Mêrdîn dibe Hollywooda herêmê

Berî nuha mankêna navdar ya Brazîlî Herîka Fernanda li Mêrdînê derketibû pêşberî kamerayê. Reklama wê li cîhanê deng da. Piştre şîrketa cilan ya nasdar Garize ji bo pêkanîna kolekisyona xwe ya çile Mêrdînê hilbijart.

Mirov dikare bêje ku, Mêrdînê ji bilî fîlm û xebatên reklamî, di warê sînemayê de jî populer dibe.
Rêzefîlma Sila bi tevayî li Mêrdîn û derûdora Mêrdîn hate kişandin. Niha jî hunermendê nasdar Yilmaz Erdogan bi senaryoya xwe ya nû dixwaze fîlmê xwe li Mêrdînê bide kişandin. Polat Alemdarê ku ji rêzefîlmê Kurtlar Vadisi tê nasîn ji bo fîlmek nû bi navê ”Dendika hejîrê” xwe amade dike ku were bajêr.

Li Mêrdînê berî niha fîlmê Hulya Avşar ”Salkim hanimin Taneleri”, Osman Sinav ”Deli Yurek”, Sibel Can ”Berivan”, Mahsun Kirmizigul ”Aşk surgunu”, Kadir Inanir ”Azap yolu”, Levent Kirca ”Aga” û gelekên din hatibû kişandin.

Bi tevayî yên ku dikare were bîra mirovî, Li Mêrdînê di 7 salan de 12 rêzefîlm û 3 fîlmên sînemayî hatin kişandin.

Gelek kesên lîstikvan ku nijada xwe kurd in, lê li di sînema tirkî de dilîzin, bêhtir Mêrdînê ji xwe re hildibêjêrin.

Rûniştvanên Mêrdînê bi çavê Hollywooda herêmê li bajêr dinêrin. Ew pê bawer in ku, bajêr herku diçe bala cîhanê dikşîne ser xwe û di demek nêz de dê têra xwe navdar bibe.

Zarathustra News – zarathustra_news@comhem.se

 

 

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Fewaz EBDÊ

Em hîn jî li ser rêçikên xwaromaro dimeşin,

Em û rekeh li hev banîne

Çi rengê wê be

Bi çi şêweyî be;

çi ji hesinê neteweyî

û çi ji zêrê olî be.

Lê em ;

Em…

Mensûr Cîhanî – Derbarê paqijkirina etnîkî ya li dijî gelê Kurd li bajarê Helebê ji aliyê hêzên hikûmeta Sûriyê ve, Mesûd Barzanî got: Paqijkirina etnîkî û nijadî ya li dijî gelê Kurd sûcekî li dijî mirovahiyê ye û dê encamên wê yên karesatbar hebin.

Hêzên hikûmeta nû ya Sûriyeyê, ku ji bermahiyên…

Daxuyanî

Di van rojên dawiyê de, li gelek bajarên Îranê û Rojhelatê Kurdistanê xwepêşandanên nerazîbûnê bi awayekî aşitîxwazane li hember desthilata Îranê têne encamdan, li şûna ku rêjîm bi awayekî aştiyane bersiva daxwazên xwepêşanderan bide, wekî hercar rêya tundutîjî û kuştin û bidarvekirinê bikar tîne, bi binçavkirin û darvekirin û komkujiyan bersiva…

Hozan Efrînî

Îro roja duşemê 5-1-2026`an e, ku di wê rojê de, beriya 121 salan, rojbûna ronakbîr û serkirde û rêberekî kêrhatî kurd Apê Osman Sebrî ye.

121 salên beriya niha , kesayetiyeke navdar û ronakbîr û helbestvan û damezrevanê Partiya Demokrat a Kurd li Sûriyê Apê Osman Sebrî hatiye dinê…