Xuleyek nû yên fêrbûna zimanê kurdî derçû

Girkê-legê /1/5/2008 Z : Bi helkefta serkeftina jimarek bêtir ji 30 qutabiyên zimanê kurdî di ezmûneyan de , û bi amadebûna rêzdar Selah Beyro nûnerê ragihandin û komîta fêrbûna zimanê kurdî û endamê komîta navendî di partiya demokrat a kurd di sûryê de -partî , di gel bi rêz M.Emîn û Simaîl Şeref  nûnerên rêxistinê di komîta navendî de
û bi mihvandariya Baxên jinên Dêrika Hemko û çend kesayetên welatperwer , û bi beşdariyeke mûzîkî ji koma Zêwa ya folklorî , ahengek piştî rawestandina hûrdemeke bê deng li ser giyanê pakrewanan di ber sirûda ey reqîb re hat li darxistin , li destpêka ahengê bi rêz M.Emîn bi kurtayî li ser girîngiya ziman û pêwîstiya axaftinê bi zimanê kurdî yê resen axivî , paşê rêzdar Selah Beyro gotina saziya ragihandinê bi zimanê kurdî  xwend li ser bandora ziman di hebûna miletan de û pêwîstiya pêgîrî bi gotina D.Nûredîn zaza : heger tu bi xwazê xwe naskê û bi dê naskirin bi zimanê xwe bi xwîne û bide xwendin ….
Dûvre gotina saziya Gulana çandî ji aliyê rêveberê wê ve bi rêz L.Elî hat xwendin , û baxê jinên dêrika hemko jî  pîroznameyek ji qutabî û mamosteyan re  hinartin , paşê gotina qutabiyan ji aliyê qutabiyekî serkeftî ve hat xwendin û têde sipasiya saziya gulanê kir li ser karê wê yê pîroz , û li dawî û piştî ku pirogram bi mûzîk û berîkaneyên bi diyarî û gotinên mîrê tîpên kurdî hat navbirkirin, bawername ji destê rêzdar Selah Beyro li qutabiyan hatin belavkirin , û hersê qutabiyên ku pila wan di ezmûnê de bilindbû hatin diyarîkirin , û bi mûzîka hunermendên koma Zêwa û şêraniyên mihvandariyê aheng kutabû.

Amadekirin
Gulana çandî

 

 

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

EBDILBAQȊ ELȊ

Kurd li Sûriya ne pêleke awarte ya penaberan an jî komeke li ser sînorên welat ku ji nişka ve ketine hundir, lê ew bûbûn -û hîn jî- beşekî resen ya tevna civakî û erdnîgarî ku bi sedsalan berî damezrandina dewleta Sûrî ya nûjen hatibû avakirin. Û ew ne mêvanên demkî…

Tewfîq Sînan

Di hemû cîhanê de kêşe, alozî û astengî di derbarê standardkirina zimanekî zelal û resen hebû û bi hezara pozberî di evî derbarî de peyda dibû, ji ber ku zimanekî zelal bi tena xwe tune ye û ew jî ji sedema ku pêkvejiyanî jîwera heyî bû û heta dema niha…

Mihemed Ebdê

Ehmed im..

Şervan im, pêşmergeyê xaka xwe me

Pakrewan im canfidayê rojava me

Ji başûr im, li Qamişlo roja şer de, ez heme

Qurbana xakê bim ji mirinê re ez amede me

Kurd im, ji Kerkûkê îro hawar û berxwedan e

Berê Barzanî gotiye:…

Mihemed Ebdê

Kê gotiye dil ji evînê tenê re dijene?

Payebûn ji kesên mezin tenê re ye!

Kê gotiye ku nav û dengê serkirde, û serokan tenê di dîrokê de tê nivîsandin?

Kê gotiye…

Berxwedan ji şervan û pêşmergeyan di qadên şer de tenê bi çekan tê xuyakirin..

<p...