Ji Binxetê em 100’mîn hejmara rojnameya Agirî piroz dikin

Konê Reş

   Ez jî kêfxweş dibim ku dewla xwe di nav ava bîra rojnameya AGiRÎ de dakim û hin ji bîr û baweriyên xwe bo derçûna hejmara 100mîn bînim ziman. Di destpêk de tev rêvebirên wê pîroz dikim, di serê wan de mamoste Mistefa Hicrî sekretêrê giştî yê PDK Îranê, yê ku ji berî şeş salan ve,  partiya wî ev biryara dîrokî standiye bi weşandina vê rojnameya ciwan û bedew, bi kurdiya latînî.. Ez ji dil û can spasiyên xwe jêre pêşkêş dikim.
Ji dor du salan ve ez vê rojnameyê dişopînim û kêfa min jêre hatiye, ew jî ji ber gelek sedeman:
1 – Bi kurdiya me ye; latînî û kurmanciya me ye. Em xweş di babet û naveroka wê de digihêjin. Ev yek sebaretî min gelekî giring e. Nexasim divê tevliheviya ku şêweyê soranî hin bi hin li Kurdistana me a azad dibe standerd û şêweyê me bi paş de vedigere.. Ji ber ku di van herdû salên dawîn de, li dor standardkirina zimanê kurdî gelek giftugo hatine li darxistin û hin hewildan hene ku zimanê kurdî li başûr bibe soranî û piço-piço kurmancî pûç bibe. Bi behana ku şêweyê soranî xwedî dîrok û cigirtiye û kurmancî nikare wî cihî dagire…!! Lê rojnameya AGIRî xweş bersive ji wan kesan re, ewên mîna Ferhad Şakelî û Muhsin Ciwamer ku bi zikreşî şerê şêweyê kurmanciya bakur dikin û hewildidin ku zarokên Zaxo û Duhokê ji avê re bibêjin Aw û ji jinê re bibêjin afret.. Mixabin.
2 – Ez ne konevan im di ware siyasî de, lê ez xweş serwextî dîroka kurdistana Rojhelat im, ji şêx Ubêdellahê Nehrî, Simko axayê Şikakî, Pêşewa Qazî Mihemed û herdu şehîdên nemir Qasimlo û Şerefkendî ku ev rojname nav û dengê wan bilind dike. Ez jî ji dil spasiya vê partiyê dikim.
3 – Îro roj, ji me kurdan tê xwestin ku em ziman û ferhenga xwe biparêzin û bi zimanê xwe di nav miletên cihanê de xwe bidin nas kirin.. Erê.. Lê li gorî ku min rojnameya Agirî şopandiye, ez dibînim ku piraniya babetên wê siyasî ne, ez nabêjim ku ferhengî û wêjeyî têde nin e. Lê di baweriya min de kêm in.. Xwezî ji ji wilo zêdetir bana… Tevî ku bi gotarên Kak Besam Mistefa, Adar Jiyan, Omîd Eserxan, Hemîd Muxtarî û Ebdullah Hicabî, van biraderên ezîz tê xemilandin, gotarên wan xweş û bedew in û bi rêka wan em serwextî gelek tiştên balkêş dibin, lê xwezî em di rêka Agirî re bêtir serwextî çand û wêjeya Kurdistana Rojhelat jî bibin..
4 – Bêguman zimanê Agirî gelekî xweş e û gerek bibe zimanê standard ji tev kurdan re.. Wek rojname; Agirî rojnameyeke di terzê rojnameyên dewletên pêşketî de ye, bi nûçe û babetên xwe dewlimend e, li gor demê ye. Û wek ku kurdan gotiye: Goşt bê hestî nine.
 
Belê dawî ez dikarim bibêjim ku bi vê gava dîrokî re xewnên Mîr Miqdad Bedirxan, mîr Celadet Bedirxan, Cegerxwîn, Musa Anter, Adip Karahan û Huseyin  Deniz bûn rastî…Hem jî xewnên me bûn rastî.. Em jî ji dil û can ji vê gava dîrokî re dilîlînin û şabaş dikin…Û pêre pêre kurmanciya me bi me şêrîntir dibe
  Pîroz be gelê kurd li we derçûna hejmara 100mîn a  AGIRÎ!. Mijde bo we şehîdên peyva kurdî a resen, va zarokên we xwe ji dûv doza we a pîroz nedane alî, xewnên we dikin rastî!.
Konê Reş
Qamişlo

Jêder: Rojnameya AGIRÎ, hejmar:100. 30 ê Çêriya Pêşîn a 2008

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Bi rêz û hurmet bo gelê me yê hêja,

û bo hemû endamên civaka me li welat û li derveyî welat,

Ji ber berpirsiyariya civakî û bi armanca parastina nirxên mirovî û adetên kevneşopî yên ku civaka me li ser wan ava bûye, malbatên gundên…

Alan Hemo

Vê carê jî nebû

gelek caran li bende bû

Mûmek li tarîtiya korekî vêketî

boş, her boş

Tayê dû li teşiya demê dirêse

Nêçîra bêberik û daf

sebr û sawêr di bêrîka qul de

Talankirî li wê bazarê

Bermahiyên hestan pişk e

<p...

Emel Hasen

Piştî ku ez mirim,
Qed li min negerin.
Li ser min ne lorînin û nekin gerî.
Li dera ku ez lê mirim,
Min lê veşêrin.

Eger hûn dikarin,
Ala rengîn li ber kêla min hilden،
Xemîl û rêgên buharê, û germahiya tavê
Ji tîrêjên adarê
Berz û bilind raxin li ser senga min،

Da ez dibim…

Fewaz Ebdê

Bihuşta sênckirî

Piştî ku çek bêdeng bûn û top û tank aram bûn, dawiya şer hat û jinûavakirinê dest pê kir, zeviyeke fireh û sênckirî, mîna ajalparêzeke xwezayî diyar bû. Li orta wê Goleke avjeniyê mezin bi şêwaza Ewropî heye, kursiyên spî, sîwanên şînê vekirî li derdorê belavbûyî ne…