Rêzdarî û Rûmet Bo Hunermendê Gelêrî Seydayê Hizniyê Selîm (Bavê Adil)

Cemşîd Bagokî

   Doh(05/11/2008) bi beşdarbûna komek ji dost û şagirtên seydayê Hiznîyê Selîm di gel çend rewşenbîrên kurd û bi serokatiya Komîta Fêrbûna Zimanê Kurdî, Seydayê Hiznîyê Selîm ( Bavê Adil) hat xelatkirin. Seydayê Hiznîyê Selîm yê ku wek dibistaneke orjînal e, di warê mûzîk û strana kurmancî a reqsê de. Bi saya wî gelek ji stranên Kurmancî yên reqsê hatine parastin û ji çend salan ve nesaxe û zimanê wî nagere..
Di serdana xelatkirina wî de, mamoste Derwêşê Xalib serokê Komîta Fêrbûna Zimanê Kurdî ev gotin anîn ziman:
 
   Hûn tev bi xêr û xweşî hatine. Ez û kfzk, em spasiya we tevan dikin, ku we xwe ji bo vê rêzgirtina Seydayê Hiznî westand û hatin.
Spasiyek pir mezin ji seyda Konê Reş re, li ser keda di ber vê civatê de kir. Bêgoman, seydayê Hiznî hêja ye ku mirov di ber de biweste..   Ma çi jê giranbuhatir heye ku mirov ziman, stran, saz û folklorê miletê xwe ji winda bûnê biparêze… Seydayê Hiznî hunermendekî biber bû, nifşekî hunermendan jê fêrbûne, mîna kurê wî Adilê Hiznî û yên din.
Ez naxwazim du carî bikim, jiyan, berxwedan û xebata seydayê Hiznî, wê mamoste konê Reş ji we re li ser raweste.
   lê ji me helwestek tê xwestin. Ku em rêz û rûmetê bidin wan xebatkarên ku rewşenbîriya kurdî parastine, pêş ve birine, ked û hestên xwe diyarî gelepûra gelê xwe kirine.
Miletê rêz û rûmetê dide mirovên hêja mîna Hiznî, ew milet jîndar e û namire.
Em tev îro bi KFZK re rêzgirtina xwe ji xebata Seydayê Hizniyê Selîm re diyar dikin…
Di pey re mamoste Konê Reş wiha axifî:
Êvara we bi xêr, hûn bixêr û xweşî hatin. Em kêfxweş in ku îro, em di govenda xelatkirina rêzgirtin û rûmetê bo seydayê Hizniyê Selîm (Bavê Adil), li hev kom bûne û hunermedê xwe yê gelêrî, xelat dikin.. Tevî ku ev xelata rêzgirtinê bo seydayê Hiznî biderengî ketiye, gerek berî niha ba..
   Bavê Adil, yê ku bi sedan govend û dîlanên xort û keçan gerandine, bi hezeran bejin û bal li ber deng, awaz û gotinên wî hatine hejandin. Dema ku wî stranên mina vî terzî digotin:
Lê lê lê de lê lê
Keçmêkewê xurfanî
Keç ji mêrga du kanî
Wek mihîna ciwanî
Ez malxû ew kebanî
Şêrîmê, nazikê,  delalê,
 Nazdarê xurfanî…
An ev stran:
Keynê keynê giran giran
Keyn kevoka nav çadira
Keynê nadin bi bav û bira
Ji bav û bira şêrîntira..
   Ji mafê wî ye, ji rex gelê xwe ve bê xelatkirin. Ev xelata îro jî, ji rex (Komîta Fêrbûna Zimanê Kurdî) ve ye. Ev komîta ku bi salan e xebat û bizavê di ber peyva kurdî a resen de kiriye û dike û bi sedan xwendevan ji zimanê kurdî re peyda kirine.
Hêjaye gotinê ku Hizniyê Selîm Bavê Adil, berdewamiya dibistana Ûsivkê Çelebî ye, yê ku di wîlayeta Mêrdînî de bi nav û deng bû/ Mixabin ku di salên şêstî de, bi rengekî nepen hat kuştin, kes nizane kuştine an mirine…/
   Hizniyê Selîm Bavê Adil, di sala 1932 an de li gundê Heremşero ji dayik bûye. Ew ji malbateka şêxê bi nav û deng Şêx Cibir e. Tevî irf û adetên malbatê wî dostanî bi Ûsivkê Çelebî re danî û bi tembûra xwe şahiyên xort û keçan geşkir, dilê bav û dayikan xweşkir.. Piştî koçkirina Ûsivkê Çelebî wî barê wî li erdê nehişt, rahiştê û xwe di berde westand.. Ango ew yekî tekanebû di wî heyamî de ku dibistana Ûsivkê Çelebî parast û bi saya wî şagirt çêbûn, ku roja îro ew dibistan hêj li dara. Ji wan şagirtan mirov dikare nave kurê wî Hunermend Adil Hiznî di sere wan de bibêje, hem jî Seîd Gabarî şagirtekî wî bû, û wiha Îmad Kakilo, Şefîq Bavê Raed û gelekên din.
 seydayê Hizniyê Selîm jêderek bingehîn bû ji Dr. Celîlê Celîl û rehmetî Ordîxanê Celîl re, dema ku di salên heyştêyan de dihatin Qamişlo û zargotina kurdên Binxetê com dikirin..
Hizniyê Selîm dor sed û pêncî stranên govendan, di dor 4/5 kasêtan de tomar kirine.
   Ez jî, ji dil û can  mamoste Derwêşê Xalib, Komîta Fêrbûna Zimanê Kurdî û tev dost, heval û Kurdî spas dikim ku wan folkloristekî kurd, berî mirinê bi wiha xelat bibîr anîne.. Spas ji we re û şeva we bimîne xweş. Di pey gotina Konê Reş re, helbestvan Mihemed Elî Heso helbestek xwe xwend, di pey wî re mamoste Abbas Ismail çend gotin di derbarî seydayê Hiznî de gotin û wiha jî mamoste Mihemedê Qadro, û her wiha hunermendan jî Şefîq Bave Raed, Imadê Kakilo, Saed Ferso û dawiya tevan hunermend Adil Hiznî kurê seydayê Hiznî, spasiya tev hatiyan kir û bi taybetî spasiya Komîta Fêrbûna Zimanê Kurdî kir ku wan bavê wî jibîr nekiriye û bihêviye ku her kesê layiq be bi wiha xelat bê xelat kirin…
Li xwar deqê xelata wî ye.
Qamişlo 06/11/2008

