Girkê-legê /1/5/2008 Z : Bi helkefta serkeftina jimarek bêtir ji 30 qutabiyên zimanê kurdî di ezmûneyan de , û bi amadebûna rêzdar Selah Beyro nûnerê ragihandin û komîta fêrbûna zimanê kurdî û endamê komîta navendî di partiya demokrat a kurd di sûryê de -partî , di gel bi rêz M.Emîn û Simaîl Şeref nûnerên rêxistinê di komîta navendî de Dûvre gotina saziya Gulana çandî ji aliyê rêveberê wê ve bi rêz L.Elî hat xwendin , û baxê jinên dêrika hemko jî pîroznameyek ji qutabî û mamosteyan re hinartin , paşê gotina qutabiyan ji aliyê qutabiyekî serkeftî ve hat xwendin û têde sipasiya saziya gulanê kir li ser karê wê yê pîroz , û li dawî û piştî ku pirogram bi mûzîk û berîkaneyên bi diyarî û gotinên mîrê tîpên kurdî hat navbirkirin, bawername ji destê rêzdar Selah Beyro li qutabiyan hatin belavkirin , û hersê qutabiyên ku pila wan di ezmûnê de bilindbû hatin diyarîkirin , û bi mûzîka hunermendên koma Zêwa û şêraniyên mihvandariyê aheng kutabû.
Gulana çandî

Şîrove (0)