Jiyan û helbestên Payîzeke şîn

Payîzeke şîn, pirtûka siyem ya helbestvana hest nazik Tirîfa Doskî ye.
Ev dîwan ji aliyê (Yekîtiya Nivîskarên Kurd – Duhok) hatiye çapkirin.
Hêjayî gotinê ye, Yekîtiya Nivîskarên Kurd – Duhok heta nuha 135 pirtûk çapkirine.

Payîzeke şîn, 31 helbestan dinimîne, li bin van navûnîşanan:
Heyran, Namek, Gaveke bê wext, Hewar, Tu û şev, Peywendiyên min, Pirsiyar, Werzekî tijî, Duhok, Xewneke baranî, Welatê bêwejinekê, Jinek, Dalehî, Payîz, Şeveke hişk, Rehend, Hergîz, Du`a, Bê min, Şerek spî, Simfonî, Jimare, Awazek şaî`ran e, Mêyek û jimare, Çend henasek, Me wekû piyawekanî şarekem mebe, Hêvînê şevan, Valantayin, Çend awazek, Deh xewn, Salek ji avê.

Xerîbî:

Şev dibûrît piştî te û her gavek çerxek e.
Tenahiya xwe hemêz dikim,
her şev hizra dilê xwe dikim.
Min tu bi destêd xwe mezin kirî,
gorî te bim,
tu ji mijûlankêd min nêzîktir î
Were di nava wan de
xem û xerîbiya xwe bîne û têr binive di çavê min de.
Gorî te bim,
bê sermedî jiyan biyabaneke tijî strî û dirî ye.
Gulêd min bi derzîkêd wan birîndar dibin.
Cihê te vala ye,
dilê min disojît.

3/8/2008
Avestakurd

E.X

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Di pêngavekî de ber bi yekgirtina helwêsta kurdî li hember astengiyên ewlehî û siyasî, îro Înê 1ê Gulanê 2026, şandek ji Yekîtiya Nivîskarên Kurdistana Sûriyê serdana Nivîsîngeha Partiya Demokrata Kurdistanê li Düsseldorf kir ji bo nîşandana helwêsta xwe li hember êrîşa dronî ya ji aliyê milîsên Îraqî yên alîgirên supaya pasdarên rêjîma Îranê…

Helbest: Nadir Qazî

Tîpguhêzî: Cansoz Dabo

Du caran du dike çend?

Hemûyan bi hev re dinivîsî: Dike çar

Lê min di bîrkariyê de pileyên kêm

Dianîn û dihatime xwarê

Ew jî tenê ji ber ku li gor min wa bû,

Du caran du dike yek, ne…

Dildar Aştî
Li rê bûm
Peyv zîpik bûn
Li laşê di tayê de dipengizîn…
Min şopa tajangên sert
Li nav qolincên oxirê di şopand
Bi êşê hestiyar dibûm…
Ê din hebûn
Bi dîlanê mijûl bûn
Bi halanê…
Min qûnaxa di navbera dijberan
de dipîvand…
Li ser pêlên Leylanê
Min pirsa xwe bi saw dişand…
Ka çendî,
Ez nêzîkî agirê rastiyê me ?!..
Çendî dûrî,
Çirava xiniziyê me ?!..

Li wêderê
Şewatê bê mihrevanî
Deşta min…

Ehmed Tahir

Dil ji min bir,şêrîn yarê
Dême sorê,reng hinarê
Pora zêrîn,çen bi xalê
Xecxecoka di buharê
Şêrîn yarê
Reng buharê
Dil ji min bir
Di vê salê

Sibhan rebê ev gul dayî
Rû ji rengê sipî sayî
Agir di dil wê dadayî
Şalê herîr mil badayî
Çem û kanî
Gula xanî
Dil ji min bir
Hêlîn danî

Find û çira di vê malê
Gul û nêrgiz pir delalê
Mi dil daye…