Di 19 hemîn salvegera terorkirina Dr. Qasimlo û hevalên wî de greveke giştî li rojhilatê kurdistanê

Azad Kurdî

Gelê Kurd li Rojhilatê Kurdistanê bona rêzgirtin ji yad û bibîranîna 19’hemîn salvegera Şehîd û terorkirina Dr. Qasimloyê rêber û hevalên wî, gireveke giresyî û berfireh a nerazîbûnê li bajarên Rojhilatê Kurdistanê lidar xistin. Heta bi vî awayî kerb, nifret û nerazîbûna xwe ji vê kiryara terorîstî a rayedarên rejîma Komara Îslamî a Îranê bona Şehîdkirina rêberê gelê Kurd, Dr. Qasimlo û kekê Ebdula Qadirî Azer di sala 1989’an bidin xuyakirin.
Armanca bingehîn a vê girevê eva bû ku li jor me bas kir, ji ber ku gelê Kurd xwast ku çalakiya xwe bi awayê liv û tevgereke aştiyane û sivîl bimeşîne û bê bedeldayîn û xwînrijandin bihê rêve biçe. Çunkî di salên borî de, her tevger û çalakiyeke Kurdan li Rojhilatê Kurdistanê bi tund û tûjî û zext û zorê hatiye bersivdan û dehan kes ji ber wan liv û çalakiyên aştiyane û meşên nerazîbûnê hatine Şehîdkirin û sedan kes hatin birîndarkirin  û girtin.
Gireva han a nerazîbûnê li ser bangewaza PDKÎ hate meşandin. Vê partiyê daxwaz ji gelê Kurd kiribû ku bi vê hencetê bi meşandina çend liv û tevgerên aştiyane û sivîl, Şehîdên Viyenê ên sala 1989’an bibîr bînin û siyasetên terorîstane ên rejîma Komara Îslmaî şermezar bikin.
Lewra roja şemî 22’ê Pûşpera sala 1387’an a Rojî, hevberî 12’ê Tîrmeha 2008’an, bi hinceta 19’hemîn salvegera terorkirina Dr. Qasimlo, Sekreterê Giştî yê PDK Îranê û hevalên wî, li bajarên Rojhilatê Kurdistanê gireveke giştî hate meşandin û li bajarên Urmiye, Mehabad, Seqiz, Bokan, Şino, Nexede, Pîranşar û wd… dikan û bazar bi tevahî hatin daxistin û girêdan û hatin û çûn li gundan ji bo bajaran bi tevahî hate sekinandin. Li tevahiya bajarên din ên Kurdistanê jî heta radeyeke xuya û berçav dikan û bazar hatine daxistin.
Ji bilî vê çalakiya girseyî û mezin, her vê rojê û bi wê hencetê, seet 22’ê şevê bi dema Rojhilatê Kurdistanê, piraniya xelkê Kurdistanê çirayên mal û cihên karê bo dema 3 deqîqeyan temirandin û bi vî awayî wefadariya xwe bi Dr. Qasimlo û bersiva erênî a xwe ji bo PDK Îranê xuya kirin. Her wiha êvariya wê rojê xelk li bajarên Rojhilatê Kurdistanê bi kincên Kurdî hatin ser rê û şeqaman.
Hêzên Ewlekarî û leşkerî ên rejîma Komara Îslamî a Îranê gellek hewl dan ku b tirsandina xelkê û gefxwarin ji gel, pêşgîriyê ji vê çalakî û gireva giştî a gelê Kurd bigirin, wan îcazenameya hemû dikandaran ji wan standibûn û bi xwe re biribûn û gef ji wan xwaribûn ku her dikandarek roja 22’ê Pûşperê, salvegera terorkirina Dr. Qasimlo û hevalên wî, dikanên xwe neveke, em dê derfata karkirina qanûnî, zagonî ji wan bistînin. Lê bi wan gef û hereşeyane û gellek yên din, xelkê biwêr û emegnas yê Kurdistanê guh û bala xwe neda rejîmê û bi girseyî û berfireh ew girev lidarxist. Di wêneyên bi vî nûçeyî re rastiya han tê xuyakirin.
Li hemû bajarên Rojhilatê Kurdistanê rewşa awarte hatibû ragihandin û li bajarên din ên Îranê hêz ji bo bajarên Kurdistanê hatibû anîn, lê gelê Kurd hêcet û mihana serkut û tund û tûjiyê neda destê wan û gireva han bi awayekî berfireh û girseyî hte lidarxistin û Dr. Qasimlo û hevalên wî hatin bibîranîn.

Agiri & Zarathustra News

 

 

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Emel Hesen

Serok û serkêş Pêşmerge ye
Xak û weten Pêşmerge ye
Al û netew Pêşmerge ye
Sûnd û peyman Pêşmerge ye
Berz û bilind Pêşmerge ye

Rêbaza Gel Pêşmerge ye

Şoreş û milet Pêşmerge ye
Ceng û ceper Pêşmerge ye
Eylûl û Golan Pêşmerge ye
Mahabad û Koban Pêşmerge ye
Kurdistana sor Pêşmerge ye

Raperîna Gel…

Ebdilbaqȋ Elȋ

Sûriya ȋro qonaxeke veguhêz ya hestyar derbas dike; qonaxek ku piştî guhertinên siyasî yên mezin û kûr hatîye sazkirin û rastiyeke nû derxistiye holê ku pêdivî ye deriyȇ guftȗgo ȗ diyalogȇ li ser şêwazȇ dewletê û paşeroja saziyên wê were vekirin, ku di serȋ de Encȗmena Gel tê, ku yek…

Rabhan Ramadan

Piştî ku kurê wê diranên xwe şoştin û çû ser cihê xwe, wê dengê hûrehûra kûçikekî li ber derî bihîst; hûrehûreke ku jê re ne xerîb bû… Wê bi lez derî vekir da ku kûçika xwe bibîne, ya ku berî çend mehan bi kûçikê cîranan ê hov re reviyabû.. Wê…

Hişmend Şêxo

“Şêst û Neh sal xebat li dijî zordariyê”

Di dawiya sala (1956)an de Sê niştiman perwerên kurd (Osman Sebrî , Ebdilhemîd Derwîş û Hemzê Niwêran) yekem rêxistina rêzanî ya kurdî li Kurdistana Sûriyê bi navê (Partiya Kurdên Demoqratên Sûrî) damezrandin û hêjayî gotinê ye ku rêznama wê ya bingehî bi Zimanê Kurdî bû , û…