Du xule yên fêrbûna zimanê kurdî derçûn

Qamişlo : rêkeftî/14/5/2008/ Bi helkefta serkeftina  hijmarek bihtir ji/20/ qutabî yên zimanê kurdî di ezmûneyan de, û bi amadebûna rêzdar Selah Beyro endamê bîrowa  çandêyî û komîta fêrbûna zimanê kurdî û endamê komîta navendî di partiya demokrat a kurd di sûryê de (partî) , di gel berêz fêsel neeso nûnerê rêxistinê di komîta navendî de û bi amadebûna berpirsên  şaxê qenat siwês û hilêlîyê li qamişlo yên (p.d.k.s.p)
piştî  rawestandina hûrdemeke bê deng li ser giyanê pakrewanan,berêz selah beyro  bi navê  bîrowa çandeyî û  komîta  fêrbûna zimanê kurdî  peyîvî  li ser bandora ziman di hebûna miletan de û pêwîstiya pêgîrî bi gotina D.Nûredîn zaza dema di girtingihêde :(emê girtingihê bikine dibistana zimanê kurdî ),û  pêdivîye ku em bizimanê xwe bixînin,û sipasîya mamosta û qutabiyên xulê kir.
 û berêz Fêsel endamê komîta navendî ji bal xweve  sipasîya berhemê wan kir ,û piştevanîya rêxistinê ji wan re diyarkir,û li dawîyê bawername ji destê rêzdar Selah Beyro li qutabîyên herdû xule hatine  belavkirin ,û herdû qutabiyên ku pila wan di ezmûnê de bilind bû ji bal komîta fêrbûna zimanê kurdî ve hatine xelatkirin.
Birastî ev xula sêye mîne di demeke kurt de li qamişlo tê derçûn,ew jî ji çalakîyên şaxê partî yê  xebat kare,û ne dûrî sicê n hevalên vî şaxîye yên li her helkeft  gotina MÎR Celadet bedirxan tanîne ziman ya di got: Kuro .. Keçê
Eybe..şerme..fehite, an hînî zimanê xwe bibin an mebêjin em Kurd in bê ziman Kurdîtî ji we re ne tu rûmete ji me re rûreşîk giran e
Heyf û xebînet û hezar mixabin nemaze ji wan re ko bi zimanên din dizanin bixwînin û binivîsînin û elfabeya zimanê xwe hêj nas nakin.
 û her dîsan li dûmahîyê şîranîya herdû xulan ji bal mamostayê xulê ve li ser amadebûyan de hate belvkirin.

Qamişlo


14/5/2008.z

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Bi rêz û hurmet bo gelê me yê hêja,

û bo hemû endamên civaka me li welat û li derveyî welat,

Ji ber berpirsiyariya civakî û bi armanca parastina nirxên mirovî û adetên kevneşopî yên ku civaka me li ser wan ava bûye, malbatên gundên…

Alan Hemo

Vê carê jî nebû

gelek caran li bende bû

Mûmek li tarîtiya korekî vêketî

boş, her boş

Tayê dû li teşiya demê dirêse

Nêçîra bêberik û daf

sebr û sawêr di bêrîka qul de

Talankirî li wê bazarê

Bermahiyên hestan pişk e

<p...

Emel Hasen

Piştî ku ez mirim,
Qed li min negerin.
Li ser min ne lorînin û nekin gerî.
Li dera ku ez lê mirim,
Min lê veşêrin.

Eger hûn dikarin,
Ala rengîn li ber kêla min hilden،
Xemîl û rêgên buharê, û germahiya tavê
Ji tîrêjên adarê
Berz û bilind raxin li ser senga min،

Da ez dibim…

Fewaz Ebdê

Bihuşta sênckirî

Piştî ku çek bêdeng bûn û top û tank aram bûn, dawiya şer hat û jinûavakirinê dest pê kir, zeviyeke fireh û sênckirî, mîna ajalparêzeke xwezayî diyar bû. Li orta wê Goleke avjeniyê mezin bi şêwaza Ewropî heye, kursiyên spî, sîwanên şînê vekirî li derdorê belavbûyî ne…