———-

Rûmet Û Rêzdarî

Birêz Seydayê Hizniyê Selîm bi salan xebat û bizav di ber stran û folklorê kurdî de kiriye, ta pileyekê ku bûye kaniyek ji lêkoler, nivîskar û rewşenbîrên kurd û biyaniyan re.
Em wek Komîta Fêrbûna Zimanê Kurdî bi vê yekê xweş agahdar in û xweş zanin ev rêzgirtina me pêwistiyek e; bi saya vî coreyê berxwedanê stran û zargotina me hatiye parastin.

K.F.Z.K. (Fêrbûn)
05/11/2008

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Mizgîn Kenaan

Gelek caran di xebatên akademîk de yên ku li ser berhemên wêjeya klasîk tên amadekirin, navê Aleksandre Jaba derbas dibe. Bêguman kesên têkiliya wan bi wêjeya klasîk re heye, vî kesî baş nas dikin û zanin ku wî roleke giring di parastina ziman, çand, wêje û folklora Kurdî…

Mislim Şêx Hesen

 

Di dawiyên salên pênceyî yên sedsala bîstan de, yekem partiya siyasî ya Kurdî li Sûriyê hate damezrandin bi navê Partiya Demokrat a Kurd li Sûriyê, di 14ê Hezîranê 1957an de, bi berpirsyariya Nûredîn Zaza, da ku mafên gelê Kurd li Sûriyê biparêze û dabîn bike.

Di wê pêvajoyê…

Di pêngavekî de ber bi yekgirtina helwêsta kurdî li hember astengiyên ewlehî û siyasî, îro Înê 1ê Gulanê 2026, şandek ji Yekîtiya Nivîskarên Kurdistana Sûriyê serdana Nivîsîngeha Partiya Demokrata Kurdistanê li Düsseldorf kir ji bo nîşandana helwêsta xwe li hember êrîşa dronî ya ji aliyê milîsên Îraqî yên alîgirên supaya pasdarên rêjîma Îranê…

Helbest: Nadir Qazî

Tîpguhêzî: Cansoz Dabo

Du caran du dike çend?

Hemûyan bi hev re dinivîsî: Dike çar

Lê min di bîrkariyê de pileyên kêm

Dianîn û dihatime xwarê

Ew jî tenê ji ber ku li gor min wa bû,

Du caran du dike yek, ne…