10.12. Roja cihanîya mafên mirova ye

Selah Beyro

Dihê Çilê pêşî, bîranîna roja cîhanîye ya mafên mirovane ku her sal komelgihên sivîl û çalakvanên mafên mirovan haydar dike ji bo çare serîya wan têk dan û rûdanên têne encamdan li ser destên rijêmên diktatorî û kevneperist li cîhanê, nemaze rewşa mafên mirovan û azadîya wîya bingihî li komarên roj hilata nave rast û bi taybet li komara sûriya di qûnaxeke tund û tûjî û aloz re derbas dibe.
 Ji xişta karê rijêma sûrî yên rojane girtin û dûr kirina kesên ronakbîr û çalakvanên ku xem xwerê parastina mafên mirovan û civaka sivîl yên li bin siha wê rijêmê karê xwe bi rêve dibin .
û li van kawdanên nazik û hestyar de,yên ku gelê sûriyê têre derbas dibe nemaze miletê kurd,ji encamê rewşa awarte û tengavîyê ya bihtir ji berî Çar Deye ,ji salan ku yasayê karpêkirina li sûriya bi kar tênê û rê li ber dadgehên karê sivîl digire û desthilata dadwerî ne çar kirîye,û beryara peyketin û girtinê kirîye destê dadgeha serbazî de,ev rewşeke ne yesayîye di navbera gel û rijêmê de hatîye li darxistin .
Lewre hemî layên asayîşa supayî-serbazî-bê doznama cêgirê giştî bi dihan ji welatîyan xwe bê sedem digre û wan bi vebestin li senter û tayên xwe bê diyarkirina çarenûsa wan bihtir ji çend mehan dûr ji pîvanên dewlî yên girêdayî bi penemayên mafên mirovan ve bi behane navê wan li ser Malperên enternêtên kurdî hatîye dîtin,bi ber gomanîya navê wî mîna navê nivîskarekî dî ku gotarên siyasî li ser rewşa rijêmê û pirsgirêka kurdî û barûdoxa rewşa awarte û rewşa mafên mirovan li sûriyê di malperên  enternêtan de di nivîsê ,û ev Pêrabûn  cihê kirêtî û şermezarîyê ne, tê xuyakirin ku ewê bergoman bê gunehe  ji vê tawanê ku biwîye sedemê girtin û bin Çavkirina wî, Jiyana û qerebokirina van girtîyan ji hemîya welatîyan sûrî ji desthilatê tê xwestin û em wê berpirsyar dikin diber saxlemî û jiyana wanî tendurustî de,çimku li dawiyê ew welatîya sûrî ne,li gor pîvanên hevçerx ,pê divîye  tu cêwazî nekê di navbera welatîyên xwe de,li gor guhdanên wê ji siloganên dîmuqratî û rizgarî xwaz re,û  bi guhdan li rewşa mafên mirovan li roj hilata nave rast. 
 û ji bo fêrkirina wan rijêman li ser rahatina mafên mirovan pê divîye çalakîyên cor be cor bêne li dar xistin ji kargêrîya komarê re, ji bal gomelgiha giştî ya mafên mirovan ya nav dewletî ve û çanda mafên mirovan û azadîya bin gihî bibe bendekî serkî di destûra van komarên me destnîşan kirin re,û vekirina xulên çandeyî taybet ji bo nifşên nuh li ser pêzanînên çandan van mafan li jêr:
1-Mafên tendurustî .
2-mafênperwerdeyî .
 3-mafên bi cî kirinê.
 4-mafên helbijartina hevjînîyê.
 5-mafên pişikdarî rewşa jiyana giştî.
 6-bê  tund ûtûjî û eşkencê û hemî rengên girtin û vebestina bi kotekî.
7-mavên giringî rizgarkirî ji tirs û bê pehirkirinê.  Bê goman perwerdekirina li ser mafên mirovan ne mijareke li dibistanan bête xwendin belê ew kareke ji bo hemî gel bê cidahî bi jiyaneke azad şabibin û berdewam bin bi hevre bi hilkefta vî karê pîroz ji bo pêşve çûna çanda mafên mirovan li ba nivşê paşe rojê  û asê kirina  azadî û aramî û aştîyê li nav hemî miletê cîhanê.

Qamişlo

 7/12/2008.z

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Fewaz Ebdê

Bihuşta sênckirî

Piştî ku çek bêdeng bûn û top û tank aram bûn, dawiya şer hat û jinûavakirinê dest pê kir, zeviyeke fireh û sênckirî, mîna ajalparêzeke xwezayî diyar bû. Li orta wê Goleke avjeniyê mezin bi şêwaza Ewropî heye, kursiyên spî, sîwanên şînê vekirî li derdorê belavbûyî ne…

Bessam Mer’ê

Gava trajiydiya miletekî tê taqîkirin û ezmûnek tije jê derdikeve holê , wêjeyek çêdibe ku birînan vediguhze pendiyarîyê û bîranînan vediguhêze pirsên vekirî yên pêşerojê.
Yaşar Kemalê Kurd, stûnek wêjeya tirkî û cîhaniye ya ne tenê li ser gund û mirovên sade nivîsiye, lê belê ew kirine neynike tevahiya gerdûnê, ku…

Firyal Hemîd

Di çilya pêşîn de û berî serêsalê, bêhna pirtiqala û goştê biraştî tê min.

Ew çaxê serjêkirina dermala bû.

ew bêhna ku mirî ji goran radikir, di pozê zarotiya min de maye.

Çima tiştên berê jî bîra min naçin?

bi dîwarê bîrdankê ve zeliqî ne û…

Zahid Alwani

Aşîreta Batwan û Dêrşoyan: Çîroka Şerê Ku Bi Jinewateke Qediya, 1890 — Roja yekê, sê bira ji aşîreta Dêrşoyan piştî nivêja fîjrê derketin bo çiyayê li bijartekî xwe da ku bixebitin; cihê wan ji gundê xwe zêde dûr bû.

Piştî nivêja asrê, bavê malê ji xwişkê xwe — keça…