Sê pirtûkên Deham Ebdul Fetah ..silava li rewşenbîra dikin

M.Qasim (kurê Cezîrê)

1.Dastana Gilgamêş
Werger u amadekar Deham Ebdulfetah
2. Nav di zimanê kurdî de (Kurdmanciya jorîn)
Deham Ebdul fetah.
3.Cînav di zmanê kurdî de (Krdmanciya jorîn).
Deham Ebdul fetah.

Hersê pirtûk ji çapa Ensttîtuya kurdî ya Amedê,ne.
Dostê dildar u navdar, di warê zimanê kurdî de Deham Ebdul fetah ..ev hersê pirtûk derxistin jibo xizmeta zimanê kurdî,u diyarî min kirin, gel dîwana (Şiyê) ya Ristevanê hêja u xuya Hamid Bedirxan,ji çapkirina çapxana Amîral-Beyrût-2007.li ser qapê dawî,dibin wênê wêde mev şêr nivîsîvvne:
Baranek mina qedîfe
Li ber lêdana dilê min dibarê..
Weke tenên rîçalê,
Ji geliyan,ji çiyan dikeve pencera min!
Qapiyên  -hebsan-
Li pêş çavên min dirin û tên
Priyêd roja duho tune bûn..
Îro deran vedibrqînin!
Pir sipasî ji min, bo mamoste Deham re,
him ji bo weşana van pirtûkan,him jibo diyariya wî ya giranbuha,ku ez pê dilgeş kirim..
bê guma her kesê bi zimanê kurdî mijûl, mamuste Deham Ebdul fetahmm, dinasî, wekû zimanzanekî kurd li welatê Sûrî..him –belkî- di zanin, ku ew bixwe mamusteyê zimanê Erebî ye u bi derengî xwe avakir ji alî zimanê kurdî ve..heta karî  bigehê vê qunaxê..
heger kesin kêmasîna di hin karê wî yê zimanî de  bibînin, bila bînin bîra xwe, ku xwe bixwe avakiriye-rengê xwe pê avakirî, tînê bîra mirov, çawa rehmetî Elî Sîdo goranî, xwe di zimanî kurdî de ava kir ,biser ku -bi zimanê kurdî ne dizanî..!
xwe hînî zimanê kurdî kir. di mezinayîyê de. u karîbû Ferhnga Elî Sîdo Goranî derxînê -gel kêmaniyê ku ,belkî têde hene,belê bû jêderek ji vê qûnaxa han re..
nabêjim mamoste Deham gihaye serê Rimê-weke tê gotin-belê ciwamêr pêve di hikişihê..
 dema mirov zimazanê  kurd li Sûrî dihejmêrê ,mirov nikarê mamuste Deham ji bîra bike..nexasim kesek bi zor u zehmetî karê xwe dike..çimkû cave wî ne saskarin bizêdayê,zehmetiya ji maljî –belkî- dibînê..
bi ser wilode,  karî  hinek berhemê pêwîst ji miletê xwere bi weşînê..Enstîtuya kurdî di derheqa wîde wiha dibêjê : ((…despêkê,çalakiyên xwe yên rewşenbîrî bi zimanê Erebî di nivîsîn …berê pînosa wî jî, di babelîska wê ezmûnêde hate guhertin.nêzî 10 salan peyapey ,xwe bi xwendin, danhev û hevberkirina ziman û rêzimana kurdî westand. di sala 1988,ê de, dest bi nivîsa bi zimanê xwe kir, û hêj liser wê rêbazê  berdewame)).
Enstîtuya kurdî nave 9 berhemê wîyê çapkirî, di hejmêrê û dbêjê : ((nuha jî pirtûkek bi navê
Kar lêkar di zimanê kurdî de) dinav destên wî deye,ewê nêzîk de amade bibe.
   Belkî naxwazim ev pêşkêşkirin ji mamostere bibê weku pesnekî..bi qas ku dxwazim bibê wku sipasdariyekî ji karê wîre,him sipasiyek ji diyariya wîre jî..bi hêvîme ku xwedê emrekî dirêj u saskar, bidiyê. u li ser rêbaza xwe bi livê bi xurtî.
M.Qasim (kurê Cezîrê)

Dêrik

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Şîlan Doskî

 

Şerekê gengaz di navbera Îran û Îsraîlê de ne tenê pirsên jeopolîtîk derdixe holê. Lê ew rasterast bandorê li mîlyonan mirovan dike. Bi taybetî Kurdên li her çar aliyên Kurdistanê dijîn: Rojhilat, Başûr, Rojava û Bakur di bin metirsiyê de ne.

Şerekî bi vî rengî wê ji bo wan…

Tengezar Marînî

 

Ez ê îro nivîskarekî elman, ku wek rewşbîrekî kartêker bû di dema xwe de, bi we bidim nasîn.

Li Swêdê xelat bi navê wî heye û du nivîskarên me ên hêja ew xelat wergirtin: 1. Shêrko Bêkes. 2. Selîm Berekat.

 

Kurt Tucholsky yek ji nivîskar, rojnamevan û peyamnêrên…

Tengezar Marînî

 

Hevoka “Hizirkirina azad di demên aloziyê de” behsa pêwîstiya bingehîn a tevgerîna hem afirîner û hem jî serbixwe di demên dijwar de dike. Nîşandana vê yekê bi pirsgirêkên taybetî yên ku kes û civak di demên nezelaliyê û guhertinê de pê re rû bi rû dimînin, bi taybetî giring e….

Konê Reş

Ji hezarê salan ve

bav û kalên me,

di nav çiya, gelî, deşt û daristanan de

jiyana xwe derbas kirine..

Çiyayê Toros, Zagros û Ararat

li dor wan, ber bi asman ve bilind bûn..

Hêza xwe ji ava çemê Dicle, Ferat,

Zab û…