bêje, lê mixabin di her carê de, ew jî weke min bê çar bû, tu nav di destan de ne bûn.
Hûrdizî başe û ne başe!
Baş e, gava niviskar di hindirê nivisa xwe de, ew çend hevok yan bêjeyên dizîne dorpêç bike  spehî ye,
Û rengê rastiyê mere bêhtir di wê nivisê de dibîn e. hema wekî nimûne bînim ziman, di lêkolîna Seyfedîn Amedî de ya di govara Rûdêm de hatibû weşandin hetanî bi rêz û jimara jêderên bêjeyên hogirî lêkolîna xwe kir bû.
Ne baş e, wekî birayê xweşwîst Xemcivîn dibêje:
( Hûrdiz, hene kilê çavên mirov didizin, çimkî diziya çavan ji wan nayê!
Hûrdizin jî hene xumava li bin pênûsa mirov didizin, çimkî diziya pênûsê ji wan nayê! Hûrdizin din hene xewa çavên mirov didizin, çimkî diziya xewnan ji wan nayê! Henaseya Hûrdizan teng e, ji ber wilo gelekî diterpilin.)
Ez bi hêvî me ji birayê Xemcivîn bersevên min li gorî heybera mijarê birêse û xwezî çendkan ji evan hûrdizan bi navên xweyî rast pêşberka  qedexekirina hûrdiziyê bikin .
Ev gotar di avesta de weşiya ye

http://avestakurd.info/author_article_detail.php?article_id=398

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Mizgîn Kenaan

Gelek caran di xebatên akademîk de yên ku li ser berhemên wêjeya klasîk tên amadekirin, navê Aleksandre Jaba derbas dibe. Bêguman kesên têkiliya wan bi wêjeya klasîk re heye, vî kesî baş nas dikin û zanin ku wî roleke giring di parastina ziman, çand, wêje û folklora Kurdî…

Mislim Şêx Hesen

 

Di dawiyên salên pênceyî yên sedsala bîstan de, yekem partiya siyasî ya Kurdî li Sûriyê hate damezrandin bi navê Partiya Demokrat a Kurd li Sûriyê, di 14ê Hezîranê 1957an de, bi berpirsyariya Nûredîn Zaza, da ku mafên gelê Kurd li Sûriyê biparêze û dabîn bike.

Di wê pêvajoyê…

Di pêngavekî de ber bi yekgirtina helwêsta kurdî li hember astengiyên ewlehî û siyasî, îro Înê 1ê Gulanê 2026, şandek ji Yekîtiya Nivîskarên Kurdistana Sûriyê serdana Nivîsîngeha Partiya Demokrata Kurdistanê li Düsseldorf kir ji bo nîşandana helwêsta xwe li hember êrîşa dronî ya ji aliyê milîsên Îraqî yên alîgirên supaya pasdarên rêjîma Îranê…

Helbest: Nadir Qazî

Tîpguhêzî: Cansoz Dabo

Du caran du dike çend?

Hemûyan bi hev re dinivîsî: Dike çar

Lê min di bîrkariyê de pileyên kêm

Dianîn û dihatime xwarê

Ew jî tenê ji ber ku li gor min wa bû,

Du caran du dike yek, ne…