Gotar

weşana deng û çend têbînan

  memê alan

  Piştî ez rastî hejmara 90 î ji weşana Deng di entirnêtê de hatim , ez pir pê kêfxwaş bûm . Wêlomê min bi lez çavên xwe li nav rûpelên wê gerandin , û navnîşanên wê xwendin . Bêtirîn sergotara hejmarê ya bi navnîşana Rewşa hundirî girijîtir dibe //  bala min ber xwe kişand . Min rabû hûrik- hûrik sergotar xwend , herweha min da ber nirxwandin û pîvanê . Berî ku , ez nirxwandina xwe ji sergotarê re derxim hole , min telîfonek ji endamekî wê Kevin ku , min nasdikir re vekir , da ku silavekê lê bikim û çawabûna nivîsandina wê jê bipirsim.
Ji min re got , dibe ew ji erebî hatibe wergerandin , bi xwe ez jî di wê gumanê de bûm . Piştre min dît hêja ye , ku ez bi çend têbînan , sergotara hejmarê ji desteya birêvebirina weşana Deng û xwênerên wê re binirxînim , belkîm bi kêrî rastnivîsa zimanê me , û pêşxistina weşana Deng were .
*- Pêşî armanc ji nivîsandina mijarekê bi zimanê dê , fêrkirina zimên û têghiştina ramanekê ye . Ji ber van sedemên jêrîn , min ev herdu armanc di sergotarê de kêm dîtin .
1- Sergotar ji zimanê erebî hatiye wergerandin . wegerandin  Bixwe jî  ji zimanekî ta zimanekî dî – ger wergêr hostebe – reseniya mijarê weke heye nahêle .
2- Wergerandin hostatîk jê re divê , yanê  divê wergêr  baş bi herdu zimanan zanibe , û baş têbighê naveroka mijara resen , paşê wê naverokê bi zimanê nû birêse . Mixabin , xwediyê sergotara hejmarê bi nezanî ew wergerandî . Wî

gotara erebî dayî ber xwe , û hergotinek wê yeke kurdî – dibe pir jê ji ferhengekê derxistibe , û wateya bêjeya erebî nedabe jî – li şûnê danî be . Wêlomê herçûye sergotar dûrî rastnivîsa zimanê kurdî bûye , ji hev ketiye , û naveroka wê wendabûye . Yanê xwênerê wê kêm jê fêrî zimanê dê dibe , û kêm têdighê naveroka wê jî .

Ez ji weşana Deng ya hêja û desteya wê yê bira lêborînê hêvî dikim . Lê , li dawiya dawî , armanca min ji vê nirxwandinê sûdegirtin , pêşxistina xwendin û  rastnivîsandina zimanê dê , û pêşxistina vê weşana pîroz e .

jêder: rojnama NEWROZ hejmar 80

Ev gotar bikêr bû?

Nêrîna te ji bo başkirina naverokê alîkar e

0% ji xwendevanan ev gotar ecibandin
(0 nirxandin)

Şîrove (0)

Şîroveya xwe binivîse

Nivîsên din

Konferansê «Kurdên Qefqasyayê»

Ebdûlazîz QasimÎro Mamosta Hejar Şamil li ser malpera xwe nûçeyek weşand li ser lidarxistina konferansekî pir girîng yên Kurdên Qefqasyayê bi înîsiyatîfeke…

”Pênûsa Nû” hejmara 108an

Hejmara 108 ya ‘’Pênûsa Nû’’, Hejmareke tijı̂ nivı̂s û berhemên cûrbecûrin. Hûn dikarin gelek berheman di warê; Gotar û Nerı̂n, Ziman, Dı̂rok,…