Kengî ev fîlimê dirêêêj dê bidawî bibe?.

Hoşeng OSÊ

Ev sere sê salan e, û Îran û Îsrayîl xwe lihev radikşînin. Ev sere sê salan e, û cîhan bihna xwe diçikîne, û dibêj: vê sale, vê mehê, vê hefteyê…, dê Îsrayîl li Îranê bide, da nehêle Tehran xwe bighîne çekên atomî. Îran, amadekariyên xwe yên şer dike, herwisa Îsrayîl jî, û rewş li ber teqanê ye, lê tan niha, tu şer û pevçûn nînin. Tenê gefxwarin û amadekarîne. Ev rewş, dişibhe fîlimekî dirêêêj ku nema dawiya wî, ne bi şer, û ne bi aştî tê.
Nûçegîhanê rojnameya Îngilîz “ze sandê taymz” Ûzî Mixyamî, ku bi têkiliyên xwe bi hêzên leşkerî û istxbaratî yê Îsrayîlê naskiriye, di raporeke xwe de got: “hêzên esmanî yên Îsrayîlê, li cola El-neqebê menewra û tetbîqatên leşkerî dikin, da xwe amadebikin jibo lêdaneke jinişkave û bidizî li sazî û dezgehên atomî yên Îranên”. Ji alîkî din, belgeye fermî yê Îsrayîlê kete nav derstê ragihabdibê, dibêje; gerek Îsrayîl zû li saziyên atomî yê Îranê bide, û zêde guh nede xeyd û acisbûna Waşîntonê. Pêve girêdayî, serokê hêzên deryayî yên Îranê general Hebîbullah Seyyarî daxwiyand ku hêzên wî, çekên nû, keştî, û keşiyên binavê, û fûzeyên nû, di menewrayên ku li tengava Hurnuz û derya Ûmanê, dê bikarbînin.
Ji alîkî din, roja 22ê vê mehê, Îran dawiyan ku ew di roja 17 vê mehê, ajanê istxbarata Îsrayîlê, yê bi nave Elî Eşterî, ku hemwelatiyên Îranê ye, hate dardekirin. Ligel vê bûyerê, çevkaniyên istixbarta Îranî dibêjin; ku êdî di navbera Tehran û Tel Avîvê şerê istxbaratan lidare.
Eger Îsrayîl vê gefa xwe bi cih bîne, dê cara sêyemîn ku Tel Avîv êrîşî saziyên atomî yên xwetanê rojhilata navîn dike. Sala 1981ê, Îsraîl li saziya atomî ya Îrqê da, û di despêka vê sale de, Îsraîl li saziya atomî ya Sûriyê da bû. Îsrayîl dizanê ku eger Îran bibe xwediyê çekên atomî, dê rojhilata navîn ji destê wê biçe, û dê hebûna wê weke dewlet, têvene nava metirsiyên dîrokî. Îsrayîl dizane ku ev Îran e, ne Îraq û Sûriyê ye. Îsrayîl dizane ku Îran, senger û çeperên xwe li Gazze, Lubnan, Sûriyê û Îraqê baş kolaye. Îran jî, dizane ku ev Îsrayîl e, ne rêjîma Seddam Huseyn e. rewş digîştiye wê qûnaxê ku êdî çarseriyên normal û navber û orte…, nema qebûl dike. Îsrayîl ji xwe re dibêje; eger ez çav û pişt û serî li Îranê neşkînim, dê jiyana min li min bibe dojeh, û hebûna min têkeve bazaar şeytanan. Îran jî, wusa derbarê Îsrayîlê, eynî tişt, diram e.
Em weke gelê Kurd, li dijî şerin. Û em çiqas aştîxwazbin jî, eger şer navbera Îran û Îsrayîl rûbide, em nikarin wî rastînin. Dive em jibîrnekin ku ev şer, di navbera 2 dijminên me de, dê pêkbê. Îja Kurdno, şitarbin, amadekarî û hesabên xwe bikin. temaşevan bin, û haydrabin, ku win nebin êzingê vî şerî. Yekîtiya xwe pêkbînin, piştgirên hevbin. Her kes dizane ku dawiya vî fîlimî, dê dojeh be. Lê hatina dojehê, bi hezar qatî ji bendewariya wê çêtir e.

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Mizgîn Kenaan

Gelek caran di xebatên akademîk de yên ku li ser berhemên wêjeya klasîk tên amadekirin, navê Aleksandre Jaba derbas dibe. Bêguman kesên têkiliya wan bi wêjeya klasîk re heye, vî kesî baş nas dikin û zanin ku wî roleke giring di parastina ziman, çand, wêje û folklora Kurdî…

Mislim Şêx Hesen

 

Di dawiyên salên pênceyî yên sedsala bîstan de, yekem partiya siyasî ya Kurdî li Sûriyê hate damezrandin bi navê Partiya Demokrat a Kurd li Sûriyê, di 14ê Hezîranê 1957an de, bi berpirsyariya Nûredîn Zaza, da ku mafên gelê Kurd li Sûriyê biparêze û dabîn bike.

Di wê pêvajoyê…

Di pêngavekî de ber bi yekgirtina helwêsta kurdî li hember astengiyên ewlehî û siyasî, îro Înê 1ê Gulanê 2026, şandek ji Yekîtiya Nivîskarên Kurdistana Sûriyê serdana Nivîsîngeha Partiya Demokrata Kurdistanê li Düsseldorf kir ji bo nîşandana helwêsta xwe li hember êrîşa dronî ya ji aliyê milîsên Îraqî yên alîgirên supaya pasdarên rêjîma Îranê…

Helbest: Nadir Qazî

Tîpguhêzî: Cansoz Dabo

Du caran du dike çend?

Hemûyan bi hev re dinivîsî: Dike çar

Lê min di bîrkariyê de pileyên kêm

Dianîn û dihatime xwarê

Ew jî tenê ji ber ku li gor min wa bû,

Du caran du dike yek, ne…